Ayşa Silêman/ Dêrik
Rêvebera Meclisa Jin a Kongira Islama Demokrat Pîroz Hemo diyar kir ku Hikumeta demkî di bin navê islamê de dixwaze zagonên nû li ser gelê kurd ferz bike û wiha got: “Ew bi vê yekê dixwazin islametiyê li ber çavê herkesî reş bikin, lê islam dînê aşitiyê ye.”
Çeteyên girêdayî hikumeta demkî bang dikin bin navê islamê û kuştin, talan kirin û dest dirêjiyê dikin. Dixwazin sîstema DAIŞ careke din vejîn bikin û bidin rûniştandin. Niha jî li ser Rojavayê Kurdistanê êriş û komkujiyan pêk tînin û gelên Kobanê kirine dibin dorpêceke giran de da ku berxwedaniya wan bişkînin. Lê gelê kurd li seranserî cîhanê nerazîbûna xwe nîşan dide û li dijî vê neheqiyê dadikevin qadan çalakî û meşan pêk tînin û bang dikin yan jiyanek azad yan mirinek bi rûmet.
Di derbarê kiryar û komkujiyên ku li ser gelê kurd pêk tên Rêvebera Ofîsa jin di şaredariyê de Fatima Hacî û Rêvebera Meclisa Jin a Kongira Islama Demokrat Pîroz Hemo ji Rojnameya me re axivî.

‘Berxwedaniya gelê Kobanê hêz dide me’
Rêvebera Ofîsa jin di şaredariyê de Fatima Hacî da zanîn ku baweriya wan bi hêza wan heye û wiha got: “Hemû êriş û kiryarên ku çete dikin dixwazin aramiya herêma me têk dibin em ê bi hêza xwe wan kiryaran bişkînin. Em tucarî serî ji dagirkeran re natewînin û hertim li berxwebidin, erkê ku dikeve ser milê me em ê pêk bînin û hertim li kêleka şervanên xwe bin. Baweriya me bi Hikumeta demkî nayê ji ber ku hercarî biryaran dide û wan biryarên xwe pêk nayîne û êriş û dorpêçê li ser gelê kurd pêk tîne. Ev demeke gelê Kobanê jî di bin dorpêçê de ye û gelek zarok bê sûc ji serma û bê xwariniyê jiyana xwe ji dest dan, ew dixwaze bi vê yekê îradeya gelê kurd pişkîne. Lê em ji berxwedaniya gelê Kobanê hêz digrin ji ber ku gelê ku çeteyên DAIŞ şikandî wê bikaribe dorpêc û êrişan jî bişkîne. Bangewaziya me ji tevahî gelê kurd ên ku li seranserî cîhanê jiyan dike ew e ku li ser piyan bin, meş û mîtîngên xwe xurttir bikin, ji ber ku ev çalakiyên wan hêz û moral dide şervanên me.”

‘Gelê kurd tucarî serê xwe natewî ne’
Rêvebera Meclisa Jin a Kongira Islama Demokrat Pîroz Hemo diyar kir ku çeteyên girêdayî hikumeta demkî di bin navê islamê de kiryarên qirêj dikin û wiha got: “Gelek dewlet bang dikin bi demokratiyê lê mixabin di piratîkê de tu gavan na avêjin, di heman demê de dewletên erebî ji di bin navê islamê de zagonên nû derdixe li gor berjewendiyên xwe, tevî ku bi salan kiryar û komkujî li ser gelê kurd pêk tên lê mixabin rojekî jî yekî bertek ji bo gelê kurd nîşan nedaye. Lê bila dewlet baş bizanin ku em ne ew kurdên berê ne me ji tecrûbeyên bav û kalên xwe sûd wer girtine û em ê dev ji doza xwe bernedin. Ev kiryarên ku çete li dijî jinan pêk tîne ne tenê li ser jinên kurde bila herkes bizanibe ev kiryar di derheqê tevahî jinên cîhanê de tê kirin. Em bang li tevahî gelên ku banga insanetiyê dikin, em nabêjin bi navê islamê ji ber ku islam dînê aşîtiyê ye û derdora me dixwazin navê islamê xira bikin, em dibêjin ji wan kesên ku aşiqê aşîtî û rehmê ne pêwîste li hemberî vê zilma ku tê kirin li ser gelê kurd bisekinin. Gelê kurd tucarî serê xwe danayînin, bav û kelên me gotine em kurd in ser bilindin serê xwe dişkînin û erdê xwe distînin.”






