Viyan Egîd/Qamişlo
Dayika bi navê Cîhan Elî diyar kir ku di roja êrişên çeteyên hikumeta demkî di 18’ê Çileyê de kurê wê û hin hevalên wî yên şervan li Dêrazorê dîl ketin destê çeteyan de û wiha got: “Ez nizanim kurê min saxe yan jî şehîde. Roja ku agahî ji kurê min Rêwan hatiye qutkirin, ne roja min roj e, ne jî şeva min şev e.”
Dayika ku bi navê Cîhan Elî bi dilekî şewat behsa windabûn ango dîlgirtina kurê xwe yê ku ji aliyê çeteyên
hikumeta demkî û dagirkeriya Tirkiyê ve hatiye girtin dike. Kurê wê Rêwan Osman yê ku bi navê Rêko tê nasîn, di sala 2011`an li bajarê Qamişlo tevlî refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû û ji 18’ê Çileyê ve li Dêrazorê ji aliyê çeteyan hatiye dîlgirtin.
Dayika Rêwan (Cîhan Elî) diyar kir ku cara herî dawî di 18`ê Çileya 2026`an saat 12`ê nîvro de Rêwan bi telefonê pê re axivî ye û wiha domand: “Wî ji jin min re got ku rewşa wî baş e. Piştî wê, di danê êvarî de me bihîst ku Dêrezor ket destên çetan de û hin şervanên me dîl hatine girtin. Me li vir hewil da ku bi rêya telefonê xwe bighînin Rêwan, lê her cara ku em lê digeriyan, telefona wî girtî bû. Piştî çend rojan me agahiyên net girtin ku Rêwan ketiya destê çetan de û tu kes nizane li kurin.”
Dayika Rêwan ji me re hin agahiyên ku li ser kurê xwe wergirtine anî ziman: “Dema ku çeteyên Colanî êrişî Dêrazorê kirin, kurê min û hevalên xwe bi telîmatên hevalan vekşiyan, lê dema ku Rêwan û hevalên xwe derdikevin, êdî nasdikin ku hin hevalên wan yên jin jî hene û pêwîst e ku ew jî derkevin. Ji ber vê yekê Rêwan û 8 hevalên xwe vedigerin da ku hevalên xwe yên jin bi awayekî saxlem xilas bikin, lê mixabin li ser rê kemîn ji wan re hatibû çêkirin. Li gorî agahiyên ku ji me re hatin dibêjin ku Rêwan û hevalên xwe nêzî satekê di nava kemînê de man, piştre karîbûn xwe ji kemînê derbixin û berê xwe dan gundek ji gundên Dêrezorê, li vir berê xwe didin mala muxtarê gund, da ku wan li cem xwe veşêre, heya ku rêyek were pêydakirin û xwe xilas bikin. Lê bêbextî û xayin pir in, gor çavkaniyên ji me re gotin, Rêwan û her 8 hevalê xwe nêzî 3 satan di mala muxtar de dimîne û mixtar jî li wan baş mêze dikir hete ku dixwest rêyeke bi ewle ji wan re peyde bike. Piştî derbasbûne 3 sEatan nêzî 10 erebeyên çete li derdora mala muxtan kom bûn û mal kirine dorpêçê. Li vir hat nasîn ku cîranê muxtar agahî dane çeteyan ku were wan şervanan bigirin.”
Ev zêdeyî 15`e roj e ku çavê yadê Cîhan Elî li rêya kurê wê Rêwan e, di heman demê de her roj jî bi dilekî şewat li ser kurê xwe digrî û dibêjie, “Ez nizanim kurê min saxa yan jî şehîde, eger ku kurê min şehîd xistibin jî wê bi îşkenceye û zordarî hatibe şehîd xistin. Roja ku agahî ji kurê min rêwan hatiye qut kirin, ne roja min roje, ne jî şeva min şeve. Ez tenê dixwazin nasbikin kurê min di çi rewşê de ye û li kure, eger şehîd be jî bila agahiyê me çêbibe, ji ber em di navbera heviya verger û nevegera wî de dimirin.






