Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi ruhê komînal dayik xwarinê ji bo şervanan amade dikin

03/02/2026
in NÛÇE
A A
Bi ruhê komînal dayik xwarinê ji bo şervanan amade dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

Dayikên gundê Girbawî yê girêdayî bajarê Qamişlo diyar kirin ku ew her roj xwarinên germ ji şervanên li eniyên şer çêdikin û gotin, “Em di şev de parastina gund û axa xwe dikin û bi roj jî em xwarinê ji şervanan re amade dikin. Em bi hêza xwe bawer in û wê serkeftin bibe ya glê Kurd û Kurdistanê.”

Şervanên YPJ û QSD`ê ku li eniyên şer in li pêşiya çeteyên hikumeta demkî ya Şamê û dagirkeriya Tirk disekinin, tevahî gelê wan li pişta wan e. Li kantona Cizîrê dayik rojane xwarinê ji şervanên xwe re amade dikin û bi vî rengî tev li berxwedana parastina herêmê dibin. Dayikên gundê Girbawî yê girêdayî bajarê Qamişlo jî bi vê erkê radibin. Xwarina ku tê amadekirin jî, yekser ji şervanên li çeperên pêş re tên şandin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku dayik ne tenê xwarinê amade dikin. Di heman demê de jî bi şev her dayik li kolana xwe nobedê digire.

Di derbarê çêkirina xwarinê ji şervanên di çeperên pêş de û xweparastinê de, dayikên gundê Girbawî ji Rojnameya me re axivîn.

‘Em ê heta dawiyê li pişta şervanên xwe bin’

Leyla Şêro da zanîn ku ew weke dayikeke Kurd heya dawî wê piştgiriya şervanên xwe bike û wiha domand: “Ji bo jiyaneke azad û bi rûmet em ê heya dawî piştgiriya zarok û şervanên xwe bikin. Her wiha em îro li vir kom bûn ji bo xwarinê ji zarokên xwe re yê eniyên şer de amade dikin, ji ber ku hemî şervanên niha di xetên pêş yên cebhê de ne, keç û xortên me ne, em çi jî ji qan re bikin û pêşkêş bikin wê kêm be. ev 14`e sale ku gel û axa xwe ji qirkirin û êrişên hovîtiyê diparêzin. Bêguman di vê qonaxê de çi ji me were xwestin, em amade ne. Çi amedekirin xwarinê be, çi jî rakirina çekan be. Niha jî em dayikên gundê Girbawî, di heman demê de xort, keç û bav heya sibha nobet û parastina gund dikin, dema                dibe sibeh jî bê rawistandin dayik dest bi amadekirina xwarinê dikin, em xwarinên cur bi cur û germ ji zarok û şervanên xwe çêdikin. Em piştgiriya wen dikin, wê serkeftin ya me be. Em piştgirtiya şervanên xwe dikin heta dawî û em bi wan bawer in. Em tu carî ji welatên xwe dernakevin.”

‘Hevgirtin û îradeya me ji hêz, siyaset û planên dijmin mezintir e’

Leyla Şêro di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hebûn û yekîtiya jinan berxwedanek mezin e û wiha anî ziman: “Ji bo ku em ji şervanên xwe re di nava serma û seqemêde ne, em tevahê dayikêb gundê girbawî kom bûn ji bo xwarinên germ em ji wan re amade bikin. em çi jî bikin her em xwe kêm hîsdikirn pêwîst e em ked û gavên mezintir ji wan re bikin. di heman demê de em ê heya dawiyê deyndarê şervan û şehîdên xwe bin. Dijminê dinyayê yek e, li dijî mene. Lê wê ti hêz nikaribe hevgitina gelan û yekitiya Kurdan li hemû cîhanê bişkîne. Em berxwedana gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê silav dikin û ji bo doza Kurd her tim daxwaza vê berxwedanê dikin. Me di şoreşa Rojava de yekîtiya Kurdan serxist, ev yek cihê serbilndiyê de, niha dijmin ji yekêîtiya me di tirse, hewil dide ku tevlîhevî û fitne derbixin. Lê wê nikaribin, hevgirtin û îradeya me ji hêz, siyaset û planên wan mezintir e.”

‘Jinên li gundê Girbewaî hemû bi hevre alîkarin û yek destin’

Di heman çarçoveyê de Semîra Mehmûd wiha anî ziman: “Tevahî dayikên gundê Girbawî li hev kom bûne, da ku em xwarinê ji bo şervanên xwe yên di eniya pêş de amade bikin. tenê çêkirina xwarinê em ji şervanên xwe re têrker nabînin, hegere ku şer jî ji me were xwestin em ê bikin. Eger çeteyên hikumeta demkî û dewleta Tirk a dagirker gefan li me bixwe, lê bi me dayikan mabe em ê li ber xwe bidin heta dilopek xwîn di canê me de hebe, heta dawiyê em ê piştgiriya şervanên xwe bikin. em na rawistin, wê westandin ne ji me re be, ji ber vê yekê me jinan bi hevdû re biryar daye ku em parastina xwe û ya axa xwe dewam bikin, lê kêleka parastinê jî her roj em ê xarinê ji zarokên xwe yên şervan re çêkin. Em her kes berpirsiyarê parastina mal, tax, gund û bajarên xwe ne. Jinên li gundê Girbewaî ya girêdayî bajarê Qamişlo, hemû bi hevre alîkarin û di her alî de yek destin. Her wiha em hazirin ku zarokên xwe yên biçûk bê xwarin bihêlin, lê şervanên me yê di çeperên şer de bê xwarin nehêlin.”

‘Wê serkeftin bibe ya gelê Kurd û Kurdistan’

Semîra Mehmûd di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gel kurd kir ku ji bo Kurdan rabin û li her derî bibin yek û wiha pê de çû: “Em wekî jin bi hêvîne ku wê Kurdstana me were avakirin. Helbet Kurdistan jî wê bi ruhê kurdîtiyê û yekîtiya wan wan were avakirin, ez dayikek Kurdin û bang li tevahî kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî wê dikin ku bi yek helwest, deng, ruh û dest bin. Pêwîst e gelê Kurd di qadan de biherikin. Em zarokên vê axê ne, emê li vir bijîn û bibin palepişta zarokên xwe yên şervan. Ez ji şervanan re dibêjim ku em dayikên we ne û hûn jî zarokên me ne. Em bi hêza xwe bawer in û cîhan behsa hêza Kurdan dike û wê serkeftin bibe ya gelê Kurd û Kurdistan.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.