Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelê Dêrikê bi Merasîmeke girseyî heft cangoriyên xwe  oxirkir

02/02/2026
in NÛÇE
A A
Gelê Dêrikê bi Merasîmeke girseyî heft cangoriyên xwe  oxirkir
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Dêrikê merasîmên oxirkirinê yên heft canfedayên Kurdistanê bi rêzdarî li darxistin.

Meclisa Malbatên Şehîdan merasîmên oxirkirinê ji du şervanên YPJ’ê Destan Herekol û Agirîn Zap û şervanekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn Haşim Dêrik, du şervanên QSD’ê Birûsk Heftanîn û Heqî Azad, di heman demê de merasîmên xiyabî yên şervanê Hêzên Komandos Çiya Girkê legê û şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îsam Mihemed li bajarê Dêrikê li goristana Şehîd Xebat Dêrikê li dar xistin.

Di merasîmê de hemû şêniyên bajar û gundewarên wê endamên Saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn. Di destpêka merasîmê de hemû hazir xulek bêdeng li ser giyanê şehîd rawestiyan.

Paşê li ser navê Meclisa malbatên Şehîdan Hisên Remedan axivî û wiha got:  “Em ê xwedî li ged û rûmeta van şehîdan derkevin ji ber ku bi saya wan em gihiştine vê astê, van şehîdan sînor rakirin û herçar parçeyên Kurdistanê kirin yek. Ev ne tiştekî hêsane êdî gel nema bi tu tiştê dihizirê ji ber ku serkeftin nêzîk bûye, berxwedan û têkoşîna ku gel dikir encamên wê va ye li ber çava ye. Ji bo vê yekê em wek meclisa malbatên  Şehîdane m ê doza şehîdan biparêzin heya dawiyê, îro di Rojavayê Kurdistanê de em diqonaxên dîrokî re derbas dibin di hizûra fermandar Haşim de ku 35 sal ji temenê xwe di ber axa vî welatî re derbas kir, em bejna xwe ditewînin û li ser şopa wî ne erkê ku wî dest pê kirî em ê berdewam bikin.”

Di berdewamiya merasîman de li ser navê Fermandariya YPJ’ê Zinarîn Qamişlo axivî û wiha got: “Em li ser navê tevahî hêzên parastina şerf û kerametê em bejna xwe ditewînin, îro nalîna dayîkên me tê, kerib û azarên bavê me tê, ez li ser navê hemû hêzên parastinê dest û serê van dayîk û bavan maç dikim.  Raste we kezeba xwe daye û hun îro rondikan dibarînin, lê baş bizanin ez jî xemgînim ji ber ku 7 hevalêm min ên ku li kêleka min bûn şev û roj bar kirin û şûna xwe vala hêliştin. Ez ê soza berdewam kirinê bidim ku heya dilopek xwîn di canê min de hebê ez ê xwedî li xwîna van cangoriya derkevim û axa xwe biparêzim.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîdan hatin xwendin û malbatên wan hestên xwe anîn ziman û cenazeyên şehîdan spartin axê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.