Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelê Dêrikê ji bo parastina destkeftiyên Şorşa Rojava meşek li dar xistin

01/02/2026
in NÛÇE
A A
Gelê Dêrikê ji bo parastina destkeftiyên Şorşa Rojava meşek li dar xistin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Dêrik

Şêniyên bajarê Dêrkê ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava û yekîtiya gelê kurd li seranserî cîhanê bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Rojava, Bijî Yekîtiya Gelê Kurd’ meşeke girseyî li dar xistin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bi boneya “1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanî” û bilindkirina berxwedanê meşek girseyî li dar xistin. Saziyên civakî, partiyên siyasî, di heman demê de hemû şêniyên bajêr û gundewarên Dêrikê beşdarî meşê bûn.

Meş ji Qada Azadî bi diruşmeya ‘Bijî berxwedana şervanan û Yekîtiya Gelê Kurd’ dest pê kir û li navenda ciwanan veguherî mîtîng.

‘1‘ê Sibatê di dîrokê de hat qeydkirin’

Di destpêka mîtîngê de her kes deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan rawestiyan, paşê li ser navê Tevgera Civaka Demokrat Ebduselam Ehmed axivî û wiha got: “Bi navê gelê Dêrikê em şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê bibîr tînin, ew bûn nimûne di cîhanê de ku bi saya wan gelê kurd hemû bûn yek. Tê dîtin ku çawa pilanên qirêj li ser gelê kurd pêk hatin û xwestin komkujiyan li ser wan de pêk bînin. Hemû dewletên derdorê xwestin îradeya gelê kurd bişkînin, lê gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li ewropa xwe isbat kirin bi îradeya xwe ya xurt. Bi hezarên salan pilan û xefik li ser gelê kurd dimeşandin, lê 1‘ê Sibatê di dîrokê de hat qeydkirin ku gelê kurd yeke û wê mafê xwe biparêze û şoreşa xwe bilind bike, em ê berxwedana xwe misoger bikin û xwedî li axa xwe derkevin, ji ber ku em gelekî aştî xwazin.”

‘Em şenslîne ku me îro yekîtiya kurdan dît’

Di berdewamiya mîtîngê de li ser navê qenala Kurdistan a Başûrê Kurdistanê Zana axivî û wiha got: “Gelê me yê berxwedêr ev çend rojin ez ji Silêmaniyê hatime û bi hezaran silav û hestên gelê wir ji bo we bi xwe re aniye. Bila gelê Rojavayê Kurdistanê baş bizanibe ku rih û canê me li gel weye, em şenslîne ku me îro yekîtiya kurdan dît. Tu carî nehizirin ku hûn bi tenê ne, heger pêwîstî hebe em ê ji şûna kamîre û mayîk çekan hilgirin û li kêlek şervanên xwe di çeperan de şer bikin.”

Meş jî bi moral û hestekî bilind bidawî bû. 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.