Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi hezaran şeniyên Qamişlo di çarçoveya çalakiyên 1’ê Sibatê de meşek girseyi li darxist

01/02/2026
in NÛÇE
A A
Bi hezaran şeniyên Qamişlo di çarçoveya çalakiyên 1’ê Sibatê de meşek girseyi li darxist
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişloyê di çarçoveya çalakiyên 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê de, meşiyan û bi yek dengî gotin, “Yek e, Yek e, Yek e, Gelê Kurd yek e.”

Îro, şeniyên bajarê Qamişlo ji bo xwedîderketina mafê gelê Kurd di Rojavayê Kurdistanê de meşeke girseyî lidar xistin.

Di meşê de sazî, rêxistin, hunermend û bi hezaran şêneyên bajarê Qamişlo beşdar bûn. Herwiha di meşê de alên Kurdistanê, YPJ’ê û YPG’ê û herwiha wêneyên Şehîdan hatin hildan. Di heman demê de bi siloganên “Bijî Berxwedana Rojava” hat berz kirin.

Meş ji çerxereya Sonî dest pê kir û li Çerxereya Şehîdan veguherî mîtingê. Dema ku veguherî mîtingê destpêkê deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawestdandin.

Piştire li ser nave saziyên sivîl Hevseroka TV-DEM’ ê Remziya Mihemed axivî û wiha got: “Îro berxwedana gelê Kurd kêlî bi kêlî mezin dibe. Silav ji bo gelê Qamişlo, Efrînê û berxwedana Şêx Meqsûd û Kobanê. Herwiha silav ji bo berxwedana gelên me yên Başûr û Rojhilat ku îro li Qamişlo ne, em wan silav dikin. Em ji tevahî Cîhanê re dibêjin em Kurdin, em hene û em ê hebin. Heya ku ev ax hebe em ê parastina wê bikin û tucarî terka wê nakin. Ev meşa me ya îro ji bo parastina nirxê şoreşê ye û ji bo destkeftiyên şoreşa Rojava ye û herwiha ji bo destikdayîna hêzên me yên YPJ’ê û YPG’ ê ne. îro hebûna me YPG’ê û YPJ’ê ye. Çawa ku ev hêzên me deqe bi deqe li hemberî DAIŞ’ ê û desthilatdariyê gelê xwe parastine em tucarî berxwedana wan ji bîr nakin.  Silav ji hemû hêzan re ku îro piştgiriya gelê xwe dikin ku her tim li qada ne. Lê belê ne tenê li vê qadê ji me tê xwestin ku em îro bisekinin û netenê bi silogena ‘Bijî Berxwedana Rojava’ em rûnin, îro roj em dîrokê dinivisînin. Çawa me dest bi şoreşa Rojava kir em ê serkeftina wê jî bidest bixînin.”

Piştire jî hevserokê Kongra Navnetewî Kurdistanî Ehmed Qaramûs axivî û wiha got:” Silav ji bo Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Amed, û silav ji hemû parçên Kurdistanê re. Tevahî Kurdên Cîhanê ku îro ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê ji Keneda heya Ustiraliya û ji Amarîka heya Japoniya û herwiha li tevahiya Kurdistanê û Cîhanê gelê Kurd ji bo parastina Rojava hemû li qadan bûn. Gelê me yê bi rûmet we bi berxwedaniya xwe û bi îradeya xwe we gelê Kurd rakir li ser piyan. Ji xwe îro 1’ê Sibatê roja Cîhanî ya ji bo piştgirya Rojavayê Kurdistanê hetiye ragihandin. Em wek Kongra Navnetewî Kurdistan li ser navê herçar parçeyên Kurdistanê em Kurdên derveyî welat ji bo vê berxwedanî û têkoşîna wan silav û hezar carî silav dikin.”

Paştire Hunermend Diyar axivî û wiha got:” Em we silav dikin û bejna xwe li ber sekina we ditewînin. We îro ji hemû dost û dijminên Kurdan re da xuyakirin ku gelê Kurd çawa dikare axa xwe biparêze. Di heman demê de Rojava malbatên şehîdan e û xuşik û birayên şehîdan e. Em ê hertim Kurd li beramberî êrişan her tim li ber xwe bidin. Îro dijmin dixwaze îradeya gelê Kurd bişkînin û me bixin kolan ê, lê niha gelê me da diyarkirin ku em dikarin li ber xwe bidin û bi hêza xwe li hemberê dijminê xwînxwar welatê xwe biparêzin.”

Paşê jî hunermendekî ji Silêmaniyê peyama xwe ji bo gelê Kurd anî ziman.  Herwiha Piştî axaftinan, hunermend Şemdîn ku ji Awrûpa hatibû sitiraneke xwe pêşkêşî gel kir.

Di dawiya meşê de hunermendên Kurdistanê bi stranên xwe yên xweş anîn li ser ziman.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.