Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star: Hêzên dagirker nikarin îradeya jina azad bişkînin

31/01/2026
in NÛÇE
A A
Kongra Star: Hêzên dagirker nikarin îradeya jina azad bişkînin
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Bi beşdariya jinên ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê Kongra Star li bajarê Qamişlo çalakiyeke pirotestoyê lidar xist û tê de tekez kir ku wê tu hêz nikaribe îradeya jina azad bişkîne.

Îro, Kogra Star çalakiya protêstoyê li ber Çerxerêya Darê ya nêzîkî Stadyoma 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo lidarxist. Di çalakiyê de li ser banga kampanyaya “Jin Rojava Diparêzin”, jinên ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê hazir bûn. Beşdaran piştgiriya xwe ji bo meşa navneteweyî ya bi armanca parastina destkeftiyên şoreşa jinan û hevgirtina xwe bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê re tekez kirin.

Di destpêka çalakiyê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan  hat rawestandin.

Piştire rêveberiya Kongra Star Rîhan Loqo axivî û wiha got: “Ji qada jina azad û ji qadên şoreşa jinê em berxwedana Hêzên Parastina Jin YPJ’ ê ku bê navber li hember dagirkeriyê, qirkirin û desthilatdariyê li ber xwe dan silav dikin û em dibêjin bijî berxwedana YPJ’ê. Bi navê tevahî jinên azadîxwaz û jinên ku di tevahî qadên têkoşîna jin, qadên şoreşa jin û qadên berxwedan û rûmetê de ku bê navber li hember hişmendiyên dagirker ku dixwazin dîroka jinan tune bikin, berxwedana YPJ’ê silav dikin. Jinên Kurd bi çirûska yekê li hember van hişmendiyan bi cesaret û bi rihê felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi berxwedaniyeke mezin derketin qadan û bi dengekî bilind felsefeya jinê bilind kirin û gotin, ” Wê sedsala 21’an sedsala jinan be.”. Ev sîstema ku jinan pêşengtiya wê kir di aliyên siyasî, leşkerî, civakî û îdarî de bûn nimûneyek ji bo tevahî Cîhanê.”

Rîhan Loqo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêl bi pêl şoreşa jinan di asta navnetewî de hate xuyakirin. Di heman demê de têkoşîna jinên Suriyan, Ermen, Ereb, Êzîdî û Kurd êdî bû hevgirtineke jinan li beramberî sedsala ku dixwazin jinan tune bikin, jinan yekîtiya xwe ava kirin û li hemberî sîstema dagirkeran ku xwestin îradeya me tune bikin lê nikarîbûn hebûna me tune bikin. Îro tê diyarkirin ku sîstemên dagirker li dijî hebûn û sîstema jinên azad in. Herwiha îro civakeke heye ku jin pêşengtiya wê dike, ne bi topên wan û ne jî bi hişmendiya wan nikarin îradeya jina azad bişkînin. Êrişên wan li dijî nasnameya jinan û ji bo qirkirina jinan e, lewma jî qirkirina li ser gelê Kurd qirkirina li ser jinên Kurd e, lê li hember vê em wek Kurd û Jinên Kurd tucarî li hember van êrişan nayên şikandin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.