Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Alîkariyên tên pêşkêşkirin barê koçberan sivik dike

31/01/2026
in NÛÇE
A A
Alîkariyên tên  pêşkêşkirin barê koçberan sivik dike
Share on FacebookShare on Twitter

Viyam Egîd/Qamişlo

Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa diyar kir ku jimara koçberên derbasî Cizîrê û Kobanê bûne bûne 200 hezar kes e, “Em bi hevkariya dezgeha Xêrxwazên Berzanî alîkariyê li ser koçberan belav dikin, alîkariyên ku tên belavkirin jî tenê ji aliyê gel Kurd ve hatiye şandin.”

Heva Sor a Kurd ji 6`ê Çileyê ve û heya roja îro ji bo koçberên ku berê xwe dane kantona Cizîrê û birîndaran ne rawistuya ye. Di nava gef û êrişên ku li ser Rojava tên kirin, Heyva Sor a Kurd bi hemû hewledanên xwe di nava kar û xebat de ye, herwiha bi hevkariya dezgeha Xêrxwazên Berzanî alîkariyê li ser koçberan belv dikin û dixwazin bi ruhê Kurdîtiyê barê koçberan sivik bikin.

Li gor agahiyên Dezgeha Xêrxwazên Barzanî ku ji Başûrê Kurdistanê hatiye alîkariyên mirovî û tenduristî ji koçberên bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên li bajarê Qamişlo pêşkêş dikin. Ev yek di çarçoveya sivikirina zehmetî û êşên malbatên ji ber koçberiyê zirar dîtine de, pêk tê. Dezgehê serdana gelek navendên koçberan ên li bajêr û gundewarê wê kir. Tîmên Tibî yên dezgehê nexweş kontrol kirin, derman  û şîr li zarokan belav kirin, li kêlek wê jî bi hevkariya Komîteya Sotemeniyê ya bajêr mazot jî belav kir.

Di derbarê mijarê de hevserokê Heyva Sor A Kurd Dilgeş Îsa ji Rojnameya me re axivî.

‘Hedefgirtina tîmên tendirustiyê sûcên şer e’

Dilgeş Îsa di dstpêka axaftina xwe de diyar kir ku di şeran nabe tîmên tendrustiyê werin hedefgirtin û wiha domand: “Heyva Sor a Kurd di destpêka êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşfrefiyê de gelek caran bangewaziya seknanadina şer ji bo gihandina alîkariyan ji gelê wan taxan re kir, ji bo ku hêzên çekdar yê hikûmeta demkî gelek nexweşxaneyên ku sivîl tê de tên dermankirin hatin hedefgirtin. Di ti şerî de nabe tîmên tendirustiyê ango nexweşxane werin hedifgiritin, ji ber ev dibe sûcên şer yên herî xeternak. Lê me dît ku çawa çeteyên hikumeta demkî û dagirkeriya Tirk her kes û her tişt kir hedef û mîna hovan êriş kirin. Ruxmî ewqas gef û êrişan jî hewildanên Heyva Sor a Kurd jî di vê çarçoveyê de hebû ku ev êrişên hovane li ser sivîlan were seknandin û alîkarî bighêje wan. Tevî êrişên dijwar yên hikûmeta demkî em ranewestiyan û me alîkariyên tendrustî ji bo birîndarên Taxan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi du ambolansan gihandin heya deriyê Dêrhafirê, lê ji ber ku rê hatibûn girtin me nikarî bû ku derbas bibin. Lê me hewldanên xwe kir da ku wan birîndaran derbasî cihekî bi ewle bikin. Di 10`ê Çile de ew birîndarên her du taxan derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.”

‘Nêzî 200 hezar kes koçberî kantona Cizîrê û Kobanê bûn’

Hevserokê Heyva Sor a Kued Dilgeş Îsa di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hijmara koçberan û alîkariya ku hatiye pêşkêşkirin û wiha pê de çû: “Şer her roj dijwartir dibû û gihişt herêmên Firatê giştî, bi vê yekê gel carek din rastî Koçberiyê hat. Gelê me yê ku berî niha rastî koçberiyê hatine, hijmara wan pir mezin bû û dema şer gihişt heya derdorî bajarê Hesekê hemû gel koçberî bajarê Qamişlo û heya ber sînorê Sêmalka li Dêrikê bûn. Hijmara koçberan pir mezin e di asta ku wek Rêveberiya Xweser û Heyva Sor jî nikarî bû vî barî rake. Rastî di vî şerî de gelek alozî û gef li ser sivîlan ji aliyê çeteyên hikûmeta demkî ve hatin kirin. Niha di vê demê de li bajarê Qamişlo û hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê koçber di Dibistan, mizgeft û holên mezin de hatin bi cihkirin, herwiha gelê bajaran bi xwe jî deriyê xwe ji xelkê koçber re vikirin û her malbatek nêzî du malbat û sê malbat hewandine. Hijmar hîn nehatiye zelalkirin lê xelkê ku derbasî van herêman bûye nêzî 200 hezar kes e. Ji van nêzî 45 hezar kes ber bi bajarê Kobanê ve çûn û niha jî bajarê Kobanê di dorpêçê de ye û şerek dijwar derdora wê heye. Hêviya me ew e ku ev gelê ku koçber bûne ji bo wan hewildan werin kirin da ku tendrûrstiya wan saxlem bimîne. Ji xwe ev alîkariyên ku niha ji Kurdên me yê Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava dibe ev bo me cihê serbilindahiyê ye. Ji destpêka êrişan û koçberiya dawî çêbû, em û dezgeh û kenalên li Başûrê Kurdisatn bi awayekî hevpar û komînal alîkariyê belav dikin. Alîkariya hatî tenê ji aliyên Kurdan ve bû.”

Bîlancoya dawî ya alîkariyên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê ev in:

–  Hijmara kemiyonên alîkariyê yên ku derbasî Rojava bûne 255 in

–  Hijmara karmendan 478 in

Bîlancoyên alîkariyên cihreng:

  • Hijmara malbatên ku alîkarî wergirtin 7 hezar û 475 in
  • Hijmara dibistanan 160 in
  • Hijmara mizgeftan 9 in

Bîlancoya alîkariya sotamaniyê:

  • Hijmara malbatên ku mazot wergirtin 6 hezar û 850 in
  • Belavkirina qaseya sotemaniyê ji koçberan re 241 hezar û 632 litr e.
  • Hijmara dibistanan ku sotemenî lê hatiye belavkirin 178
  • Hijmara mizgeftên ku sotemenî lê hatiye belavkirin 19 .

Bîlancoya xwarina gerim:

–  Xwarina germ li ser 25 hezar û 589 kesan hatiye belavkirin.

  • Hijmara dibistanên ku xwarina germ lê hatine belavkirin 69 in.
  • Hijmara mizgeftên ku xwarina germ lê hatine belavkirin 5 in.

Bîlancoya tîmên tendirustiyê:

  • Hijmara malbatên ku alîkariyên tenduristiyê wergirtine 3 hezar û 541 malbat in.
  • Hijmara dibistanên alîkariyên tenduristiyê lê hatine belavkirin 47 in
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.