Viyan Egîd/Qamişlo
Koçberên li Qamişlo diyar kirin ku hin koçber heya niha tu alîkarî ji wan re nehatiya pêşkêşkirin û gotin, “Zarokên me ji serma nexweş ketine, pêwîst e rêxistinên aleqedar bi erkên xwe yên mirovî rabin.”
Weke tê zanîn piştî êrişên çeteyên HTŞ`ê û dagirkeriya Tirk li ser Reqa û Tebqayê koçberên Efrînê yên li kampan bûn berê xwe dan bajarê Qamişlo. Rêveberiya bajar li gorî derfetên xwe koçber bicîh kirin û alîkariyê belav dike. Herwiha alîkariyên ku ji Başûrê Kurdistanê gihîştiye Qamişlo li koçberan tên belavkirin. Lê ji ber ku hejmara koçberan zêde ye û sermayek dijwar heye bûyerên bi êş tên jiyankirin û heya niha hin malbatên koçber hene ku alîkarî ji wan re nehatiya pêşkêşkirin. Li Qamişlo piraniya dibistanan ji bo koçberên ku piraniya wan xelkên Efrînê ne, dibistan hatine vekirin. Lê pêdiviyên wan yên jiyanî pir kêm in, bi taybet ava vexwarinê, cil û amûrên germkirinê.
Di daerbarê mijarê de koçberên Efrînê yên ku li bajarê Qamişlo bicih bûne ji rojnameya me re axivîn.
‘Em di gelek zehmetiyan jiyan dikin’

Koçbera bi navê Nezîra Çolaq di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku heya niha ti rêxistinan li rewşa wan nepirsiye û wiha got: “Koçberiya Efrînê sala 2018`an bû. Em li Şehbayê heft salan di bin çadiran de man. Helbet pir zehmet bû, baran bû, serma bû, germ bû. Piştî wê em derketin em hatin Reqayê. Li Reqayê jî êriş çêbû, êriş jî ji aliyê çeteyên hikumeta demkî û dagirkeriya Tirk ve hat kirin. Di dema dawî de dema me xwest ji Reqa û Tebqa derkevin da ku em berê xwe bidin bajarên bi ewle, çeteyan êrişî koçberan kirin û erebên me bombebaran dikir. Heta ku gelek ji koçberan birînadar bûn, heya niha gelek kes di nava me de hene li erdê ne, ji ber birînên xwe nikarin rehet tevbigerin. Niha jî em hatine bajarê Qamişlo, zarokên me ji serma nexweş ketine, ne soba ne jî mazot heye. Heya vê satê tu rêxistinên alîkariyê nehatine cem me û rewşa me nedîtine. Em di nava gelek zehmetiyan de ne. Ji ber vê yekê em bang li hemû rêxistinên mirovî dikin ku çarekê ji me re bibînin û van zarokan ji mirinê dûr bixin.”
‘Berxwedan Jiyana’

Koçberê bi navê Mihemed Hisên jî behsa jiyana jiyana koçberiyê kir û wiha got: “Jiyana koçberiyê gelek dijwar û zehmet e. Pirsgirêka sereke em dibînin ku sermayekî pir hişk heye û cihekî ku em xwe lê gerim bikin tune ye. Heya niha piranî ji me di erebeyên xwe de û li ber vê sermayê xew dike. Heya kengî em ê di vê rewşê de bin. Bila hin rêxistinên alîkariyê werin reşa me bibînin. Ev zêdeyî 15 rojan em li vir in, lê tu kes rewşa me ne pirsiye, em jî mirovin û pêdiviyên me û zarokên me bi jiyan kirinê heye. Ma heya kengî em ê bibêjin wê çêbibe û em tiştek nabînin. Her em berxwe didin, her em bi diruşmeya Berxwedan Jiyane em dijîn. Lê kêleka vê berxwedaniyê pêwîste hin kes li te û rewşa te mêze bikin. em dîsa dibêjin berxwedan jiyana, em ê heya dawî li ber xwe bidin. Banga me jî ji hemû saziyên mirovî heye ku bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî ve rabin.’
‘Me jiyan ne dît, me tenê şer û koçberî dît’

Di heman demê de zarokek koçber a bi navê Reşmal Reşo ku 8 salî ye bi dilekî şewat anî ziman ku çi sûc û sedema heye ew û hevalên xwe ji dibistan û siberojê qut bibin û wiha pêde çû: “Me jiyan ne dît, tişta ku me di vê jiyanê de dît, şer û koçberî bû. Her wiha heya roja îro em di rewşa koşberiyê jiyan dikin. Dema ku em zarokan dibînin diçin dibistanê û di nava dermê û malên xwe de. Li vir em xwe lêpirsîn dikin. Çima em jî ne wisa, me çikiriye hey ku jiyan wiha bi me re bêbexte. Êdî em jî dixwazin di nava jiyanekî aram û saxlem de bijîn. Em şer û koçberî nema dixwazin. Bi hêvî me ku ev dewletên li ser hisabên me berjewandiyên xwe dimeşînin, bila êdî wijdanê wan bi êşe ku pêşeroja me zaroka winda dikin.”






