Lîloz Hisên/Qamişlo
Bi amadebûna bi hezaran ji şêniyên bajarê Qamişlo, ji bo şehîd Ehmed Omer yê ji Başûrê Kurdistanê merasîmeke bi heybet hat lidarxistin.
Ji bo parastina Rojava û hevgirtina gelê Kurd, li seranserî Kurdistanê keç û xortên kurdan sînor şikandin û xwe gihandin Rojavayê Kurdistanê bi raghandina serferberiya giştî ji bo parastina rûmeta gelê kurd, şehîd Ehmed Omer jî yek ji wan xortan bû ku berê xwe da qada şer li gel birayên xwe yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê. Li bajarê Hesekê ew bi balafireke keşfê ya hikumeta demikî ya Şamê hat hedefgirtin û gihşt asta şehadetê.

Li bajarê Qamişlo bi hezaran welatî ji bo oxirkirina şehîd Ehmed Hêmen Omer li gorîstana şehîd Delîl Sarûxan amadebûn. Merasîmê oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê, piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mesûm Hesen axivî, di axaftina xwe de diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyeke giran û zehmet de derbas dibe û wiha berdewam kir: “Dijminê me biryara tunekirinê li ser me da ye, ji ber vê yekê gelê Kurd yekîtiya xwe ya dîrokî da çêkirin. Di berxwedana gelê Rojava de biryara seferberiyê hat ragihandin, bi sedan ji ciwanên kurd ji her sê parçeyên Kurdistanê tevlî bûn, îro ev hikumeta demikî dixwaze heyfa xwe ji gelê kurd hilîne di têkçûna DAIŞ’ê de, li hember vê yekê bersiva gelê Kurd û Kurdistanê parastina destkeftiyên bi hezaran şehîdan ne. bi her derfetî em parastina nirxê xwe bikin û keda van salan wê bi hêsanî têk neçe.”

‘Şehîd Ehmed bû sembola pêvajoya serferberiyê’
Li ser navê Rêveberiya Xweser ya kantona Cizîrê Jiyan Hesen axivî û wiha anî ziman; “Bi navê hemû gelê Rojavayê Kurdistanê, em bejna xwe li hember şehîd Ehmed Hêmen Omer ditewînin û sersaxiya malbata şehîd û gelê Kurdistanê dikin. Di seferberiya ji bo Rojava de ku gelê wê di qirkirinê derbas dibû, yê ku bi hewara kurdan hat dîsa kurd bû û xwedî li hev derketin, van şehîdan sînor nasnekirin û derbas kirin ji bo parastina gelê xwe. Di şexsê şehîd Ehmed îro Mihabad, Urmiye, Amed, Hewlêr û Kerkûk li vir e, şehîd Ehmed bû sembola pêvajoya serferberiyê, bila dilê gelê kurd reht be wê ev berxwedan berdewam be û soza xwe tekez dikin wê Kurdistan yek be.”

‘Roja 1’ê Sibatê weke Roja piştgriya Rojavayê Kurdistanê em ê raghînin’
Li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê Ehmed Karamûs jî axivê û wiha got: “Silav ji her çar beşên Kurdistanê, em sersaxiyê ji hemû gelê kurd dixwazin bi şehdeta Ehmed Hêmen Omer. Şehîd Ehmed bi bengewaziya seferberiya ji bo Rojavayê Kurdistanê demildest ket sengerê Kurdistanê. Berxwedana Rojava rûmeta her çar parçeyên Kurdistanê diparêze, bila şek û gumana tu kesî tune be şehîd ne şehîdên Rojava tenê ne lê yên Kurdistanê bi giştî ne, yên rûmetê, nasname û xaka pîroz ne. Li hemberî gelê Kurdistanê hemû hovîtî hat kirin bi mebestên qikirin û koçberkirina gelê kurdistanê, gelê kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê û di cîhanê de ji bo piştgiriya Rojava rabûne ser piya. Em ê weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê 1’ê Sibatê weke Roja piştgriya Rojavayê Kurdistanê raghînin.”






