Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Qamişlo 11 Şehîdên azadiyê hatin oxirkirin

28/01/2026
in NÛÇE
A A
Li Qamişlo 11 Şehîdên azadiyê hatin oxirkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Bi amadebûna bi hezaran welatiyên Qamişlo, li goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo merasîmeke girseyî ji bo oxirkirina 11 şehîdên azadiyê ku di cih û demên cûda de şehîd bibûn, hat lidarxistin.

Îro li goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo 11 şervanên jin û mêr ku di dem û cihên cûda de şehîd bibûn, bi merasîmekî girseyî hatin oxirkirin. Merasîm bi beşdariya hezaran ji sivîl, endamên sazî û meclisên Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerîhat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat destpêkirin. Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şêro Şero axivî û wiha got: “Di kesayetiya van şehîdan de, em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û li ber qurbaniyên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Şehîd ronahiya jiyana me û rêya berxwedanê ne. Em ê li ser şopa van şehîdan bimeşin û em ê her tim piştgiriyê bidin Hêzên Sûriyeya Demokratîk heta ku dagirker û terorîst ji axa me werin derxistin û serkeftin pêk were. Peyv kêm dibin, ji ber ku em li cem şehîdan in, em îro li vir in da ku ji qurbaniyên wan hêz û biryardariyê bistînin û rêya azadî û şoreşê bidomînin.”

Herwiha Endama Fermedariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Rohilat Efrîn axivî û wiha got: “Şehîd ew kes

in ku agirê serhildanan pêxistin û li şûna ku em hîdadê ji bo wan bigirin, em vê cejna qehremanî ya ku ji hêla van qehremanan ve hatî damezrandin, dayik, bav û malbatên şehîdan pîroz dikin. Van şehîdan û yên beriya wan, beşên herî bilind ên têkoşînê nivîsandin, bi wêrekî bê şik û guman li hember dagirkerê Tirk û çeteyên wê derketin heta ku gihîştin asta şehadetê. Bi saya vê îradeyê û berxwedana qehremanî, Tirkiye û çeteyên wê dê nikaribin axa me kontrol bikin. Dozek ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan nayê têkbirin û em in ku bi saya şehîdan jiyanê ji mirinê diafirînin. Şehîdên me, yên ku milkê xwe yê herî hêja dan û axa me bi xwîna xwe av dan da ku malbat û gelê wan bijîn û Kurdistanek azad bijî.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Piştre bi silogan û tilîlîyên dayîkan şehîd sipartin axê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.