Navenda Nûçeyan
Ji bo qirkirina gelê Kurd û tekbirina destkeftiyên Şoreşa Rojava, çeteyên hikumeta demikî ji 16’ê Çiliyê ve êrişî Rojavayê Kurdistanê dikin. Tevî ragihandina agirbestan jî lê çete êrişên xwe berdewam dikin.
Piştî êrişên çeteyan yên ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û dagirkirina her du taxan, di 14’ê Çile de çeteyan dest bi êrişên li ser bajarokê Dêrhafir û Meskenê yên girêdayî bajarê Tebqayê kirin, çeteyan bi awayekî hovane bisazî û malên welatiyan kirin armanc.
Ji bo rêgirtina li ber êrişên çeteyan û pevçûnan, di 16’ê Çileyê de şandeyek ji Koalîsyona Navneteweyî û fermandarên QSDˊê çûn bajarê Dêr Hafirê ya kantona Tebqayê û di navbera wan de civînek pêk hat û di encamê de QSD’ê biryar da ku xwe ji Dêrhafir û Meskenê vekişîne û hêzên xwe li Rojhilatê Firatê bicih bike.
Piştr Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî diyar ki ku li ser bingeha bangên welatên dost û navbeynkaran, bi armanca nîşandana niyeta wan ya baş ji bo temamkirina pêvajoya entegrasyonê û pabendbûna wan ji bo bicihanîna şertên peymana 10’ê Adarê, wan biryar da ku hêzên xwedi 17 Çileyê saet 07:00’an sibehê ji herêmên niha yên bi ser rojhilatê Helebê ber bi herêmên rojhilatê Firatê ve vekişînin.
Piştre QSD’ê di çarçoveya pêkanîna biryarê de, dest bi vekişîna hêzên xwe ji herêma pevçûnan a rojhilatê Helebê li Dêrhafir û Meskenê kir.
Hatibû lihevkirin ku piştî vekişîna hêzên QSD’ê, hêzên çeteyên hikumeta demikî derbasî bajarên Dêr Hafir û Meskene yê rojhilatê Helebê bibin. Lê çeteyan bendên lihevkirinê binpê kirin û beriya temambûna vekişîna hêzên QSD’ê, derbasî her du bajaran bûn û êrişî xalên şervanên QSD’ê kirin, çeteyan xwest ku şervanên QSD’ê dorpêç bikin û di encamê de şer derket. Herwiha hin şervan hatin dorpêçkirin û şehîd û birîndar jî çêbûn.
Çeteyên hikumeta Şamê di 17’ê Çileyê de dest bi êrişek berfireh li ser Tebqa, Reqa, bendava Tişrîn, Dêrazorê û Başûrê Hesekê kir.
Agirbesta 18 Çile
Di 18’ê Çileyê de Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê li tevanî eniyan agirbest ragihand. Ev agirbest, li ser bingeha rêkeftina di navbera hikumeta demkî û QSDˊê de hatiye îmzekirin, hat ragihandin. Lê çeteyan agirbest binpêkirin û êrişî girtîgeha Eqtan a li bajarê Reqayê kirin ku bi sedan DAIŞ’î tê de hebûn. Di heman rojê de çeteyan êrişî Eyn Îsa, Şedadê û Reqayê kirin.
Li aliyê din jî çeteyên hikumeta demkî hewl didin bajarê Kobanê dorpêç bikin û di encama bersivdayîna şervanên QSD û YPJ’ê de şereke dijwar derket û çeteyên derbeyên xwarin. Şervanên QSDˊê êrişeke çeteyên hikumeta demkî li herêma Çelebiyê yê gundewarê Kobanê jî têk bir, hejmareke çete kuştin û 5 girtin. Di heman demê de çeteyan avahiya sewalvaniyê ya li bajarê Til Temirê topbaran kirin.
Piştî bi seatekê li gundê Xan Memed ê Çelebiyê yê Kobanê, dema çeteyan xwest bikevin gund, di navbera gel û çeteyan de pevçûn derket. Di encamê de zêdetirî 20 çete hatin kuştin.
Di 20 Çileyê çeteyan 5 caran êrişî gundewarê Sirînê kirin û di bersivdayîna QSD-YPJ êriş hatin şikandin û di encamê de 7 erebe û 4 panzêr hatin îmhakirin û 4 dron hatin xistin.
Di heman rojê de li gundewarê bajarê Hesekê jî çeteyan dema ku xwestin êri bikin, şervanên QSD û YPJˊê li wan dan û wesayîteke leşkerî ya çeteyên hat rûxandin. Şervanên QSD û YPJˊê li herêma Bendava Tişrînê jî 5 caran hewldanên derbasbûna konvoyên çeteyên hikumeta demkî têk birin û 6 çete hatin kuştin.
Li başûrê Kobanê, Pira Qereqozaq, gundê Til Barûd ê başûrê rojavayê Hesekê, kampa Holê, bajarokên Til Hemîs û Til Birak çeteyan bi çekên giran êriş kirin û rastî bersiveke tund a şervanên QSD-YPJ hatin û di encamê de windahiyên mezin yên çeteyan çîbûn.
Di heman rojê de li bajaroka Til Koçer ê Kantona Cizîrê û riya Hesekê Reqa jî çeteyan êriş kir, şervanan jî bersiveke tund dan êrişê çeteyan.
Di 21’ê Çileyê de komên çete êrişeke mezin birin ser bajarê Sirînê û gundên Cadê, Qubê û Hemdaş ên bajarê Kobanê. Herwiha bajarokê Zergan û Til Temir jî rastî êrişê çeteyan hat.
Di 22 Çileyê de komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê êrişeke mezin birin ser bajarê Sirînê.
Di 24 Çileyê de çeteyan bi 2 dironên xwekuj êrişî gundên Sefa yê başûrê bajarê Çilaxayê kirin û di encamê de 2 şervan birîndar bûn û dronek hat xistin.
Agirbesta 15 rojan
Di Roja 24’ê Çileyê saet 23: 00 de QSDˊê ragihand ku bi navbeynkariya navneteweyî wê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser dirêjkirina dema agibestê bo 15 rojan li hev kir, di heman demê de diyalog jî dewam dikin. Lê li gorî tê texmînkirin wê ev agirbest jî ji aliyê çeteyan ve bê binpêkirin.






