Viyan Egîd/Qamişlo
Dayikên bajarê Hesekê diyar kirin ku baweriya wan bi hêz û gelê wan heye, li hemberî êrişên qirkirinê yên dagirkeriya Tirk û çeteyên HTŞ`ê jî ew ê serî netewînin û wiha gotin: “Ji bo jiyaneke azad pêwîst e berxwedanî were kirin.”
Parastina polîtîka, parastina civaka exlaqî û polîtîk e. Ya rast civakeke ku nikaribe xwe biparêze, wê wateya xwe exlaqî û polîtîk winda bike. Ew civak ya hatiya mêtandin an jî heliyaye û riziyaye; li hember vê yekê ya li ber xwe dide yan jî dixwaze nasnameya exlaqî û polîtîk ji nû ve bi dest bixe û xebatbarî bike. Parastin di navê vê pêvajoyê ye. Civakeke ku dixwaze di xwe de israr bike, her cure mêtandin û zextan red bike, encax vê yekê bi derfet û saziyên parastina cewherî pêk bîne. Wê van hêzan ji bo ku hebûna xwe biparên bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Lewre, wê parastina cewherî wekî daxwazeke civakî demeke dirêj di rojeva civakê de ciyekî girîng bigire.
Niha jî li Rojavayê Kurdistanê ji dayik, bav, ixtiyar, ciwan û jin çek û rextên xwe rakirina li ser milan 24 satan de kolan û taxên xwe ji çeteyên DAIŞ û HTŞ`ê diparêzin. Gotin û soz dane ku wê nehêlin dijmin derbasî xaka wan bibe, her wiha bi gotina ax axa meye û parastin erka meya destpêkirine û heya roja îro berdewame. Di vê çarçoveyê de dayikên bajarê Hesekê ji Rojnameya me re axivin.
‘Wê berxwedan û tekoşîn dewam bike’
Mutîha Silo di dasetpêka axaftina xwe de diyar kir ku pêwîste ew bi erka xwe ya parastinê pêk bînin û wiha got: “Bêguman xwe parastin ango parastina cewherî tenê bi hêzên fermî ên leşkerî jî nabe. Xwe parastin mijareke civakî ye û hev temam kirin pêwîst dike. Di dîroka civaka me de jî tê dîtin li hemberî hemû êrişên ku çêbûne civakê bi hêza xwe, xwe parastiye û li hemberî hemû êrişan parastina xwe ya cewherî esas girtiye. Li ser ragihandina seferberiya giştî, dayik, bav, keç û xotên me tevlî bûn. Her wiha bê navber niha parastina axa Rojava dikin. Heya ku yek ji me hebe wê berxwedan, tekoşîn û xwe parastin dewam bike, em ê erka xwe ya xwe parastinê bi cîh bînin.”
‘Ji bo jiyaneke azad divê berxwedan were kirin’
Mutîha Silo di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Me dît ku çawa dayîk, jin û zarokên me di şerê li hemberî
DAIŞ`ê û êrişên Erdogan yên ser Rojava de di xeta pêşî de li rex şervanan şerê dijmin kir. Herwiha dayik jî erka wan ya serke ew bû ku bi tîmên tenduristiyê dixebitîn. Di heman demê de li xeta pêşî xwarina şervanan çêdikirin. Dayîk û Jinan di qada civakî û leşkerî de pêşengî ji şoreşê re kirin û bi vê pêşengiya xwe bi ser ketin. Li ser heman bingehî niha li hemberî gef û êrişên çeteyên DAIŞ û HTŞ`ê, dayîkan erkê xwe yê perwerdeya civakê û hişyarkirina wê, pêk anîn û bi rêxistin kirin. Hişmendiya parastina rewa li cem civakê çand ku tenê bi riya berxedanê emê bikarin êrişên dijmin têk bibin û ji bo jiyaneke azad divê berxwedan were kirin.”
‘Baweriya me bi hêza û gelê me heye’
Di heman çarçoveyê de Hediya Mihemed dstnîşan kir ku heye ew hene tu kes nikare îradeya wan têk bibe û wiha pê de çû: “parastina ji mafî her kesî ye, ji ber ku jiyan li ser esasê xwe parastin hatiye avakirin û meşandin. Mirovê parastina xwe, ax û civaka xwe neke, wê nikaribe li ser xaka xwe jî bijî. Edî ev dem jî ne dema berê ye, civakê xwe bi rêxistin kiriye. Me bi saya wê jî gelek destkeftî bi dest xistin û hêza QSD`ê û Asayişê ava kirine. Gel bi hezaran pakrewan di vê dozê de dane û bi sedhezaran qeherman di heman dozê de hê têdikoşin û gel bûye xwediyê vîneke mezin. Ji ber wê baweriya me bi hêza gelê me heye; li hemberî êrişên qirkirinê yên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê em ê ti carî hêza xwe nespêrin ne Amerîka û ne jî Rûsya. Ji xwe civaka me jî dizane ku ev hêz ji bo berjewendiyên xwe hatine.”
‘Parastina xwe bikin bingeha serkeftinê’
Hediya Mihemed teqez kir ku ew ti carî derfetê nedin ku xwefiroş û xayîn cihê xwe di vê xaka pîroz de bigirin û wiha got: “Banga min li tevahî gelê Rojavayê Kurdistanê û her çar parçayan heye ku parastina xwe bikin bingeha serkeftinê. Her wiha Rêber Apo dibêje ‘yê parastina xwe neke, mirin û tinekirina wî misoger e’. ji ber vê yekê em wek dayikên Hesekê heya dawiyê emê li ber xwe bidin û teqaz em ê serkeftinê mesoger bikin.”






