Navenda Nûçeyan
Ciwanên Komunîst ên Şoreşger li Kobanê bang li tevahî ciwanên şoreşger û yên Kurd li çar aliyên cîhanê kirin û got in, “Bêdeng nemînin! Hêrsa xwe bi rêxistin bikin, rûyê xwe bidin şoreşa Rojava, Şoreşa Jinê.”
Ciwanên Komunîst ên Şoreşger li Kobanê bi rihê Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê îro li meydana berxwedanê bi daxuyaniyekê bang li tevahî ciwanên Kurd û ciwanên şoreşger li çar aliyên cîhanê kirin. Naveroka daxuyaniyê wiha bû.
Ji çeperên berxwedana Rojava, ji bo ciwanên Kurdistan û cîhanê; Îro, di salvegera Serkeftina Kobanê ya 26’ê Çile de, em ne tenê rizgariya bajarekî, lê destaneke mezin a mirovahiyê ya li dijî barbarîyê silav dikin. Kobanê, ew çeper e ku bi xwîna şervanên YPG, YPJ, MLKP û enternasyonalîst ên ku bi ruhê fedayî li dijî artêşên tarî yên DAÎŞ’ê li ber xwe dan, hatiye avdan, bi agirê Arîn Mîrkan hatiye mohrkirin û îradeya şoreşgerî ya ciwan û jinan lê hatiye pola kirin! Kobanê; serkeftina ku ji aliyê Paramaz û Sarya’yan ve hatiye afirandin e. Wê rojê, hemû hesabên emperyalîzm û paşverûtiyê hatin xerakirin; li cihê ku digotin Kobanê ket, Şoreşek Rabû.
Coşa serkeftinê, nikare bi êrîşên îro yên qirêj bê sîwan kirin! Destkeftiyên Şoreşa Rojava, niha jî ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger û çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê ve tên hedefgirtin. Ev koma hov a çavkor, bi talîmata axayên xwe yên emperyalîst, ji bo xeniqandina şoreşa me ya jinê û jiyana azad, bi ser me de hatiye şandin.
Em rihê fedayî yê Kobanê di damarên xwe de hildigrin. Em, wek ciwanên komûnîst ên Rojava, ruhê fedayî yê Kobanê di damarên xwe de hildigirin! Li hember van êrîşan em ê gavekê jî paşde neavêjin! Biryardariya me ya Mezinkirina Berxwedanê, wê dawî li çeteyên HTŞ’ê û piştgirên wan bîne! Em soz didin ku em ê li her çeperê, li her kolanê, li her eniyê Serkeftinên nû yên Kobanê biafirînin.
Bangewaziya me ji bo ciwanên şoreşger, sosyalîst û welatparêz ên cîhanê ye; Rojava, ne tenê eniya pêş a Rojhilata Navîn, lê belê eniya pêş a Şoreşa Cîhanê ye! Li Kobanê li ber xwe dayîn, li Parîsê, li Londonê, li Stenbolê, li her quncikekî cîhanê li dijî faşîzm û mêtingeriyê li ber xwe dayîn e.
Bêdeng nemînin! Hêrsa xwe bi rêxistin bikin! Rûyê xwe bidin şoreşa Rojava, şoreşa jinê. Xwedî li xeyalên şehîdên Pirsûsê derkevin. Îro parastina Kobanê, parastina Rojava, parastina îdealên nemirên me ye. Hê zêdetir xwe bi nirxên ku Avaşîn û Firatên me parastin ve girêdin. Dijminê faşîst wê karê xwe bike, em şoreşger jî divê karê xwe bikin û ‘şoreşa xwe biparêzin’. Ev erka me hemûyan e. Bi rihê fedayî yê ciwanan, em ê dorpêçê bişkînin û careke din serkeftina Kobanê diyarî şehîdên xwe bikin.






