Ayşa Silêman/ Dêrik
Ji bo 11’emîn salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên Daişê şêniyên bajarê Dêrikê bi dirûşmeya ‘Berxwedan Jiyane, Bijî Berxwedana Kobanê’meşeke girseyî li darxistin.
Ji bo 11’emîn salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê şêniyên bajarê Dêrikê bi dirûşmeya ‘Berxwedan Jiyane, Bijî Berxwedana Kobanê’meşeke girseyî li darxistin. Di meşê de hemû şêniyên bajar û gundewarên wê û endamên saziyên Rêveberiya Xwesera amade bûn.
Meş ji Qada Azadî Dest pê kir û li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mîtîngê.

Di destpêka mîtîngê de hemû hazir xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan, paşê li ser navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê endama desteya rêveber Hediya Yûsif axivî û wiha got: “Em îro 11’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji destê çeteyên DAIŞ’ê em bibîr tînin, îro careke din ji 6’ê Çile heya roja îro em berxwedaniyeke bêhempa dikin. Şerekî gelekî mezin li ser pirojeya me ya demokrat heye, ji ber vê yekê gelek kes hene van kêliyên giran dinirxînin. Dixwazin bi vî şerî gelê Rojhilata Navîn bi mirovahiyê bidin windakirin, çawa me li Kobanê 4 mehan şer kir li hember terorê. Li Kobanê berxwedaniya rûmetê û biratiyê hat nivîsandin, her roj çavê wan li ketina Kobanê bû û dagirkeriya Tirk pêşngtiya wî şerî dikir. Lê bi baweriya gel û şervanên azadiyê kobanê dîrok nivîsand bi rûmet û berxwedaniya xwe. Gelê kurd ev 15 sal in xwe perwerde dikin û bingeha xwe çêdikin, tekoşîna Rojava di şexsê Kobanê derbasî hemû cîhanê bû. Tecrûbeya me ya netewa demokratîk ji her kesî re da xuyanî kirin ku em gelekî çawa ne, çavê me ji mirinê natirse. Îro jî ji bo ku ev destkeftî têk biçe careke din dagirkeriya Tirk pêşngtiya vî şerî dike û çeteyan perwerde dike. Bi vê yekê re kolisyona navneteweyî, Yekîtiya Ewropa û welatên Ereban dest dan vî şerê ku li ser me pêk tê, dixwazin vê sedsalê bikin sedsala rijandina xwîna kurd û ereban. Ji ber ku Heger kurd û ereb şer bikin wê tucarî aramî li van herêma pêk neyê, yên ku pêşengtiya vî şerî dikin dijminî mirovahiyê û demokrasiyê ne. Em daxwaz ji hemû dewletên ku destê wan divî şerî de heye dikin ku careka din hisabên xwe baş vegerînin, ji ber ku çawa destek dan hikumeta Şamê û ew ji lîsta terorê derxistin, dikarin ji bo gelê kurd jî gelek tiştan bikin. gelê Kurd hertim bi tenê ye û bi tenê DAIŞ jê têk bir jî lewma erkê ku dikeve ser milê me ku em bibin yek û li dijî hijmendiya qirêj a ku dixwazin nijadperstiyê çêbikin, li berxwebidin û rê li pêşiya wê bigrin.”
Di berdewamiya Mîtîngê de Mehmûd Resûl helbestek li ser berxwedaniya gel pêşkêş kir.
Meş bi silogana ‘Bijî Yekîtiya Gelê Kurd’ bidawî bû.






