Solîn Mihemed/Qamişlo
Encûmena Parastina Mafên Zarokan bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez û bez destwerdan bikin, li pêşiya mirinên zarokan ên ji ber serma û dorpêçê li bajarê Kobanê, bigirin.
Encûmena Parastina Mafên Zarokan derbarê rewşa zarokan li Kobanê daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi beşdariya Encûmena Parastina Mafên Zarokan, Desteya Jinan a Kantona Cizîrê, Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran li pêşiya avahiya Desteya Jinan a li bajarê Qamişloyê ji hêla Seroka Desteya Jin a Kantona Cizîrê Rohlat Xelîl ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber dorpêça heyî ya li Kobanê, jiyana sed hezarên sivîlan di xetereyeke mezin de ye ku hejmareke mezin ji zarokan e.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber dorpêçê, xwarin, dermanan, materyalên germkirinê, elektrîk û av qut in, di encamê de 5 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniyanê de bal hate kişandin li ser peyama parastina Mafên Zarokan (CRC), bi taybetî madeyên 6, 24 û 27, madeyên 23 û 59 yên Peymana Cenevê ya Çaremîn û Protokola Pêvek a Yekem. Hate gotin birçîkirina sivîlan û astengkirina gihandina alîkariyan binpêkirina giran a qanûna navneteweyî ya mirovî ne.
Di daxuyaniyê de ev bang hatin kirin:
1-Destwerdana lezgîn ji bo vekirina korîdorek mirovî ya ewle. Li gorî desthilatiyên ku ji bo rêxistinên navneteweyî hatine dayîn, em daxwaz dikin ku bi lez û bez çalakiyên pêwîst werin girtin da ku alîkariyên xwarinê, bijîjkî û sotemeniyê bê dereng û bê asteng bigihîjin nav bajêr.
2-Şandina heyetek nirxandina mirovî ya serbixwe, ji bo şopandina rewşa li qadê, tomarkirina binpêkirinên gengaz û diyarkirina hewcedariyên lezgîn yên zarokan.
3-Parastina navendên tenduristî, di nav de piştgirî ji bo vegerandina xebata inkubatoran û amûrên oksîjenê, peydakirinên sotemeniyê, jeneratûran û qedexekirina her cure armancgirtin an rawestandina navendên bijîjkî.
4-Aktîvkirina mekanîzmayên berpirsiyarîya navneteweyî, bi şandina rewşê bo raportorên taybet yên pêwendîdar (mafê tenduristiyê, mafên zarokan, rewşa mirovî) û agahdarkirina Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a ku divê binpêkirinên ku jiyana zarokan xeterdar dikin bi awayekî cidî bişopîne.
5-Pêşkêşkirina piştgiriyeke lezgîn ji bo malbatên zirardîtî bi rêya bernameyên acîl ên taybet bi zarokan re, di nav wan de xwarina dermankirî, lênihêrîna tenduristiyê ya bingehîn, û piştgiriya psîkolojîk û civakî.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî civaka navneteweyî hat kirin ku bi lez û bez tedbîran bigirin da ku nehêlin zarokên din bimirin, parastina zarokan ne tenê peywireke exlaqî ye, lê her wiha erkekî qanûnî yê navneteweyî ye ku nayê paşguhkirin.






