Rojnameya Ronahî

Exlaq yan Şerm

Sîpan ŞÎNDA

Civak, bi gelek tiştên xwe balkêş e. Civak di erdnîgariyê de ewqas serdest e, ji xeynî hebûna xwe çi tiştî, ji xeynî hêza xwe çi hêzan qebûl nake. Şerm, fihêt, fedî, eyb di nêv civakê de bûye weke kelemekê li hemberî daxwaz û vîna kesî. Civak gelik tiştan weke erkekê, peywirekê li stûyê kesî bardike. Ne tenê ev, herweha gelek caran dibe sedem kû kes ji rastî tevgerînê ji dûrdikeve. Ango kesan mecbûrî kiryarên “ne exlaqî” dike. Mebesta min di vir de exlaqê “xwerû” ye. Ji ber kû hîma şermê, di nava civakê de zêde serdest e. Kes, gelik caran neçar dimîne kû lebatên ne bi dilê xwe dike. Ji aliyê civakî ve ji bû kirina van lebatan çi pirsgirêk nîne. Herweha civak van kiryaran erê dike û baş dibîne. Heta dema kes wan kiryaran neke, ji aliyê civakê ve tê şermezar kirin. Ji ber wê ji kes, gelek tiştan ji ber “şermê” dike. Kes, ji bûna xwe di nava civakê de neêxe di kirasê “şermê” de, wan tiştan dike. Gelik caran dema hinek, tiştinan ji hinan dixwazin, yên tişt jê tê xwestin, her çend ne bi dilê wan be jî, ji “şerma” wê daxwaza daxwazkeran pêk tînin. Ev wec, ango daxwaz pêk anîna henê nejidil e, ji “fihêta” ye. Erê, min nedixwest ji, lê min ji “fihêta” kir! Civak her tim li ber kesî sekiniye kû jê re ‘şermekê’ çêke. ‘Ma te fihêt nekir’. ‘Ma tu ji xwe şerm nakî, qey tu ji me ji şerm nakî’. Belê kes ji mecbûr dimîne kû li hemberî vê “şerma stûr” serê xwe ditewîne. Gelo ev hîmê şermê kesan ji rastiyê dûrdixe yan na? Ango ev tiştên kes ji ber xatirê ‘şermê’ dikin, exlaqî ne yan na? Bi çavê civakê exlaqî ne. Lê ji aliyê felsefê ve, ev kirin ne exlaqî ne. Ji ber kû kes van tiştan ne bi dilekî sax dikin. Dema gendek di destê yekî/ê de be û lazim be wê gendê bavêje ser sergoyekê, heke ew ji bûna derdorê bêmerês neke wê gendê di destê xwe de bihêle, heya kû sergoyek dîtî û bavêje ser sergoyî, ji aliyê exlaqê xwerû ve ev kiryareke exlaqî ye; lê heke bêje ‘şerm’ e û ji bûna kû ji aliyê civakê ve neyê şermezar kirin wê gendê di destê xwe de bihêle, ev kiryareke ne exlaqî ye. Ji ber kû ew kiryar ji bû berjewendiyekê hatiye kirin. Yanê ew kes dixwaze xwe bi wê liva xwe bêxe di çavê civakê de. Yan ji dema yek bixwaze biçe serdana nexweşekî/ê; gelo sirf ji ber kû ew kes nexweşe û pêdiwî bi moral û destekê heye diçe serdanê, yan ji da kû rojekê ew nexweş gazindan ji wî/ê neke diçe serdana nexweşî/ê? Eve rastî di vir de derdikeve meydanê. Raste; lomayên dinê ji ezabê gorê mestirin! Lê exlaq ji kilsa kû civakê pêkve digire ye!