Rojnameya Ronahî

Meyl çi be, pratîk ew e

Idrîs HENAN

Mirov di xwezaya xwe de li gorî hestên pozîtîv û negetîv meyl û berpêçûnên xwe diyar dikin. Meyl bi gelemperî girêdayî gelek bandorên derdorê ku figurê kesayet ava dikin. Bê guman bandora herî girîng û mezin di vê lêkirina karîzmî de, mijarên derûnî ne. Di vê navberê de, ango di pêvajoya avakirina meyl de û encamên ku bi xwe re tîne, hêza mirov ya manedayînê jî tê pîvandin. Kesên ku aliyê pozîtîv kesayeta xwe ava dikin de, dikarin bi awayekî gelek hêsan pratîka xwe bi wate û sûdwar bikin. Lê aliyê negetîv, herçendî avakirin be, nikarin tişta ku dikin bi wate bikin. Ji ber ku binyada pratîk xwe dispêre hinek mijarên negetîv ên bê vîn. Ji lew re di heyameke wisa de mirov nikare hezkirin û dijberiya vî alî ji hev derxîne û ne jî dikare bi wate bike. Çendîn em bixwazin manedanekê jî bidinê, dê şîlo û ne rast be. Di rastiya xwe de ew jî nikarin wê yekê bi derdorê re şîrove bikin. Ango hêza wan nîne ku bikin. Çima bi xwe nikarin bikin? Ew jî girêdayî neyêniyên ku bûne bingeha avakirina kesayeta negetîv a xwe dispêre hinek ezmûnên derûnî yên çors ên nixumandî.

Bi vî awayî meyla ku têye avakirin li gorî şêwe û piskolojiyek birêxistinkirî bi bandor dibe. Li ser esasê wê jî reaksyona mirovan ji mijarên cuda cuda re derdikeve. Ger em li vê yekê ezmûn, têkîlî û çalakiya kesayetî zêde bikin, wê şêwazê reftara ku reaksyona bi rê ve dibe yan distnîşan dike jî diyar bibe. Dêmekî meyla mirov; birêxistinkirina zanyariyên posîtîv û negetîv e. Destnîşankirina aliyê negetîv an posîtîv jî girêdayî ezmûn, dîrok û zanyariyên mirovan di derbarê mijarê de ye. Ji lew re jî meyl dibe du cure. Meylên navendî û yên aliyên derdor. Di meyla navendî de karakter, bawerî, hizir û nerîna mirov ji realîteyê re têne avakirin. Meyla derdor jî girêdayî buyer û rûdanên ne girîng ên biyanî ne. Ji ber vê jî kesayeta navber a bê helwest ava dibe. Bi gotineke din kesayeta kolekirî ya ku meyla navend bi ezmûn û zanyariyên xwe avakiriye derdikeve.

Ji ber ku kesayetiya Kurd di bin sihê kolonîzmê de hema hema gihabû keviyê tunebûnê, Rêber APO tekez kir ku pêwîste mijara avakirina kesayet ji hemû aliyan ve bi rêbazên şoreşwarî bête destgirtin. Heya ku kes an civak ku kesayeta xwe ji ber zilm, zordarî, dagirkerî û qirkirinê wenda kiriye û meylên xwe yên azadî û serxwebûnê ji dest daye bête rizgarkirin, pêwîstî bi şoreşek zihnî heye. Ango girînge zagon, heyam û rêzikên ku cewherê nasnameya rasteqîn a mirov dinixumîne, bi şoreşa zihnî re bêtên veguhertin. Li gorî wan prensîp û rêgezan jî kesayet û rêxistina şoreşger a posîtîv û pêşeng a dikare atmosfera erêniyan berfirehtir bike, were avakirin.

Aliyên li gorî meylên negetîv ên xwe dispêrin derûniya bindest xwe weke xilaskerê gelan dibînin, tenê dikarin bibin kurtêlxwar. Gelek vehesî xwe li ser pişta gelan dinepixînin û nasnameya gelan qir dikin. Ew kes xwedî meylên aliyên derdor in. Di kesayetiya wan de mêtingerî hakim û bi bandor e. Tu niyet an helwesteka wan a cidî ya têkoşîna azadiyê nîne. Tenê bi meylên xwe yên oto-kolemayînê re li ser pişta gelan dibin bar û bi derûniya xwe ya negetîv re riyên têkoşîna azadiya demokratîk a gelan dixetimînin. Bi niyet an bê niyet be, di encamê de li dijî eslê xwe ji ber neyaran ve têdikoşin.