Rojnameya Ronahî

Aldar Xelîl: Em bi fikra Neteweya Demokratîk bawerin

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl teqez kir ku mekanîzmeya ewle gavek baş a dîplomasiya serkeftî ye. Her wiha rêgirtina li ber niyetên faşîzma Tirk û zindîkirina terora DAIŞ’ê ye. Xelîl bi bîr xist ku bê Efrîn alozî nayê çaresrkirin.

Iqbal BEDRAN/Ronahî Şehba

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl derbarê pêşketinên dawî, sedemên dewama kirîzê, hevsengî, mekanîzmeya ewle, pozisyona Rûsya, û rola Efrînê di çareserkirina aloziya Sûriyê de, bi awayeke berfereh bersiv dan pirsên rojnameya Ronahî, emê jî van nirxandinan bi awayeke du beşan bênin pêşberî we xwendekaran.

Xelîl teqez kir ku mekanîzmeya ewle gavek baş a dîplomasiya serkeftî ye. Her wiha rêgirtina li ber niyetên faşîzma Tirk û zindîkirina terora DAIŞ’ê ye. Xelîl bi bîr xist ku bê Efrîn alozî nayê çaresrkirin. Xelîl diyar kir ku ew rê nadin şerê birakujiyê û bang li rêveber û sempatiyên ENKS kir ku rê li ber kesên dûrî xeta neteweyî bigirin ku Rojava têra hemûyan dike.

SEDEM, KIRÎZA RAMANA SIYASÎ YE

  • Li gorî gelek lêkolîner, rayedar û kesayetên siyasî li Sûriyê şerê cîhanê yê sêyemîn bi destê wekîlan qediyaye. Gelo kûrkirin an çareserkirina aloziyê dikare bandorek çawa li pêşeroja herêm û cîhanê bike?.

Ji ber ku kirîza navendê binyadî ku bi xwe re sîstema hegemon a global miçandiye, kirîzê vediguhezîne derdorê ku mirov nikare çavkaniya kirîzê destnîşan bike. Serketiyên şerê cîhanê yê yekemîn behsa aşîtiyeke gewre kirin. Lê tişta qewimiye; şerê cîhanê yê duyemîn bû. Cewher domahiya şerê cîhanê yê yekemîn bû. Sîwana ku têkîliyên navdewletî di herdu qonaxên şerê cîhanê yê yekemîn, duyemîn, şerê sar û îro şerê pirqutibûnê de birixistin dike, ji ber gelek sedeman e. Sedema sereke jî ‘kirîza ramana siyasî’ ye.

Navenda şerê cîhanê yê sêyemîn îro Rojhilata Navîn, Sûriyê û Kurdistan e. Cewherê vê rastiyê, kirîza dewlet-netew diteyisîne. Ji bo xwerizgarkirina ji kirîzê, dibe ku nûmûneya ‘bajarên mezin’ bidin pêş. Ev jî dê nexşeya cîhanî biguhere. Em li vir behsa aliyên dîtir ka çi ji me re hilanîne dikin. Pirsa herî girîng; em çi dixwazin? Çawa divê em bijîn?. Bi awayekî piştrast em bawerin ku fikra Netewa Demokratîk riya misoger a xilasiya ji kirîza ramanî ye. Helbet ev ne li dijî netewan e. Berovajî, her netewekê li gorî taybetmendiyên xwe yên hevdu temamker diparêze. Ji lewre zehmete em dema çareseriya aloziya Sûriyê diyar bikin. Lê îro li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê mekanîzmeya çareseriyê heye. Misoger bi riya wê jî dê pêşeroja herêmê ji projeyên ku ne li gorî xisûsa Rojhilata Navîn û pirçandiya wê ne, gelek baştir be.

LI BAKUR TIRKIYÊ DEHFÎ ÇIRAVÊ DIKIN

  • Alozî di koşeyên bakur-rojhilat û bakur-rojavayê Sûriyê de asê bûye. Girîngiya vê herêmê û tesîra wê li ser dengeyên muhtemel çi ne?.

Piştî ku li qadê aliyê cografîk çeteyên DAIŞ têk çûn, pêwîstî bi nêzîkatiyên balder ji ziraviyan re heye. Li Sûriyê du lîstkvanên sereke hene; Meclîsa Sûryeya Demokratîk ‘MSD’ û desthilata li Şamê. Her wiha pênc herêmên serweriyê yên hêzên herêmî û navdewletî ‘Amerîka û koalisyona navdewletî ya li dijî terorê, Rûsya, Îran, Tirkiyê, Îsraîl’ hene. Her aliyek xwedî berjewendiya cuda ye. Li hin cihan li hev tên û li hinekan jî dij hev in. Asêbûna îro ku naved Bakurê Sûriyê ye xwe dispêre qonaxên berê ku rewşa îro afirandine û qonaxên dê di pêşerojê de bêne afirandin. Eger sernavê qonaxên berê bidawîkirina terorê bû, wê di qonaxa îro de jî lihevketina wekîlan be. Kîjan alî rêxistinên faşîst timar dikirin û ew kontrol dikirin? Ji bo niximadina bersivê ku gelek zelal û eşkere ye, Tirkiyê dehfî çirava kirîzan dikin. Kirîza li bakurê Sûriyê, çi li rojhilat an li rojavayê Firatê be, di çarçoveya projeya Rojhilata Navîn a mezin de, yekcar ji bersivên sîstema hegemon ji Tirkiyê re ne. Stratejiya li beramberî Tirkiyê çi be, îro em dibînin Rojava û tevahî bakurê Sûriyê di aliyê dîrokî de yek herêm û parçeyek girîng ji Sûriyê ne. Efrîn girêka di navberê de ye. Rizgarkirina Efrînê û vegera gelê wê, dergeha herî rast a aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Sûriyê ye.

NIKARIN BI HEV RE DEWAM BIKIN

  • Belavbûna hêzan û hevsengiya heyî di aliyê siyasî û berjewendiyan de hûn çawa dinexişînin?.

Li her herêmekê hevsendiyên taybet hene. Di vê qonaxa demkî de, aliyên serwer hewl didin xwe ragirtî bidin xuyakirin. Lê tenê şansê projeya çareseriya demokratîk a di şiklê Rêveberiya Xweser de heye. Hêzên mudexeleker nikarin bi hev re berdewam bikin. Bê guman di rojên pêş de emê şahîdiya paşdeçûyîna hinek hêzan bikin. Hevsengiyên heyî, modelek taybet a danûstandinan ferz dikin. Em Bawerin ku armanc li derveyî rûpîvana Sûriyê sepandina çareseriyê ye.

RÛSYA JÎ HÊMANEK SEREKE YE

  • Siyasetên Rûsya beramberî îradeya navnetewî û hêzên demokratîk di nav çar salan de hûn çawa şîrove dikin?.

Rûsya di hemû qonaxên xwe de, xwedî projeya kevin a nûkirî ya Orasyaya mezin e. Ev proje him sedem û him pêrewiyên wê yên aborî hene. Îro Rûsya hebûna xwe li ser qiraxên ava germ misoger kiriye. Êdî zehmete li Sûriyê gav paş ve bavêje. Berovajî, ji bilî mesela Efrînê ku di asta yekemîn de destek da dagirkeriya Tirk, li kêleka Waşîntonê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hêmanek sereke ye. Herçendî Rûsya behsa yekîtiya axa Sûriyê dike ku di vê xalê de em mutefîkê wê ne, pêwîste ji bo sererastkirina rewşa Efrînê jî alîkar be. Lê Tişta li ser erdê diqewime û encamên Astana zêde gumanan çêdike.

LIHEVKIRIN GAVEK DÎPLOMASIYA SERKEFTÎ YE

  • Nêzîkatiyên Amerîka û koalisyona navnetewî ji gefûgurên faşîzma Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dikare çawa bê vegotin? Gelo di itîfaqa mekanîzmeya ewle de kî çi qezenc dike û kî çi ji dest dide?.

Li vir pirsa girîng; kî berdêlê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye?. Berdêl xirabî û ji nû ve zîndîkirina DAIŞ û piştevanên wê ye. Bawer nakim kesek dikare divanka guherîna rewşa heyî bide. Di helwestên Amerîka yên parastina hevalbendên xwe QSD de, mirov dikare pêbendûn û peymandariyê bibîne. Lihevkirina li ser mekanîzmeya ewle jî ne itîfaq e. Gavek baş a di encama dîplomasiya serkeftî ya parastinê de ye. Herêm ji şerekî ku tenê DAIŞ û faşîzma Tirk jê sûdê werdigirin hate dûrxistin. Ji bo serxistina vê lihevkirinê, nola li Minbicê, em ê çalak bin. Her kesê ku xema wî çareseriya aloziya Sûriyê ye wê sûdgir be…Didome