Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berfireh dibin

24/01/2026
in NÛÇE
A A
Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berfireh dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

Xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku 28’ê Kanûna 2025’an hatibûn destpêkirin bê navber dewam dikin. Li gorî raporên hin saziyên mafê mirovan di van xwepêşandanan de heta niha nêzî 4 hezar û 322 xwepêşander hatine kuştin û zêdetirî 5 hezar 811 xwepêşander jî birîndar bûne.

Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan destpêkirine. Tevî ku rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz êrîşê xwepêşandanan dike jî her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA’yê, jıo destpêka xwepêşandanan ve 26 hezar û 314 xwepêşander hatine binçavkirin. Her wiha li gorî heman çavkaniyê di encama êrişên hêzên Îranê de 4 hezar û 322 xwepêşander hatine qetilkirin. Ji wan 33 zarokin,Tê gotin ji vê hejmarê 22 kes di bin temenê 18 salî dene. Di heman demê de tê gotin ku heya niha nêzî 5 hezar 811 xwepêşander jî birîndar bûne.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê qutkirina înternet û xetên peywendiyan didome

Medyaya bi ser rejîma Îranê, bi weşandina dîmenên 132 xwepêşanderan li xwe mikur hat û xwepêşandanan wekî serhildan bi nav kir. Binçavkirin û girtinên rejîmê tenê bi xwepêşanderên li kolanan ve sînordar nemane; bi dehan kes ji bo saziyên ewlekariyê jî hatine vexwendin. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê qutkirina înternet û xetên peywendiyan didome. Li gel vê yekê jî hêzên rejîmê diavêjin ser malên ku xwedî xetên peywendiyan in.

Elî Xamaneyî bi rêya medyaya dewletê îtiraf bi kuştina xwepêşanderan kir

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê gelek hêzên leşkerî hatine bi cihkirin û 24 saetan li kolanan çavdêriyê li ser gel dikin. Di dema xwepêşandanan de çekên cûda û bombeyên gazê bikartînin. Her wiha ji bo diyarkirina mal û dikanên xwepêşanderan boyaxek taybet bikar tînin. Li aliyeke din Rêberê olî yê Îranê Elî Xamaneyî bi rêya medyaya dewletê îtiraf bi kuştina xwepêşanderan kir û wan wek ‘têkder û alîgirên biyanî’ bi nav kir. Her wiha Dozgerê Giştî yê Tehranê jî daxwazên ji bo betalkirina darvekirina xwepêşanderan red kir û got: “Wê bersiva dadwer zû zelal bibe û gelek dosya ji bo dadgehê hatine şandin.”

Hêzên rejîmê êrişî ser xwepêşandanan dikin

Li gor dîmenên ku li ser torên medya dijîtal hatine parvekirin, di roja 14’emîn a xwepêşandanan de hêzên rejîmê bi şêwazek tûnd êrişê ser xwepêşandanan dike. Kesên ku di xwepêşandanan de birîndar dibin, ji tirsa ku ew ê li nexweşxaneyan werin binçavkirin, nikarin serî li nexweşxaneyan bidin. Lê tevî vê yekê jî xwepêşandana gelên Îranê li 512 navçe, 180 bajarok û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Heta niha 45 zanîngeh ji bo piştgiriyê tevlî xwepêşandanan bûne. Li gor agahiyan li hin bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, gelek ji hêzên ewlehiyê û Supayê Pasdaran ji bajar hatine derxistin, dikan û cihên giştî girtîne. Tê gotin ku hêzên rejîma Îranê bi darê zorê û bêyî amadebûna parêzeran îfadeyên xwepêşanderên hatine binçavkirin digrin û li ser medyaya fermî ya Îranê diweşînin.

Dirûşma ‘Kurdistan, Kurdistan, Goristana Faşîstan’

Xwepêşandan li bajarê Sine, Seqiz, Kamyaran, Kirmaşan û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê berfireh dibe. Ji ber êrişa hêzên rejîma Îranê li Kamyaran gelek kes şehîd ketin û gelek jî birîndar bûn. Di saetên êvarî de li bajarê Taxa Nayserî ya Sine, navçeya Kerîm Awa ya Saqiz ên Rojhilatê Kurdistanê ciwan daketin kolanan. Ciwanan bê navber dirûşma ‘Kurdistan, Kurdistan, Goristana Faşîstan’ qîr kirin. Li bajarê Kamyaran xwepêşandan mezin bû. Hêzên rejîmê gule li xwepêşanderan reşand û hinek xwepêşander şehîd ketin û hinek jî birîndar bûn. Li bajarê Kirmaşan û Îslam Abad a rojava, di navbera xwepêşander û hêzên rejîmê de şer derket. Rewşa herêmê aloz e. Hejmara qûrbaniyan nayê zanîn. Li aliyê din li Tehran jî xwepêşandanên mezin hene. Li vir dirûşmên ‘Bimre Dîktatorî’ tê qîrkirin. Li Îlamê jî xwepêşandan bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ciwan li qadan li ber xwe didin.

Hêzên rejîma Îranê êrişên xwe yên li ser xwepêşanderan didomînin

Li çend bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî desthilatê xurtir dewam kir û di encama êrişa hêzên rejîma Îranê ya li ser bajarê Melîkşahî, Şîraz û Hemedanê de gelek kes hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn. Di xwepêşandanên li bajarê Melîkşahî ya ser bi Parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê de di navbera xwepêşander û hêzên rejîma Îranê de şer û aloziyên dijwar derketin. Li gorî çavkaniyên ne fermî 7 kes hatin qetilkirin. Li aliyê din li bajarê Şîraz û Kazrûn jî nerazîbûn berdewamin. Li gorî raporan diyar dibe ku hêzên rejîma Îranê êrişên xwe yên ser xwepêşanderan didomînin, her wiha bi dehan kes hatine revandin û binçavkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.