Viyan Egîd/Qamişlo
Koçberên Efrînê diyar kirin ku bi hezaran malbat ji nişkave rastî koçberiyê hatin û wiha gotin: “Di şertên hewaya pir sar, zarok, jin, kesên temen mezin û nexweş ketin rêya koçberiyê, mal û xak li pey xwe hiştin. Em banga li civaka naveneteweyî, rêxistin û saziyên mafên mirovan dikin ku bêdengiya xwe bişkînin.”
Di tabloya ku bi salan e bê hesabpirsînê didome her dem xwe dubare dike. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêla bi zorê ya koçberiyê re bû sehne. Ev pêl, welatiyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê û di heman demê de bajarê Tebqa û Reqayê digre nava xwe. Koçberî di şertên giran ên ewlehî û mirovî de tê jiyîn. Her wiha ev koçberî, ji binpêkirinên sîstematîk cuda nîn e, berovajî helqeyek nû ya koçberiyê ku bi riya avakirina bêaramî, tirsa regeşiyên leşkerî û polîtîkayên hikûmeta demkî HTŞ`ê û êrişên leşkerên bi pere yên dewleta Tirk e.
Koçberan zehmetî û helwestên xwe ji Rojnameya me re anîn ziman.
‘Dewletên navneteweyî li ser hisabê xwîna Kurdan berjewandiyên xwe dimeşînin’
Koçbera bi navê Hedla Mihemed a bi temen 60 salî diyar kir ku pêwîste hemê saziyên mafê mirovan û cihên berpisiyar bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî derkevin û wiha got: “Ev bû zêdeyî carekî em koçber dibin, her wiha ev
koçberî jî bi dare zorê ji aliyê çeteyên girêdayî HTŞ`ê û dagirkeriya Tirk vet ê kirin. Ev ne rêbazekî exlaqî ye k utu malbatan ji mal û erda wan bi dare zorê derbixe, bêguman em nikarin li malên xwe jî bimînin, ji ber ku kiryarên dijmirovî di derheqê Kurdan de didin meşandin. Me gelek malbat dîtin ku nexwestin ji malên xwe derkevin, lê piştre me bihîdt ku çawa wan didin kuştin, revandin û komkujiyên malbatî pêk tînin. Lewma em neçar man ku em dîsa koçber bibin, ji ber ku îro dijminekî bi zehniyeta DAIŞ`ê êrişî Kurdan dike û bê rehma, serê zarok, jin û xotên me jêdike bi dilekî sar. Ew dijmin jî bû sedem ku niha bi hezaran malbat li ber serma baran û berfê xew bikin, heya niha cihekî ku em lê cih bibin tueye. Belkî ev saziyên microvan van sûcên li der koçberan tê kirin nabîne, heya kengê dewletên navneteweyî ji bo berjewandiyên xwe û li ser hisabê xwîna Kurdan xwe û siyaseta xwe dimeşînin. Êdî em dibêjin bese ji bêdengiyê re, bese ji bê exlaqî re. bila êdî bi erkên xwe yên exlaqî rabin, bêdengiya wan dibe sedema gelek zarok jiyana xwe ji dest bidin.”
‘Bila pêdivîn jiyanê ji bo koçberan peyda bikin’
Hedila Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em niha nêzî 100 malbat di mizgefta Zên El-Abidîn de ne, ne soba, ne mazot, ne jî batanî û zarokên me hemî biçûkin vê sermayî tehmûl nakin. Ma dilê tu kesî bi hale koçberan na şewite. Êdî em bang li hemî kesê xwe berpisiyar dibînin, kesên xwedî wijdan û mirovî, bila pêdivîn jiyanê ji bo koçberan peyda bikin.”
‘Di şertên hewaya bi sir û seqem de, zarok, jin, extiyar û nexweş ketine’
Di heman çarçoveyê de bavekî bi temen 65 salî yê bi navî Îmam Berkal da zanîn ku zarokên wan yên biçûk bî şîr
û xwarinin û wiha pê de çû: “Mirov neçar man mal û milkên xwe li pey xwe bihêlin. Em nizanin ku wî zivirinandin hebe ya na. Koç ne tenê malan û hesta ewlehî û aramiyê jî ji destê wan girt. Banga me li civaka naveneteweyî, rêxistin û saziyên mafên mirovan û rêxistinên alîkariya mirovî dikin ku bêdengiya xwe bişkînin. Divê sivîlên di nava dorpêçê de bên rizgarkirin û êrişên li ser cihên ku mirov lê dijîn werin sekinandin. Bêdengiya cîhanê felaketa mirovî mezin dikin û îro êşa bi hezaran malbatên bê mal û bê ewle dijîn çend qat zêdetir dike. Sivîl rastî binpêkirinên, hêzên hikûmeta demkî HTŞ`ê, komên cîhadîst û leşkerên bi pere yên dewleta Tirk a dagirker hatin. Mirovan di nava êrişên giran ên bi çek û topan de, di mercen bi xeter de malên xwe terikandin. Îro em hê jî bawer nakin em çawa bi saxî rizgar bûn. Malbat ji nişkave rastî koçberiyê hatin, tiştên xwe yên bingehîn negirtin, di şertên hewaya bi sir û seqem de, zarok, jin, extiyar û nexweş ketine. Mal û xak li pey xwe hiştin, tabloya derketiye, felaketa tê jiyîn raxist ber çavan.”






