Rojnameya Ronahî

Siyaseta Tirk dewamiya kiryarên dused sala ye

Ezîz KOYLUOGLU

Siyaseta guhertina demografiye welatê Kurdan ne di roja me de di rojeva dewleta Tirk deye. Guhertina demografiya welatê Kurdan û Tirk kirin bihevre meşiya ye. Li gora lêkolîna dîroka Tirk bûyînê dinava Osmaniyan de digêhêje dema Selîm yê sêyemîn. Ev jî wek dîrok destpêka salên 1800 e. Dîroknas dibêjin Selîm yê sêyemîn piştî şoreşa Fransa bidîzî li welatên Ewrûpî digere û milîbûyîna welatên Ewropî ji nêzîk dibîne û dema vedigere di sîstema leşkerî û îdarî ya Osmaniyan de guhertinan dide çêkirin. Milî bûna Osmaniya di heman demê Tirk bûna Osmaniya de ye. Yek ji wan guhertinan jî kêmkirina deshilatiya herêma û guhertina demografiyê ye. Ne tenê di dema Îtîhatî Terakî, di rastî de ev dused zêdetire li dijî Kurdan siyasetek Tirkkirina Kurdan û dinava welatê Kurdan de jî kêm kirina hejmara Kurdan wek polîtîkayek didome. Mîmarê vê siyaseta Tirk bûnê û guhertina demografî Selîm yê sêyemîn be jî, lê bi Mektebên Eşîran, bicih kirina Çerkez, eşîrên Ereban li nava welatê Kurdan, Abdulhamîd ev siyaset dewam kir. Di dema Îtîhat Terakî de ev siyaseta guhetina demografî û asîmîlasyonê hate bilind kirin û bi avakirina dewleta Tirk gihaşt lûtkeyê xwe.

Siyaseta Tirkkirinê ev dused sal zêdetire didome. Osmaniya ji vê re gotin Nîzam-El Cedîd ( sistema nu). Her dinava Osmaniya de Nîzam-El Cedîd tenê diçarçova guhertina artêşê de wek jinav birina Yenî Çerî, Artêşek nû ji Mislimana avakirinê bêpênasekirin jî, lê dirastiyê de guhertinek giştî yên rêvebirina sîstema îdarî ya Osmaniya ye. Osmaniya bitaybet herêmên wek Dîlok, Sêwas, Meletê, Erzirom, Kerkuk, Mûsil guhertina demografî da destpêkirin. Mislimanê ji Kefkas û Balkana li wan herêma bicih kir.

Ev siyaseta guhertina demografiya welatê Kurdan û Tirk kirina Kurdan piştî avakirina Komara Tirk leztir bû. Sîstema Kemalîst ya Tirk, Tirk kirina Kurdan ji bo xwe kiribû armancek sereke. Ji bo wê mislimanê ji Yûnan û Bilgar neçarî koçberî kir û wan li Kurdistan bicih kir. Dema ev têr nekir, Laz, Azerî û herî dawî jî Efxanan, Tat li welatê Kurdan bicih kir. Armanc ew bû ku civakbûna Kurdan perçe bike û Kurdan dinava kesên bûne Tirk de, asîmîle bike. Ev polîtîkaya guhertina demografî û asîmîlasyonê li bakûrê Kurdistan heta niha ji leza xwe tiştek kêm nekiriye û didome.

Niha jî dewleta Tirk ya dibin dîktatoriya Erdogan de eynê polîtîkaya guhertina demografiyê li rojavayê Kurdistan dixwaze bidomîne. ev di siyaseta dewleta Tirk de tiştek nenûye. Dused sale dixwazin welatê Kurdan bê Kurd bikin yê heyî jî birêya asîmîlasyonê bihelînin. Ev salek û nîv li Efrîn û sê sale jî li Cerablûs, Bab û Azaz ev siyaset didome. Kurdên Azaz, Cerablûs û Bab’ê piranî hatin koçber kirin. Li Efrîn siyasetek cûda hate meşandin, biser navê Kurdan Kurd li Efrîn nehiştin. Zimanê Kurdî hate qedexe kirin, hemû dibistanên Kurdî hatin girtin, gel bidarê zorê hate koçber kirin. Li şûna wan komên girêdayî El Qaîde û DAIŞ hatin bicih kirin.

Niha jî Erdogan bi ser navê <herêma ewle> dixwaze eynê siyasetê li herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bide meşandin. Li gora Erdogan divê ev herêm bitemamî têkeve destê wî, komên El Qaîde/DAIŞ yên bisalan xwedî dike li vê herêmê bicih bike. Ev  jî têra Erdogan nake! Divê her tişt li gora Erdogan be. Ji bo yek milyon kesî xaniyan bide avakirin. Li ser ku? Li ser erdê gelê li vir jiyan dikin, xwediyê vê axê ne. Ev jî têra Erdogan nake. Divê perê wan xaniyan û xerca wan yek milyon kesî jî dewletên Ewropî bide. Ev jî têra Erdogan nake. Divê Amerîka jî ji hewayî parastina vê herêmê bike. Kurtasî plana Erdagan ya guhertina demografî û tinekirina Kurdan berfirehe. Erdogan him dixwaze li dijî mirovahî sûc bike, him jî dixwaze herkesê bike şirîkî sûcê xwe. Lê diyare kes naxwaze bibe şirîkê sûcê Erdogan…