Ayşa Silêman/ Dêrik
Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Dêrikê merasîmên oxirkirinê yên pênc canfedayên Kurdistanê bi rêzdarî li darxiastin.
Îro Meclisa Malbatên Şehîdan merasîmên oxirkirinê ji du şervanên QSD’ê Mezlûm Girkêlegê û Beyar Dêrik û şervanek ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn Imsaîl Elî, di heman demê de merasîmên xiyabî yên şervanê Hêzên Komandos Hisên Cewad û şervanê QSD’ê Mîtan Welat li bajarê Dêrikê li goristana Şehîd Xebat Dêrikê li dar xistin.
Di merasîmê de hemû şêniyên bajar û gundewarên wê endamên Saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn. Di destpêka merasîmê de hemû hazir xulek bêdeng li ser giyanê şehîd rawestiyan.

Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl axivî û wiha got: “Îro em di hizûra 5 lehengan de hazir bûne, van qehremanan xwe kirin feda da ku dijmin nêzî axa me nebe. Me di dîrokê de gelek şehîd dan di vê her kes ji me çekê hilgire da ku li ser xeta şehîdan bimeşin. Heger em di vê qonaxa hesas de li ser piyan nesekin û têkoşînê nekin wê keda van şehîdan vala here. Dem dema kurdîtiyê ye û divê em li pişta hêza xwe bin, rawestandin ji bo gelê kurd nîne, ji îro û şûnve divê em bi yek deng û yek helwestî li ser piyan bisekinin, ji ber ku azadiya kurdistanê azadiya me ye.”
Di heman demê de li ser navê Kongra Islama Demokrat Şêx Mesûm Dêrşewî axivî û wiha got: “Sûcên van
şervanan çiye ku şehîd dikevin û dilê van dayîkan dişewite. Ne em derbasî mal û milkên tukesî bûne ne jî dest danîne li ser welatê tu kesî, dema em xwedî li welatê xwe derkevin qey wê ew jî sûcek bê ji bo me. Netewên Yekbûyê û welatên derdorê xwedî li mafê lawiran derdikevin û çavên xwe ji êşa gelê kurd re digirin. Em hertim banga aşitiyê dikin û tu şerî naxwazin, lê ew dixwazin gelê Kurd ji holê rakin. Kesên hov û xwînmij şer dixwazin ji ber ku mirovahî û jiyan li gel wan nîne. Niha jî dem hatiye ku divê gelê Kurd li berxwebidin, mixabin dijmin li ser navê islamê kuştin, talan kirin û destdirêjiyê dikin, dixwazin misilmantiyê li ber çavên herkesî reş reşbikin.”
Di berdewamiya merasîman de li ser navê Hêzên Leşkerî Seyîd Koçer axivî û wiha got: “Dema ku me QSD’ê ava kir bi armanca hevgirtina gelan û belavkirina aramiyê, lê dewletên dagirker nexwestin ev yek here serî ji ber ku
berjewendiyên wan têk çûn lewma aramiya herêma me têk birin. Lê bila dijmin baş bizane çawa ku me di salên 2014’an de soz ji gelê xwe re dan em ê niha jî soz bidin ji gelê xwe re ku em ê rabin ser piyan. Ev êşa ku ev 15 sale em dikşînin em nahêlin vala herê yan mirinek bi rûmet yan jiyanek azad.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîdan hatin xwendin û malbatên wan hestên xwe anîn ziman û cenazeyên şehîdan spartin axê.






