Viyan Egîd/Qamişlo
Şandeya DEM Partî û saziyên Bakurê Kurdistanê serdana Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kirin. Piştî ku şande serdana Kongra Star, Şandeya Kurdî û Daireya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, wê civînekê çapemeniyê li dar bixe.
Şandeya DEM Partî serdana Navenda Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kirin. Şande ji hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmoğulları, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayındır, hevberdevkên Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz û Îmam Taşçier, berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu, berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Çîmen Fîdan, Dayika Aştiyê Asya Tay, rêveberê Komeleya Hiqîqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Mehmet Alî Aslan, endamê Kongreya Îslama Demokratîk Alî Angay, parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan û serokê Baroya Mêrdînê Ehmed Duyan pêk tê.
Şande ji milê Hevserokên PYD’ê Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso, endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl, endamên Meclisa PYD’ê Sema Bektaş, Silêman Ereb, Talat Yûnis ve hate pêşwazîkirin.
Şandeya DEM Partî piştî hevdîtina bi PYD’ê re, wê serdana Kongra Star, Şandeya Kurdî, Daireya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Herwiha piştî ku şande hevdîtinên xwe bi dawî bike wê li ser naveroka hevdîtinan civîneke çapemeniyê li dar bixe.






