Esma Mistefa/Qamişlo
Karwanên alîkariyê yên loJistîk û tenduristî yên ku ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve îro derbasî Rojavayê Kurdistanê bibûn, gihîştin Qamişloyê û ber bi Hesekê ve çûn.
Ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve û bi taybet ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Berzanî ku îro derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Kerwanên alîkariyê bi sedan ji erebeyên mezin yên alîkariya lojistîk û tenduristiyê dihewîne. Ev kerwan bi encama destekdayîna gel bi hemdemiya êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê ji aliyê HTŞ’ê ve têne kirin.
Vê êvarê kerwanên alîkariyê gihîştin Qamişloyê bi pêşwazîkirina bi sedan ji şêniyên Qamişlo.






