Ronahî Sadûn/Qamişlo
Ciwanên Kurd ên Başûrê Kurdistanê li ser bangewaziya seferberiya ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser û Hêza QSD’ê ve hatibû ragihandin, berê xwe dan Rojava ji bo ku bi hêz û gel re bervaniya Rojava bikin.

Duh ciwanên Kurd ên Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û tevlî seferberiyê bûn, da ku li hemberî şerê çeteyên hikumeta demkî, bi hêz û gelê Rojava re bervaniyê bikin. Ev ciwan ji Kerkûk, Silêmaniyê û yên Rojava bi xwe bûn jî, hejmara wan nêzî 300 ciwanî ye.

Kerwanên Ciwanên Kurd ên Başûrê Kurdistanê jî îro gihaştin bajarê Qamişlo, gelê Qamişlo li cem çarxerêya Sewami ya bajêr bi çoşeke mezin ew pêşwazî kirin û bi hev re siloganên “Kurdistan yeke nabe çar parçe” “Bijî yekîtiya Gelê Kurd” berizandin. Herwiha kerwanan berê xwe dan bajarê Hesekê.

Derbarê vê yekê de yek ji ciwanên Rojava ku li Başûrê Kurdistanê bû, Hisên Amed û ciwanekî din ên xelkê Başûr Kurditanê ji Rojnameya me re axivîn û wiha gotin: “Li ser daxwaza seferberiyê me heval û bera xwe kom kir û berê xwe dane Rojava. Em bi hev re parastina ax, ziman û gelê xwe bikin, ji ber ev erkekî me ye. Em bi hêvîne jî ku hemû Kurd ji bo Rojava biherikin, dem dema azadiyê ye, pêwsît e her kes tevlî seferberiyê bibe. Yan hebûn yan nebûne. Li ser vê bingehê duh em nêzî 300 kesî hatin, îro jî ji 700 heyanî 800 kesî berê xwe dane Rojava. Wê serkeftin her bû Kurdan be.”
Hêjayî gotinê ye ku niha zêdeyî 700 ciwanên din ji Başûr berê xwe dane Rojava, da ku tevlî seferberiyê bibin.






