Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şandeyek ji Başûrê Kurdistanê berê xwe da Rojava

21/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Şandeyek ji Başûrê Kurdistanê berê xwe da Rojava
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Li ser banga seferberiya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ragihandin, şandeyek ji Başûrê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê, derbasî Rojavayê Kurdistan bû.

Ev şande ji kesên siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên civakî pêk dihat, derbasî bajarê Dêrikê bûn û serlêdana Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê kir.

Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokrat Perwîn Yûsiv axivî û wiha got: “Em berxwedan û yekîtiya gelê kurd silav dikin. Yekîtî û hevgirtina me ku çawa ji destpêka şoreşê ve heya roja îro bi piştgiriyeke xurt tevlîbûna xwe ji bo vê şoreşê nîşan dan. Dewlet dixwazin gelê kurd di Rojavayê Kurdistanê de tune bikin û erdingariya wê biguherin. Em wek gelê Rojavayê Kurdistanê bi vê hevgirtin û yekîtiya we serbilindin, yan mirinek bi rûmet yan jiyanek azad.”

Di heman demê de şandeyê berê xwe da goristana bajarê Dêrikê ya şehîd Xebat da ku sardana wan şehîdên ku canê xwe di oxira Kurdistaneke azad de fedakirine bibînin.

Di destpêka gihiştina wan li goristanê berê xwe dan li ser gora fermendarê nemir şehîd Xebat paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Yadê Sûad axivî û wiha: “Em navê mêvanan li we nakin ji ber ku em yek malbatin û yek miletin û tenê me yek Kurdistan heye, em hemû kedê didin da ku em kurdistanê rizgar bikin. Hûn îro li vir hazirin da ku şehîdên me bi rehetî serê xwe deynin û em bi yek destî ji bo rizgarkirina kurdistanê li ber xwe bibin. Heger em bi hevre nebin bira çawa ku heya niha em bûne berxê devê gura em ê hîn jî bibin berxê devê wan. Ew nakokiyên ku dijmin xistî di nav bera me de divê rabe û em hemû ji bo vê kurdistanê têkoşînê bikin. Ji îro pêde divê em ji bo kurdan bikin, her yek ji me divê barê Kurdistanê bikin ser milê xwe. Em kurd hatine dunyayê û em ê kurd bimrin jî û bila herkes bizane yan mayînek azadî li ser axa Kurdistanê yan mirineke bi şeref li ser axa Kurdistanê teslîmkarî li cem me nîne.”

Di heman demê de li ser navê şandeya ku ji Başûrê Kurdistanê hatî Şina Elî axivî û wiha got:”Şehadeta ji bo ax û welat cihê şanaziyê, em îro serbilindin ku li vir hazir û serlêdana şehîdên Kurdistanê dikin. Gelê Kurd hemû aştî û aramiyê dixwazin. Me ji dil û can berê xwe da Rojavayê Kurdistanê da ku xwedî li seferberiyê derkevin û destekê bidin gelê xwe. Bila gelê Rojava baş bizane ku li herçar parçeyên Kurdistanê gelê kurd li pişta wa ye û bi yek destî em ê welatê xwe rizgar bikin. Jinên Rojava bûn mînak ji her jineke ku li Kurdistanê dijî da ku hêz ji wan bigrin û li ser piyan bin. Bila dijmin baş bizane em ji doza xwe nayên xwarin û em ê xwedî yek hewlestî bin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.