Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Tevlîbûna seferberiyê nîşaneya bilindbûna berxwedanê ye’

21/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Tevlîbûna seferberiyê nîşaneya bilindbûna berxwedanê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Endamê Komîteyê Perwerdeya ya Hêza Prastina Civakê li Qamişlo Nebîl Ismaîl diyar kir ku bi tevlîbûna nava seferberiyê gelê Kurd berxwedaniya xwe da xuyakirin û got, “Tevlîbûna seferberiyê nîşaneya bilnbûna berxwedanê ye.”

Bi berdewamiya êrişên çeteyên hikumeta demikî a Sûriyê re, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk seferberiya giştî ragihandin. Piştî ragihandina seferberiyê tevahî gelê Rojavayê Kurdistanê tevlî nava seferberiyê bûn û çek hilgirtin ji bo parastina xaka xwe.

Di derbarê mijarê de endamê Komîteya Perwerdeyê ya Hêza Prastina Civakê li Qamişlo Nebîl Ismaîl ji Rojnameya me re axivî.

‘Seferberî hedefa gelê Kurd bi giştî ye’

Nebîl di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser seferberiyê û wiha got: “Ev bû 14’ e sal ku em van bajaran ji çeteyan paqij dikin, lê heya niha bajar ji çeyan nehatiye paqijkirin. Ji destpêka şorşê ve heya niha me zêdetirî 14’ de hezar şehîd danîn. Ji xwe niha gelê Kurd di rewşeke aloz de jiyan dike. Di van rewşan de seferberî hat ragihandin. Herwiha di vê seferberiyê de jî gelê me berxwedaniya xwe îsbat kir. Îro armanca vê seferberiyê ew e ku gel xaka xwe ji êrişan biparêze. Tevlîbûna seferberiyê erkê tevahî gelê Kurd e.”

‘Gelê Kurd îro xwedî li axa xwe derdikeve’

Nebîl Ismaîl anî ziman ku armanca êrişan qirkirina gelê Kurd e û axaftina xwe wiha qedand: “Dewleta Tirk û HTŞ’ê dixwazin Kurdan qir bikin, her kurdek li ser vê axa armanca êrişan e. Li ser vî esasî çi kesekî li ser xaka Kurdistanê û xaka Rojava be li ber xwe didin û wê vê berxwedaniyê jî berdewam bikin. Bila xort û jin rajin çekan û tevlî YPJ’ê û YPG’ê bibin. Herwiha çi kesekî karibe raje çekan bila dakevin kolanan û parastina bajarên xwe bikin. Rêber Apo gotiye ku ji heft salî heya heftê salî rola wî di parastina rewa de heye. Ev jî îro dikeve ber istratîjîka parastina rewa de, her kesek mafê wî yê parastinê heye divê ku di vê demê de parastina xwe bike. Ji xwe banga me ji bo hemû gelê me di vî şerî de ku cihê xwe bigire, ji ber îro hebûne yan jî nebûne, ji ber vê jî divê herkes li vê berxwedaniyê xwedî derkeve.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.