Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yek ji berxwedêrên Şêxmeqsûd û Eşerfiyê; Harûn Nemir

21/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Yek ji berxwedêrên Şêxmeqsûd û Eşerfiyê; Harûn Nemir
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Di êrişên li ser taxên Şûxmeqûd û Eşrefiyê de Hêzên Ewlekariyê Hundirîn û gelên taxê berxwedaniyeke bêhempa meşandin, yek ji wan berxwedêrên serdemê ku heta kêliya dawî li ber xwe da, Harûn Nemir e.

Çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, bi piştgiriya dewleta Tirkiyeyê, di 6’ê Çileya 2026”an de êrîşek li ser her du taxan dan destpêkirin. Wan di êrîşa xwe de 42 hezar çete tevî bi dehan tank, top, dron û balafirên keşfê bi kar anîn. Lê ew nekarîn îradeya gel û şervanan bişkînin.Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, ku li hember dorpêça 12 salan li ber xwe dan, vê dawiyê li dijî çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê berxwedanek efsanewî nîşan dan. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên her du taxan heta dawiyê parastina niştecihan kirin, fedakariyên mezin kirin û çalakiyên fedayî pêk anîn.

Têkoşerê Kurd Harûn Nemir li kêleka fermandar û şehîdê rûmetê Ziyad heleb, di berxwedaniya li dijî êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bû. Fermendar Ziyad Heleb biryara man û nemanê da li dijî êrişên bi ser wan de dest pê kiribûn û Harûn Nemir jî li kêleka wî berxwedanî kir. Wî ev biryar da piştî ku çeteyan li ser sivîlan bi awayek tund êriş kirin û di encama van êrişan çend sivîl jiyana xwe ji dest dan. Çeteyên Hikûmeta Demkî ên Sûriyeyê şerê taybet li ser wan dimeşandin ku wan sivîl qetil dikirin û ji wan re laşên wan dişandin, dixwestin bi vê hovîtiya ku dikirin moralê leşekeran bişkînin, lê Fermandar Ziyad Heleb bi 300 berxwedêran û yek ji wan Harûn Nemir li dijî van êrişan bûne bersiv. Harûn tevî temenê xwe yê biçûk tevlî vê berxwedaniya efsanewî bû ku bi vê berxwedaniyê bû nimûneyek mezin.

‘Êrişên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hertim berdewam bûn’

Harûn li ser destpêkirina êrişan wiha got: “Dema ku ez gihîştim wir, ez jixwe bi çekan dizanim û ezmûnên min hebûn ku hişt ez di xetên pêşîn de bim. Ez êdî ne ew ciwanê ku ji dengê çekan ditirsim, lê ev nayê wê wateyê ku ez ji tirsê bêpar bûm, ji ber cudahiya vê carê cih bû, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne eniyeke dûr bûn, ew taxek bû ku kolanên wê min kevir bi kevir dizanibû. Ez li wir dijiyam, malbata min li vir dijiya û şer ji jiyana rojane nayê veqetandin.”

Kurdbûn bareke giran e

Şervanekî Kurd li Şêx Meqsûd ne hûrgiliyek biçûk bû. Tax bi piranî Kurd bû û her êrîşek dê ji bo sivîlan bibûya sedema karesatek rastîn. Ev hest berpirsiyariyê ji her şerekî ku wî berê kiribû girantir dikir. Ew ne tenê ji bo parastina pozîsyonekê şer dikirin, lê ji bo ku ew pêşî li dubarebûna dîmenên ku wan li deverên din dîtibûn bigirin. Ev fikar di her biryarê, her bicihkirinê û her şevekê de li ser nobedariyê hebû.

Windakirin: Tiştê ku tu şer nikare tawîd bike

Harûn gelek hevalên ku wî li kêleka wan şer dikir winda kirin, hin ji wan wî berî şer nas dikirin û hinên din jî wî di dema şer de nas dikirin. Wan zû şehîdên xwe vedişartin, dû re vedigeriyan cihên xwe. Di şer de, dem ji bo xemgîniya tevahî tune, hûn wê paşve dixin, hûn wê hildigirin û hûn berdewam dikin. Ew şervanekî ku ji yekê zêdetir şer dîtiye, lê Şêx Meqsûd şopek cuda li ser wî hişt, ji ber ku ew ne xêzek dûr a eniyê bû, lê malek bû ku dizanibû malbata wî li pişt wî ye, diparast.

Harûn Nemir wiha dibêje li ser bandora êrişan li ser wî: “Ez şervanekî Kurd im, ev ne şerê min ê yekem bû, lê ew yek ji şerên herî hovane bû, ji ber ku ezmûna leşkerî bi tirsa mirovan, hesabên sar bi hestek kûr a aîdiyeta cihê re li hev kir. Ez wê vedibêjim ji ber ku şer, heta ji bo yên herî tecrûbir jî, birînên nedîtî dihêle. Û ji ber ku Şêx Meqsûd û Eşrefiye ne tenê beşek leşkerî di jiyana min de bûn, lê beşek jê ya neqetandî bûn.”

Eşrefiye û Şêx Meqsûd ji ber rihê şoreşgerî yê şerê gel ku di her wateya peyvê de, di avakirina rihê şerê şoreşgerî de xwedî ne, bûne sembola berxwedanê. Û her kesê weke Harûn Nemir ku biryara parastina rûmeta xwe dan di dîroka kurdan de navê xwe neqişandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.