Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurdan bi berxwedaniya xwe destanên lehengiyê nivîsandin (1)

21/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Kurdan bi berxwedaniya xwe destanên lehengiyê nivîsandin (1)
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Ji berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê û heta berxwedaniya bendava Tişrînê, gelê Kurd li hemberî hêzên tarî û dagirkeran destanên lehengiyê nivîsandin.

Dema Kobanê û Bendava Tişrinê tê gotin berxwedan gelê Kurd li hember çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker tê hişê mirovan. Di kobanê de gelê çar parçeyên Kurdistanê bûn yek û di Bendava Tişrînê de helwesta berxwedanê yê şervan û tevahî gel û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn yek.

Berxwedana Kobanê di dîroka cîhanê de hat nivîsandin

15’ê Îlona 2014’an, çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya Tirkiyê dest bi êrişên li ser Kobanê kir. Di wê êrişê de bi hezaran çete ji tevahî cîhanê beşdar bûn. Bi dehan şervanan li taxên Kobanê li hemberî xeteriya DAIŞ`ê li berxwedan. Berxwedana şervanan cîhan neçar kir ji bo Kobanê rabe ser piyan. Her ku dorpêça li ser Kobanê teng dibû, piştgiriya şervanan jî zêdetir dibû. Di Cotmeha heman salê de dema ku DAIŞ gihaşt sînorê bajêr, bi hezaran Kurdên ji herêmên cuda yên Bakurê Kurdistanê li ser sînor kom bûn û piştgiriya berxwedanê kirin. Di pêvajoya berxwedanê de jî seferberiya ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihand û bangawaziyên wî li civaka Kurdistanê ku Kobanê biparêzin, guhertineke dîrokî di şerê “çarenûsî” yê li Kobanê de çêkir. Herwiha giropek ji Gêrîla ji Çiyayên Azad daket û tevlî berxwedanê Kobanê li dijî DAIŞ’ê bûn. Kobanê bi ser ket û pişt li DAIŞ’ê hate şikestin. Piştî 4 sal di ser rizgarkirina bajarê Kobanê re derbas bûn, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di Adara 2019`an de DAIŞ li bajarokê Baxozê di warê erdnîgarî de têk bir.

Gelê cîhanê piştgiriya Kobanê kirin

Gelên bi dehan welatên Asya, Ewropa û Amerîka Latîn bi hevbendiyeke enternasyonalîst piştgirî da wê berxwedanê. Herwiha roja 1’ê Mijdarê wekî Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanî hat ragihandin. Bi milyonan kes ji ol, mezheb û netewên cûda ku alên YPG û YPJ’ê hildan û ji bo silavkirina berxwedana Kobanê daketin kolanan. Bang li civaka navdewletî kirin ku destwerdana lezgîn bikin û piştgiriyê bidin gelê Kurd. Xwepêşendêran hêzên siyasî û dewlet jî neçar kirin ku li hember hovîtiya DAIŞ’ê bêdeng nemînin.

Gelê Kurd di berxwedan Kobanê de bûn yek

Gelê Kurd di berxwedaniya Kobanê li dijî DAIŞ’ê de bûn yek. Her çar parçeyên Kurdistamê bûn yek û piştgiriya Kobanê kirin. Herwiha ciwan ji Çar parçeyên Kurdistanê daketin û tevlî Şoreşê bûn û mohra xwe di berxwedaniya Kobanê dan. Gelê kurd ji zarokan heta mezinan 133 rojan bi şev û roj li ser sînor nobet girtin. Ciwanên kurd di pêşengiya Yekîtiya Parastina Jin (YPJ) û Yekîtiya Parastina Gel (YPG) 133 rojan li dijî hovitiya DAIŞ’ê sîng bi sîng li berxwedanek pêhempa nîşan dan. Bedena xwe li pêş êrîşên DAIŞ’ê kirin mertal û destûr nedan ku DAIŞ Kobanê têk bibe. Arîn Mêrkana fedayî, çalakiyek fedayî kir û xwe di dijmin de teqand ji bi parastina Kobanê û bû sembola jina fedekar di cîhanê de. Nêzî 12 sal berê li aliyekî rêveberiyên otorîter û zordar, êrişên hovanê yên li dijî nirxên mirovahiyê pêş xist û bi hezaran mirov qetil kirin. Li aliyê din jî, vîn û rûhê tevgera kurd bi berxwedanek bêhempa, ji bo azadiya jinan, ciwanan, gelan, baweriyan, modela jiyaneke nû, felsefeyek nû û dîrokek nû têkoşiya. Di 39 salên dawî de Erdnîgariya Kurdistanê, şahidiya berxwedanek dîrokî dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi taybetî di 14 salên dawî de di aliyê berxwedan, avakirina jiyan, felsefeyek nû û rêveberiyek nû de dîrokê dinivîse. Îro çavê hemû cîhanê li ser pêşketinên vê axê ne. Yek ji berxwedana dîrokî û vîna ji pola ku hemû gelên cîhanê bûn şahidê wê berxwedana Kobanê ye.

DAIŞ’ê hêvî dikir ku gelê herêmê qir bike

Di sedsala 21’emîn de DAIŞ’ê bi alîkarî û piştgiriya hêzên navneteweyî û herêmî, li dijî gelên herêmê hovîtiyeke mezin û komkujiyên giran pêk anî. Xwestin ku bi destê DAIŞ’ê hêviya gelan, xeyalên azadiyê yên gelan bifetisînin, tune bikin. Li Şengal, Kerkûk, Misûl û gelek bajarên din DAIŞ’ê komkujiyên mezin pêk anîn. Lê li dijî vê hovîtî û komkujiyê di serî de gelê kurd û dostên gelê kurd, bi wê berxwedan, têkoşîn û serfiraziyê, pêşengiya sedsala azadiyê ya nû kir. Li dijî DAIŞ’ê li Kobanê 133 rojan berxwedaneke mezin nîşan da û Kobanî rizgar kirin. Berxwedana li dijî DAIŞ’ê, serkeftina ku hate bidestxistin, serfiraziya gelan, jinan, baweriyan bû. Encama nirxên hevpar ên mirovahiyê bû. Çirûska berxwedana Kobaniyê îro bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî li Rojhilata Navîn û li cîhanê deng vedide û bûye dirûşma azadiyê. Gelên cîhanê mil dan û xwedî li berxwedana Kobaniyê derketin û hemû îmkan seferber kirin. Gelên cîhanê, nivîskar, rewşenbîr, xelatgirên Nobelê û rêxistinên civaka sivîl, 1’ê Mijdara 2014’an wek Roja Piştgiriya bi Kobaniyê re ragihandin. Ruhê Kobaniyê bû ruhê azadiyê li her aliyê cîhanê û hêviyeke mezin da gelan.

Dijminahiya li dijî Kobanê didome

Îro dema em li geşedanên li ser Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dinêrin, em dibînin ku ji wê rojê heta niha hem hêzên navneteweyî hem jî hêzên herêmî, her tim dijminahiya serfiraziya Kobaniyê kirin. Di ser berxwedaniya Kobanê re nêzî 12 sal derbas bûn lê hêzên tarî û çeteyên wek DAIŞ’ê li Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê ne. DAIŞ di kiras û rengên cuda de gef û êrişên xwe berdewam dikin. Nexwesim li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk ku hewl dida di bin perdeya îslamê de, xîlafeta Osmanî vejîne, bi bin ketin. Ji DAIŞ’ê heta bi dewleta Tirk, ji Ebû Bekir El-Bexdadî heta bi bavê wan ê ruhî Erdogan, rijandina xwînê û derbkirina aramiya herêmê, ranewestiya ye. Em dibînin ku Tirkiye ji wê rojê de nikarî têkçûna hevalbendê xwe DAIŞ’ê li pêş çavên xwe li ser destê şêniyên herêmê ragirta. Tirkiyê sembola Cîhanî ya berxwedanê ‘Kobanê ‘ armanc digire. Tirkiyeyê bi balafirên bêmirov bi dehî caran herêmên sivîlan ên Kobanê hedef girtin. Bi vî awayî tiştê ku çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê nikarî pêk bîne, Tirkiyeyê li pêş çavên civaka navdewletî dixwaze bibe serî. Îro êrîşên li ser Kobanê û li ser hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha li ser Şengal û Mexmûrê didomin. Ev nîşan dide ku tişta DAIŞ’ê bi dest nexist, artêşa Tirkiyeyê dixwaze bi dest bixe. Lê êdî Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêne weke berê ne wê li berxwebidin.

Bendava Tişrînê bû bendava Şehîdan û berxwedanê       

Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê ji aliyê aborî, siyasî û leşkerî de gelekî girîng in. Pira Qereqozax li ser rêya M4 a navdewletî ku herdu aliyên çemê Firatê bi hevre girê dide, ji bo bazirganiya herêmê jî girîng e. Bendava Tişrînê jî pêdiviya piraniya kehrebê ya Kantona Firatê û Minbic, beşek Heleb û hinek deverên Tebqayê û Cizîrê pêk tîne. Dîsa ji bo çandiniyê jî çavkaniyek sereke ye. Ji bilî van taybetmendiyan herdu dever ji bo ewlekariya herêmê di asta stratejîk de ne. Li gorî pisporan, hêzên ku li van deran serwer bibin, wê karibin tevahiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kontrol bikin. Dewleta Tirk a dagirker jî, dema HTŞ’ê berê xwe da Şamê, bi van hesaban xwest Tişrîn û Qereqozaqê dagir bike û Rêveberiya Xweser ji holê rake. Rayedarên Tirkiyeyê bi daxuyaniyên xwe ev yek eşkere dikirin. 2024–2025 Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaq bûn armancên êrîşên dewleta Tirk.  Di 8’ê Kanûn a 2024’an de li Bendeva Tişrînê dest bi êrîşan kirin. li hemberê wan êrîşan ji nû ve avakirinek bihêz û hevgirtî li benda gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bû.  Êrîşên Çeteyan ne tenê li ser çeperên leşkeri bû, lê li ser binesaziya heremê, gund, nexwaşxane, îstasyonên avê û malên gel hatin hedefgirtin. Şerê ku li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hat meşandin ne şereke leşkerî bû, Şerê taybet û şereke derûnî ku dixwastin hêviyên gelê heremê tune bikin. Armanc ew bû ku bi van êrîşan nûfûsa heremê mehkûmê taritiyê bikin. Lê bele îradeya gel ew tarîtî şikand û carekedin bi hevgirtin û berxwedaniya xwe xwe dan ispatkirin.

Rêveberiya Xweser banga Şerê Gelê Şoreşgerî kir

Di 8’ê Çile de li ser banga Rêveberiya Xweser bi hezaran şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo av, ax, enerjî û destkeftiyên xwe biparêze li Tişrînê dest bi nobetê kirin. Li gel êrîşên li ser bendavê, kerwanên gel ji bo biçin bendavê ava kirin, gelek caran rastî êrîşan hatin. Rûxmî hemû êrîşan jî gel ji doza xwe venegeriya bi israr xwe gihandin bendavê. Her roj derdora bendavê ji aliyê balafirên şer ve dihatin bombebaran kirin. Tevî vê yekê jî bi sedan kes ji bo piştgiriyê bidin çalakiya nobetê bê navber diçûn qada bendavê. çalakiyên ku 8’ê Çileyê ve destpê kir 118 rojan dom kir.

Berxwedana gel dagirker têkbirin

Berxwedana Dîrokî ya şervanên YPG -YPJ- QSD’ê û ya Gelê herema Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ya 118 rojan bi dayîna gelek berdelên mezin domkir. Piştê ku Rêveberiya xweser bang li gelê herêmê kir. Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Êzîdî û hwd.. ji 7 heta 70 salî  herikîn bendava Tişrînê parastina av, ax û enerjiya heremê kirin. Rûxmê ku her cûre êrîş jî pêk dihatin çekên ku heta niha li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê nehatibûn karanîn ji aliyê dewleta Tirk û Çeteyên wê ve li Ser bendavê hatin bikaranîn. Balafirên bê mirov, çekên giran û bi çekên kîmyewî kerwanên gel kirin hedefê xwe. Gel di nav wan êrîşan de bi îradeyek xort mesajên giring da dewleta Tirk a dagirker ku gotin “Em ne yek deqe û yek kêliyek ranewestiyan. Em carek din dûbare dikin em dev jî bendavê bernadin. Emê piştevaniya QSD’ê bikin û emê berxwedana xwe bidomînin. Em ê li vir bin. Em ê ruhê şoreşê ya 19’ê Tîrmehê biparêzin.” Rixmî ku bi dehan Şehîd û bi sedan birîndar hebûn, lê dest ji berxwedaniya xwe bernedan.

118 rojên berxwedaniyê gel û şervanan biserket

Bi saya berxwedana gelê heremê û îmzekirina hevpeymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdê û Rêveberiya demkî ya Hikûmeta Şamê Ehmed El Şara ve ku ji 8 xalan pêk dihat îmzekirin. Di xalalên hevpeymanê de nûnertiya wekhev a bawerî û nasnameyên niştimanî yên gelê Sûriyê, dabînkirina xizmetguzariyên ewlekarî û giştî, vegera bi ewle ya koçberan, rawestana li hember axaftinên nijadperestiyê û helwestên ku dê nakokiyan derxînin û misogerkirina agirbestê li seranserê welat. Di encama nobeta gel û berxwedana dîrokî ya şervanan de êrîşên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê hatin rawestandin.  Rêveberiya xweser ya demokratîk bi daxuyaniyek çapemeniyê raya giştî re ragihand. ku “Berxwedana gel ser ketiye”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.