Viyan Egîd/Qamişlo
Pisporê zagonsazî Xalid Cebir diyar kir ku di 16`Çileya 2026`an de ji aliyê Ehmed El-Şeri biryarnameyek girêdayî gelê Kurd hat regihandin û wiha got, “Tenê mafê Kurdan wekî biryar ne têrker e, lê belê divê bi awayekî fermî mafê gelê Kurd bikeve destûra Sûriyê de.”
Serokkomarê hikumeta demikî ya Sûriyê Ehmed El Şeri, di 16`ê çileya 2026`an de biryarnameyeke bi hejmara 13’an ya sala 2026’an derxist ku qaşo hinek mafên Kurdan li Sûriyê eşkere kir û ragihand. Di vê çarçoveyê de Pisporê Zagonsazî Xalid Cebir ji Ronameya me re axivî.
‘Hikumeta demkî wê bibe sedema kirîzeke mezin’
Xalid Cebir di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êriş û kiryarên dijmirovî yên hikumeta demkî û wiha pê de
çû: “Piştî 14`e salan ji şer û aloziya Sûriyê re, hikumeta demkî ya Sûriyê qaşo hat li ser desthilatdariyê da ku şer, pevçûn û aloziyan bi dawî bike, lê mixabin ji roja hatine vê hikumetê ji bilî komkujî, kiriyarên dijmirovî û qirkirina pêkhateyên me ne dît. Ev yek wê bibe sedem ku rewşa Sûriyê ber bi xerabûn û hilweşandinekî bingihîn wê bi de avakirin. Her wiha şûna ku hikumeta demkî bi aştî û demokratik bûyinê bifikre û di hundirê Sûriyê de pêk bîne, di heman demê de karî be ku hemî pêkhate û mafên wan bi parêze. Lê me dît ku çawa parçebûyineke mezin di hundirê Sûriyê de da çêkirin, bi vav kiriyar û rêbazan wê nikaribe Sûriyekî aram û bi ewle ava bike, berovajî wê Sûriyê wê her di nava şer û pevçûnên navxweyi be. helbet yê ku piştgiriya vê hikumatê dike jî û li dû van leystokane dewleta Tirk e, dewleta Tirk her dixwaze piroje û sîstema Rêveberiya Xwere û QSD`ê tune bike. Lê ev yek neyê qebûlkirin û tu carî jî armanca wê pêk nayê, ji ber ku nikarin baweriya gel bi hêza QSD`ê re bişkînin.”
‘Mersûma ku ji bo mafê Kurdan hatiye ragihandin têrker nîne’
Xalid Cebir di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Mersûma ji bo mafê gelê Kurd ku di 16`çile de ji aliyê Colanî ku niha bi nave Ehmed El-Şeri û serokê Şamê xwe daye nasîn ve hat ragihandin. Mersûm ji 7 xalan pêk hat. Lê di vir de gelê kurd wê çawa bawerî bide vê mersûmê ku heye roja îro êriş, kiryarên dijmirovî û komkujiyan li hemberî gelê Kurd pêk tîne, ev hikumet ne hikumeteke xwedî baweriye. Bi biryarên wiha ku ji bo gelê kurd bawer bikin, ev ne têrkere. Pêwîste di piratîka xwe de jî bawerî bide, da ku gelê Kurd bi biryarên mafdayina xwe di Sûriyê de bawer bikin, li vir Ehmed Seri dibêje ez mafê Kurdan didim wan û di heman kêliyê de êrişî wa dike. Ev ne gavek ango rêbazekî qnûnî û mirovî ye. Daxwazên gelê Kurd ew in ku sîstema nenavendî were avakirin, di heman demê de Sûriyayekî aştî û demokratîk were avakirin. Ji bo çareseriya şer û aloziyên Sûriyê ev yek pêwîstin. Kurd Sûriyek demokratîk dixwazin, dinava vê Suriyê de hemû beşên civakê dinava vê erdnîgariya Sûriyê de jiyan dike. Hemû bawerî bikarbin bi awayek azad jiyana xwe bi rêxistin bikin. Xwesteka gelê Kurd jî weke ya hemû gelên Suriyê ev e. Lewma divê ev xwestek di qanuna esasî ya Sûriyê de weke qanun bicih bibe û bikeve bin mîsogeriyek qanunî de.”
‘Pêwîst e mafê kurdan di destûra Sûriyê de were bi cih kirin’
Xalid Cebir di dawiya axaftina xwe de tekiz kir ku pêwîste mafê Kurdan di destûrê de were bicihkirin û wiha domand: “hikumeta demkî tenê wekî biryar çed xal ragihand û dibêje ev mafê kurdaye, lê ev wekî biryare ne di hundirê destûra Sûriyê de hatiya bi cih kirin, ji bo ku ev mersûn bi awyekî rast were bawer kirin, pêwîste di destûra Sûriyê were bi cih kirin. Her wiha gelê Kurd ewqas berxwedanî û qurbanî didin, ev jî ji bo mafê xwe yê rewa di hundirê destûra Sûriyê de mesoger bikin. ev yek jî pêwîste bi awayekî zagonî û hiquqî were dayin. Bi awayê ku ev biryarname hate derxistin, xuya dibe ku mafên gelên Sûriyê tê de wek tiştekî nû tên pêşkêşkirin. Lê rastiya vê yekê ew e ku maf tiştekî ku hatibe dayîn nînin, maf bi berxwedan û bi xweçêkirinê tên bidestxistin. Gelê Kurd û tevahî gelêpêkhateyên li Sûriyê, di nav krîza dirêj a welêt de, bi salan li ser bingehên xwe yên civakî û siyasî xwe ava kirine. Ew jiyana xwe li gorî mafên xwe yên xwezayî rêxistin kirine û ev jiyan ne encama biryarnameyê ye, lê encama têkoşîn û rêvebirina xwe ye.
Wekî ku hemû pêkhateyên civaka Sûriyê mafên xwe hene, mafên gelê Kurd jî divê di nav pêvajoya siyasî ya welêt de bi awayekî fermî û çalak werin naskirin. Divê Kurd bikarbin di nav Sûriyê de wek pêkhateyekî bingehîn û esîl cihê xwe bistînin, her wiha nasnameya wan ya siyasî, çandî û perwerdeyî bi rêz û bi qanûn were pejirandin. Ev yek şertê bingehîn e ji bo avakirina Sûriyekî yekbûyî û adil.”






