Navenda Nûçeyan
Partiya Çep a Şoreşger a Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û hevgirtina xwe bi berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê re ragihand.
Partiya Çep a Şoreşger a Sûriyê derbarê êrîşên ku ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve li dijî gelê Kurd tên kirin daxuyaniyek da.
‘Azadiya kurdên Rojavyê Kurdistanê azadiya me ye’
Di destpêka daxuyabiyê de wiha hat gotin:“Azadiya kurdên Rojavayê Kurdistanê azadiya me ye, gelê me yê Kurd niha ji aliyê DAIŞ’ê û çeteyên girêdayî çeteyên HTŞ’ê tên. Niha çeteyên HTŞ’ê hewl didin ku çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehan de rizar bike, da ku ji nû ve li dijî gel şer bikin. Herwiha îro Sûriyê di qonaxa dîrokî û çarenûsî de re derbas dibe, ku ne nezelaliyê, bêalîbûnê û ne jî helwestên nîvco qebûl dike.Banga seferberiya giştî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê ve hatiye ragihandin. Ev yek ji bo parastina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê û parastina gelê wê ye, lê belê nîşana kêliyeke dîrokî ya veqetandî ye.Niha li Rojava şereke dijwar diqewime.”
‘Îro her kes li ji bo berxwedana gelê Kurd li Rojava li ser piyan e’
Di berdewamiya daxuyaniyê wiha hatin xwendin: “ Kesên ku li kêleka berxwedana gel ya Rojava nesekinin, dê sibê di bin lingên makîneya faşîst bên perçiqandin. Îro her kes li ji bo berxwedana gelê Kurd li Rojava li ser piyan e. Êrişên li ser gelê Kurd, li ser Rêveberiya Xweser û li ser modela wê ya demokratîk û azadîxwaz, êrişekî li dijî mirovahiyê ye. Em weke Partiya Çepa Şoreşger li Sûriyê radigihîne ku bersivdayîna banga seferberiya giştî bê du dilî tê meşandin. Em weke Partiya Çepa Şoreşger li Sûriyê êrişên li ser kurdên Rojava yê kurdistanê şermezar dikin.
‘Şer ne tenê şerê kurdan ne şerê hebû kesên azadî xwaze’
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:“Sekna bêşert û merc li kêleka berxwedana gelê Kurd, wekî parçeyekî bingehîn ji berxwedana şoreşgerî ya Sûriyê li dijî zilmê ye, dagirkeriyê ye. Ev şerê navbera pêşketin û paşverûtiyê ye, navbera qencî û xerabiyê, navbera hebûn an tunebûnê ye. Em wek Partiya Çepa Şoreşger li Sûriyê bi awayekî zelal radigihînin ku ev ne tenê şerê Kurdan e, lê şerê hemû kesên azadîxwaze, niha Rojava rû bi rûyê komkujiyan e. Lê belê bêdengî divê kêliyê de sûcên şer e, herwiha bêalîbûna di navbera sitemkar û bindest de, alîgiriya sitemkar e. Herwiha bi hev re heta serkeftinê û serhildan berxwedana gel, lê belê serketin ji bo gelên têkoşer.”






