Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwendekarên peymangehê  bi hûnera xwe pêşwaziya ciwanên Başûr kirin

20/01/2026
in NÛÇE
A A
Xwendekarên peymangehê  bi hûnera xwe pêşwaziya ciwanên Başûr kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Xwendekarên Peymangeha Bilind A Huner li Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan sînorê Fîşxabûr da ku bi moralekî bilind pêşwaziya gelê Başûrê Kurdistanê bikin.

 Hikumeta Demkî û çeteyên wê berê xwe didin Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku hebûna gelê kurd tune bikin, lê Rêveberiya xweser seferberî ragihand û li seranserî cîhanê gelê Kurd daketin qadan da ku piştgiriya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bikin. Niha jî gelê kurd ên ku li Başûrê Kurdistanê amadekariyên xwe kirin da ku berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê û destekê bidin gel. Bi dehan şêniyên bajarê Dêrikê berê xwe da sînorên Fîşxabûr da ku pêşwaziya wan bikin. Di heman demê de xwendekarên Peymangeha Bilind A Hunerê jî bi rê û resmên çandî berê xwe dan sînor.

Di derbarê pêşwaziya xwendekarên Peymangeha Bilind A Huner ji gelê Başûrê Kurdistanê re xwendekarên bi navê Hozan Efrîn û Sûad Osman ji Rojnameya me re axivîn.

‘Heger em mirin em şehîdin û heger em man em Egîdin’  

Xwendekarê bi navê Hozan Efrîn axivî û wiha got: “Em wek xwendekarên Peymangeha Bilind A Hunerê li ser piyan sekinîne û ji hemû dewlet û çeteyên ku dixwazin gelê kurd ji holê rakin re dibêjin, gelê kurd yeke û tucarî nabe parçe. Îro roj em vê yekê zindî dibînin gelê kurd li herçar parçeyê Kurdistanê rabûye ser piyan û beryara seferberiyê daye û ji bo piştgiriya gelê Rojava berê xwe dane sînoran. Bila hemû cîhan bizane ne bi çete û ne jî bi hêza xwe ku kurd tucarî parçe nabin. Em çiqasî li dîrokê jî vegerin em dibînin ku kurd hertim bi ser diketin û wê vê carê jî serkeftin ya gelê kurd bê.  Bila di wê baweriyê de bin çiqasî tang û topan li ser me pêk bînin jî em ê her li pişta hêza xwe bin. Şerê ku îro li Rojava rû dide ne exlaqî û ne jî miroviye, ji ber ku hemû cûreyên kuştinê li ser gelê me pêk tînin, bi vê yekê dixwazin vîn û hebûna gel bişkînin.  Daxwaza me ji hemû ciwanên kurd re ew ku berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê da ku her kes nas bike dema gelê kurd bihêrs didin kes nikare pêşiya wan bigre. Em jî wek xwendekarên Peymangeha Bilind A hunerê amadene ji seferberiyê re û heger şer ji me hat xwestin em ê ji boa xa welat şer jî bikin. Bila her kes bizanibe em zarokên agir û rojê ne û wê çirûska me wê mezin bibe, ji tevahî cîhanê re em dibêjin heger em mirin em şehîdin û heger em man em egîdin.”

‘Rojava ne parçeyeke Rojava Kurdistan hemû ye’

Xwendekara bi navê Sûad Osman da zanîn ku kurd ne ew kurdê berê ne ji birîn û êşa ku bi salan didîtin niha xwe komî ser hev kirine û bi hemû hêz û cesaretê ji bo ax û rûmeta xwe şerdikin û wiha got: “Em bang li hemû kurdên cîhanê dikin û ji wan re dibêjin dem hatiye ku hûn ji dijmin re isbat bikin ku gelê Rojava ne bitenê ye. Em jî wek xwendekarên Peymangeha Bilind a Hunerê bi def û daholên xwe li sînorên Fîşxabûrin li benda gelê kurd ên ku ji Başûrê Kurdistnê ber bi Rojava ve tên. Em ê tucarî ji moralê xwe nayên xwarê, bila herkes bizane Rojava ne tenê parçeyek ji Kurdistanê ye lê ew Kurdistan hemû ye û wê herkes ji bo vê çarenûsê li berxwebidê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.