Viyan Egîd/Qamişlo
Şahida Berxwedana Şexmeqsûd diyar kir ku îro bi ruhê berxwedana Denîz, û Amara û Ziyadan berxwedaniya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di dîrokê de hat nivîsandin û got; “Bi saya hevalên me yên fedayî îro em di cihên ewle de dijîin.”
Di 6`ê çileya 2026`an de çeteyên hikûmeta demkî û hevkarên wî DAIŞ û dewleta Tirk bi awayek hovene êrişê herdû taxên Helebê, Şexmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Di wan êrişan de hijmareke zêde şahadet û birîndar çêbûn. Di êrişên hovane de, jin û zarok ji aliyê çeteyan ve bi awayek hovane bûn qurbanî. Her dû taxên ku ji aliyê çeteyan ve bi her cûre çekên giran û bi tang û topan ve hat bombebarankirin. Dixwastin ku bi teslîmiyetê îradeya gel bişkînin.
Di derbarê êrişên çeteyên girêdayî hikumeta demkî û dagirkeriya Tirk li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin kirin, Şahidek ji Berxwedana taxa Şêxmeqsûd êriş çeteyan yên hov li ser sivîlan û berxwedaniya gel û şervanan ji Rojnameya me re vegot.
‘Berxwedan Jiyana’
Şahida berxwedanê behsa êriş û berxwedaniya her dû taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir û wiha got: “Wek tê zanîn ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve her dû taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên kurdan bû û xweseriya xwe jî dabûn avakirin, li kêlka wê jî hêzên xwe yên parastinê û reêxistinî dan avakirin. Di nav 14`e salên Şoreşa Rojava de, ev her dû tax her rastî êrişan dihatin, herwiha her dem di nava dorpêçên giran de bûn, ev êriş û dorpêç ji aliyê rêjîma Bass û niha jî ji aliyê komên çeta yên girêdayî dagirkeriya Tirk û hikumeta demkî ya Şemê ve dihat meşandin. Sedema van êrişên domdar yên li ser her dû taxên Şêxmeqsû û Eşrefiyê ew bû ku piraniya niştecihên wê kurd bûn, rastê di nava 14`e salan de gelek zehmetî û êş li ser gelê şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat derbas kirin. Bê guman li kêleka van êş û zehmetiyan jî berxwedaniyeke dîrokî û bêhempa hebû, gel tu carî serî netewand û her daxwaza mefê xwe dikirin, di heman wextî de roj bio roj asta berxwedanê mezintir dikirin û her di gotin ‘Berxwedan Jiyana’. Ev yek dibû sedem ku bi ax û taxên xwe ve werin girêdan û bi hesanî ji dijmin re nehêlin.”
‘2 dewlet li hemberî du taxên biçûk şer kirin’
Şahida Berxwedana Şexmeqsûd diyar kir ku 2 dewlet li hemberî du taxên biçûk şerkirin û wiha domand: “Piştî ku rêjîma Baas hat helwişandin û hikumeta demkî ya Şamê HTŞ`ê hat ser desthiledariyê, hêviyek li cen gelê her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêbû ku bi derbas bûne ewqas sal ji şer, zehmetî û berxwedaniyê re wê bi aramî û ewle bijîn, her wiha wê di nava xweseriya xwe de dewam bike. Lê mixabin ji dema hatina hikumeta demkî ya Şamê gelek binpêkirin û tenggavî li pêşiya gel û pêkhateyan hatin pêk anîn. Her dixwestin destwerdanê li her du taxan bikin, ji ber vê yekê her dem êrişên giran li ser her du taxan dihat kirin û piştre dixwestin bi rêya peymana 1`ê Nîsanê lihevkirinekî bidin çêkirin. Di herî dawî de di 6`ê çileya 2026`an de ku çeteyên girêdayî hikumeta demkî û dagirkeriya Tirk dest bi êrişekî pir giran kirin ku li ser her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi top û tangan dorpêç kirin, belê wek tê zanîn ku çekên herî giran û bi sed hezaran çeteyan li derdora her dû taxên biçûk kom bûn, wan dizanî ku her dû tax biçûkin û pêwîst nake ku bi ewqas çekên giran û hijmarekî mezin ji çeteyan kom bikin, lê dîsa jî wan wisa kir ji berk u îradeya gelê Kurd ne biçûke û dizanin ku irade û berxwedaniya gelê her du taxan ji teknîk û himara wan mezintire. Ji bilî vê yekê 2 dewlet li hemberî du taxên biçûk şer kirin, yek ji wan dewleta dagirker a Tirk e ku di nava hêza NATO de ye, ev yek dide xuyakirin ku çiqas gelê Kurd tirs kiriye hundirê wan.”
‘Çeteyên girêdayî hikumeta demkî û dagikeriya Tirk bi hişmendiya DAIŞ`ê êriş kirin’
Şahida Berxwedana Şexmeqsûdê di dewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Êrişên ku li ser her du taxan hat kirin, di carekê de derket hole, agahiyê tu kesî jê tune bû, gel di carekê de dengê bombebaranê bihîstin. Ev çete hemî diyalok û peyman bipêkirin, ne dixwestin ku peymana 1`ê Nîsanê biserbikeve û li hevkirinê bi kurdan re bide çêkirin, ji ber ku armanca hikumeta demkî û dagirkeriya Tirk ne aşîtiye, ew her fêr bûne ku xwîna gel ji bo berjewandiyên xwe birjînin. Ev şer li hemberî niştecihên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şerkî qirkirinê bû, hedefa wan ku çawa karîbin gelê Kurd li wan taxan bidin qirkirin, wekî ku çawa bi serê Elewî û Durziyan anîn, dixwestin heman kiryar li ser Kurdan bidin kirin. Bê guman bi hatine Şoreşa Rojava gelên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi şerê gelê şoreşgerî û azadiya jinx we pêşxist û rêxistin kir, ji ber vê yekê çeteyên girêdayî hikumeta demkî û dagirkeriya Tirk bi zehniyeta DAIŞ`ê êriş û bi taybet xwest ku jinan bide revandin, tecawiz kiri qetilkirin. Ji berk u jinên wan her du taxan pêşengtiya Şoreşa Rojava kirin û li hemberî komên çete şer kirin, lewma bi kîneke kûr xwestin jinan bikin hedefa xwe.”
‘Kerwanên sivîlan kirin hedef û komkujiyên mezin pêk anîn’
Şahida Berxwedana Şexmeqsûd da zanîn ku di tevahî duniyayê de nexweşxaneyan nayê hedefgirtin û wiha pê de çû: “Dema ku şer bi awayekî hovane hat destpêkirin, çete ragihandin ku gel dikare bi kerwanan derbikevin û xwe ji cihên şer derbixin. Lê dema ku gel derket ez jî bi wê kerwanî re bûm, min dît ku çawa gel dixapandin, dixwestin gel derbikeve û wan li ser rêyan bide kuştin, dema ku em ji şêxmeqsûd derketin çeteyan dest bi top û hewanan kir li sivîlan dixistin, li wê kerwanê de hin malbat tev zarokên xwe hatin şehîd xistin. Di tevahî cîhanê de tê nasîn ku kerwan yên sivîlin , her wiha ji cihên şer derdikevin û derbasî herêmên bi ewle dibin, lê tevî vê yekî çeteyên hikumeta demkî û dagirkeriya Tirk kerwanên sivîlan kirin hedef û komkujiyên mezin pêk anîn. Êdî em neçar man ku birîndar, şehîd, dayik, bav, zarok û jin li nexweşxaneyê kom bibin, ji ber ku êdî tu cih nema em biçinê de. Lê ew çeteyên hov û bê exlaq binpêkirinên pir mezin pêk anîn, di dinyayê de nehatiya dîtin ku nexweşxane tê bombebaran kirin, lê ew çetên ku bi hişmendiya DAIŞ`ê ya qirkir bi hemû ewayî êrişên xwe yên hov li ser nexweşxanê pêk tanîn. Zarok digriyan bê av û xwerin diman, ji tirsa nikarî bûn tiştik bixwin. Tenê digotin me derxînin. Di heman demê de hin sivîlên ku xwe di nexweşxaneyê de bi cih kiribûn ji aliyên çeteyên hov hatin sîwqas kirin. Ev buyer hemî li ber çavên me çêbûn.”
‘Berxwedaniya 6 rojan dîrok nivîsand’
Şahida Berxwedana Şexmeqsûd da dawiya axaftina xwe de teqez kir ku li hemberê ewqas êrişên hov û giran berxwedaniyeke dîrokî hat nivîsandin û wiha got: “Di rastiyê de li hemberî bi sedan hezaran çeteyan, çekên giran û dironan dehan şervan bi çekên sivik 6 rojan berxwedaniyeke dîrokî nivîsandin, îro bi ruhê Ziyadan, Denîzan û Amarayen berxwedaniya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di dîrokê de hat nivîsandin. Bi saya hevalên me yên fedayî îro em di cihên ewle de dijîin.”






