Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bêbextî ji HTŞ’ê çêbû, berxwedanî û hevrêziya gelê Kurd pêkhat

20/01/2026
in NÛÇE
A A
Bêbextî ji HTŞ’ê çêbû, berxwedanî û hevrêziya gelê Kurd pêkhat
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Li Rojavayê Kurdistanê derheqê gelê Kurd pilanên qirkirinê bi destên HTŞ tê meşandin, li hemberî vê yekê bêdengiya navdewletî tê nîşandan. Lê gelê Kurd li tevahiya cîhan û Kurdistanê piştgirya xwe ji bo Rojava û berxwedaniya gelê Kurdan ji bo serkeftina şoreşê didin misogerkirin.

Bêbextî ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê bû

Çîroka bêbextiya hikumeta HTŞ’ê li gelê Kurd ji binpêkirina peymana 1’ê Nîsanê dest pê bû, ji geşedanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Dema ku êrişên çeteyên Tirkiyê û Colanî li ser Şêxmeqsûd û Eşerefiyê hatin destpêkirin, herwiha peymana 1’ê Nîsanê bin pê kirin. Rast e peymana 1’ê Nîsanê di navbera QSD’ê, Rêveberiya Xweser û hikumeta HTŞ’ê de hate îmzekirin, lê bi erêkirina hêzên weke Amrîka û Tirkiye bû. Mercên peymanê ew bûn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ango Asayîşa her du taxan bi hevkariya hêzên ewlekariya hikumeta HTŞ’ê ewlehiyê biparêzin, di heman demê de gelên wê xwe bi rê ve bibin. Lê di necama bêbextiya HTŞ’ê, êrş li ser gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêbû û komkujî li ser gelê Kurd pêkhat. Hêzên navdewletî yên ku piştgiriya peymana 1’ê Nîsanê dikirin, bêdeng man, ji xwe dagirkeriya Tirk di vî warî de destwerdneke herî xerab kir.

Binpêkirina 10’ê Adarê û vejîkirina DAIŞ’ê

Bêdengiya raya giştî û Amerîkayê li pêşiya her kesî bû, li Dêrhafirê ruxmî li hevkirin çêbûbû ku di navbera 48 seetan de QSD’ê ji wir vekişe, lê çeteyên dewleta Tirk û HTŞ’ê berî dema peymanê êrişî şervanên QSD’ê kirin. Li vir bêdengbûna Amerîka û hêzên hevpeymanî bû cihê şek û gumanan çêkirin ku êdî ew dane ser riya bêbextiyê. Li Dêrhafirê piştî lihevkirina her du aliyan û pêkanîna xalên peymana 10’ê Adarê, di encama êrişa ku li ser Reqa, Tebqa, Dêrazorê û başûrê Hesekê çêbû, tişta herî xeter rûda. Bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên ku girtî bûn, li ser destê çeteyên HTŞ’ê rizgar bûn, yek ji van zindanan a Qetna ya li Reqayê, heta roja îro jî şervanên QSD’ê di dorpêçê de ne, di heman demê de çeteyên girtiyên zindanê tevlîheviyê çêdikin da ku derkevin û tevlî HTŞ’ê bibin, li aliyê din jî dewleta Tirk a dagirker bi firokên bêmirov zindanê di 19’ê Çile de hedef girt. Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku girtîgeha Şedadê ji bin kontrola şervanên QSDˊê derketiye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji saetên sibehê ve komên Şamê bi awayekî dijwarî êrişî girtîgeha Şedadê ya ku tê de bi hezaran endamên rêxistina DAIŞˊê ya terorîst hene dikin. Şervanên QSDˊê bersiva van êrişan didin û gelek caran ew êriş têk birin. Ji bo karesateke ewlehî çênebe bi dehan şehîd û birîndar çêbûn.Tevî ku girtîgeha Şedadê 2 kîlometre ji baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li herêmê ve dûr e, lê gel bangên dubare baregehê destwerdan nekir.

Banga Heyva Sor a Kurd ji bo koçberan

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo alîkariya malbatên di encama komkujiyên HTŞê de koçberî Kantona Firatê bûne banga alîkariyê kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di encama komkujiyan de bi sedan sivîl hatin qetilkirin. Herwiha bi deh hezaran jî bi zorê hatin koçberkirin. Niha mafê jiyanê yên bi sed hezaran Kurdî di bin talûkeyê de ye. Ji ber êrişan pêwistiya xurek, av, ceyran û lazimiyên jiyanî derketiye holê.” Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Heyva Sor ji bo alîkariya Rojava bi sazî û dezgehên navneteweyî re qampanyaya alîkariyê daye destpêkirin û ev bang hate kirin: “Hûn jî dikarin alîkariya vê qampanyayê bikin û emê alîkariya bigihînin Rojavayê Kurdistanê. Di serî de Kurdistaniyên li dîasporayê divê hemû kesên xwedî wijdan tev li qampanyayê bibin. Ji bîr nekin her alîkariyek dê li Rojava jiyanekê xilas bike. Ji bo Rojava dema ku herkes bikeve nav liv û tevgerê ye.”

HPG piştgirî da Rojava

Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan derbarê êrişên li ser Rojava wiha got: “Gelê me yê Rojava bi welatparêzî, berxwedan û ruhê xwe yê neteweyî gelek tişt hînî me kir. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê we tenê nahêlin. Gelê Kurd û weke tevgera azadiyê em; çi pêwîst be em ê wê bikin.”

Berxwedaniya Kurdistanî

Piştî komên çeteyan ên HTŞ, SMO û DAIŞê bûn yek û bi piştgiriya Israîl, Fransa û Tirkiyeyê êrîşî gelê Kurd kirin, li çar aliyê cîhanê bi milyonan Kurd tevî sazî û rêxistinên xwe seferberî îlan kirin û derketin qadan. Bi milyonan Kurd ji Silêmaniyê heta Hewlerê, ji Duhokê Heta Zaxoyê, ji Qamişlo heta Hesekê, ji Kobanê heta Dêrikê, ji Nisêbînê heta Dêralok û Şeladizê, ji Şengalê heta Mexmûrê, ji Wanê heta Amedê, Ji Mêrsînê heta Êlihê, ji Holandayê heta Almanyayê, ji Zûrihê heta gelek bajarên Ewropayê li hev kom bûn û ji bo êrîşên li dijî gelê Rojava şermezar kirin. Diheman demê de pêşmegeyekî dildar, li ser hesaba xwe ya medya dijîtal peyamek bi dîmen weşand û ev tişt anîn ziman: “Vaye em bi rê ketin bo Rojava. Ji bo me dua bikin. Hêvîdarin ku li Deriyê Sêmalka ji bo me rê dayîn. Ez wekî xwebexş diçin parastina şeref û kerameta Kurdiniyê bikim.” Di 19’ê Çile de gelê Kurd li Niseybîna Bakurê Kurdistanê bi girseyî ber bi sînor ve hatin, bi dehan keç, xort, kal û  pîr, deriyê sînorî yê Niseyîbîn-Qamişlo derbas kirin. Ew sînor û deriyê kilîtkirî li hemberî yekîtiya gelê Kurd nebû kelemek û hat vekirin. Di serê sibeha 20’ê Çile de gelê bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ku şevê din li hemberî êrişên komên çete yên hikûmeta demkî ya Suriyê daketibû qadan ji bo destekdayîna berxwedanê ber bi Rojava ve hatin. Şêniyên ku li navenda bajar kom bûn, dirûşmeyên “Yeke yek yeke Kurdistan ye” berz kirin û bi karwanekî seyareyan ber bi Rojava ketin meşiyan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.