Dîlan Mulhim\Qamişlo
Koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku ji bajarê Reqayê koçberî bajarê Qamişlo bûn diyar kirin ku ew ji ber êrişên çeteyên HTŞ’ê û dagirkeriya Tirk koçberî kantona Cizîrê bûn û wiha gotin: “Pêwîstiya me bi pêdiviyên jiyanê yên sereke heye.”
Gelê Efrînê di sala 2018’an de, ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Efrînê koçberî Şehbayê bûn. ji roja dagirkirina Efrînê ve heta niha şêniyên wê li warê koçberiyê de rastî siyaseta qirkirin û tunekirinê tên. Herwiha piştî ketina rêjîma Baas, HTŞ’ê ku serokê wê Ehmed EL-Şera hate li ser desthildariya Sûriyê, hêviya koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ew bû ku vegerin cih û warê xwe, lê belê ev hêviyên wan hatin şikandin. Di 27’ê Mijdara sala 2024’an de çeteyên hikumeta demkî HTŞ’ê li Heleb, Şehba û herêma derdorê wê dest bi êrîşan kirin. Piştî HTŞ’ ê dest bi êrîşan kir û ketin gundan, leşkerên rêjîma Baas jî xwe paşve kişandin. Li Herêma Şehba û Til Rifetê jî hêzên Rûsya û Îranê xwe paşve kişandin û komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê dest bi êrîşan kirin. Heta 1’ê Kanûnê 2024’an HTŞê piraniya gund û taxên Helebê xistin destê xwe û serweriya xwe îlan kir.
‘Êrîşên Dêrhafir, Reqa û Tebqayê’
Lê careke din, di 15’ê çileyê de, HTŞ’ê û dagirkeriya Tirk bi aweyekî hovane êrişî Dêrhafir, Reqa û Tebqayê kirin. Di encama êrîşan de, koçberên Efrînê careka din neçarî koçberiyê bûn û berê xwe dan kantona Cizîrê. Gelek koçber ji ber rewşa awarte, derbasî dibistan û navendan bûn. Ji ber demsala zivistanê ya diwar Rewşa koçberan pir xirabe û pêwîstiya wan bi pêdiviyên jiyanê yên sereke heye, wek sabe, batanî, îsfinç û hwd in…
Di derbarê êş û zehmetiyên koçberan de, du jinên koçberên Efrînê yên bi navê Nezîra Ebdullezîz û Fikred Silêman ku ji bajarê Reqayê koçberî bajarê Qamişlo bûne ji Rojnameya me re axivîn.
‘HTŞ’ê û dagirkeriya Tirk bi awayekî hovan êrişî kirin’
Nezîra Ebdilezîz da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2018’an de êrişî Efrînê kir, di encama êrişan de ew koçberî herêma Şehbayê bûn û wiha got: “Em destpêkê ji bajarê xwe ji Efrînê, ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker koçberî herêma Şehbayê bûn. Herwiha em nêzî heft salan li Şehbayê man, ruxmî ew qas êş û zehmetiyan lê me jiyana xwe berdewam dikir.
Çeteyên HTŞ’ê di 27’ê Mijdara sala 2024’an de, êrişî herêma Şehbayê kir, di encama êrişên çeteyên HTŞ’ê careka din em neçarbûn ku koçber bibin û di 3’ê kanûna 2024’an de, me berê xwe dane herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em li bajarê Reqayê hatin bi cih kirin. Li bajarê Reqayê em zêdeyî salekê man, li wir jî me gelek êş û zehmetî kişandin. Careka din çeteyên HTŞ’ê, bi hevkariya DAIŞ û dewleta Tirkiyê bi rengekî hovane êrişî bajar kirin. Helbet dema ku van çeteyan êriş kirin tirseke mezin kete dilê zarokan de. Ji ber êrişên çeteyan yên dijwar em neçar bûn ku careke din koçberî kantona Cizîrê bibin.”
‘Rewşa me pir xirabe’
Nezîra Ebdilezîz anî ziman ku destpêkê dema ku ew hatin kantona Cizîrê berê xwe dane bajarê Hesekê, lê ji ber rewşa awarta ya Hesekê ew derbasî bajarê Qamişlo bûn û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji dema ku em derbasî bajarê Qamişlo bûn, tu alîkarî nehatine pêşkêş kirin. Niha em li dibistaneke bajarê Qamişlo bi cih bûne û rewşa me pir xirabe, pêwîstiya me bi pêdiviyên sereke yên jiyanê hene. Zarokên bê xwarin û ji bo wan pêvdîviyên sereke yên jiyanê pêwîstin, herwiha divê ku bi awayekî lezgîn alîkarî ji bo me were pêşkêş kirin.”
‘Di nava sermaya zivistanê de em bê pêdiviyên sereke ne’
Koçbera ji Efrînê ya bi navê Fikred Silêman di destpêka axafina xwe de wiha got: “Em ji bajarê Reqayê ji ber êrişên çeteyên HTŞ’ê û dagirkeriya Tirk yên hovane koçberî kantona Cizîrê bûn. Çeteyên HTŞ’ê û dagirkeriya Tirk bi rengekî hovane êrişî kirin û derbasî bajarê Reqayê bûn. Ji ber van êrişan tevahiya gelên Efrînê yên li Reqayê derketin, kesên ku erebeyên wan hebûn derketin û yên erebeyên wan tune bûn ketin nava destên çeteyan de. Heta niha gelek kes di nava destên wan çeteyan de dîlgirtîne û em bi hêvî ne ku bi awayekî lezgîn ew kes werin rizgarkirin.
Di rê de dema ku em ji bajarê Reqayê derketin me gelek zehmetî kişandin. Dema ku em derbasî bajarê Qamişlo bûn me tu cih nasnedikr û di nava sir û sermaya zivistanê de me li kolanan man. Rewşa me pir xirabe di nava vê sermayê de, bê pêdiviyên sereke ne, mîna sope, cil, xwarin, xwarina zarokan û hwd.. in. Pêwîstiya me bi alîakriyê heye.
‘Êdî bese ji koçberî, êş û zehmetiyan re’
Di heman demê de koçbera ji Efrînê ya bi navê Fikred Silêman axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga min ew ku bi awayekî ewle em vegerin li ser cîh û warên xwe, êdî bese ji koçberî, êş û zehmetiyan re.”







