Hêvî Keleş/ Qamişlo
Isiyatîfa Gel li bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji hêzên QSD’ê re ragihand û êrişên çeteyên hikumeta demikîa Sûriyê li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.
Ji bo piştgiriya QSD’ê û şermezarkirina êrişîn çeteyên hikumeta demikî ya Sûriyê li ser Rojavayê Kurdistanê, Îro li çarxerêya Rojava a bajarê Qamişlo Insiyatîfa Gel bi beşdarbûna welatiyên Qamişlo daxuyaniyeke da.
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di pêşketinên leşkerî û ewlehî yên heyî li herêmê û gurrbûna aloziyê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê a Demkî ve, em weke xelkên Qamişlo piştgiriya xwe ya tevahî ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) tekez dikin û wan wekî hêzek bingehîn di parastina ewlehî û aramiya herêmê û parastina gel û destkeftiyên wan de dibînin. Xelkê Qamişlo hemû piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) diyar dikin, ku di parastina sivîlan, rûbirûbûna gefên li ser aştiya sivîl û pêşîgirtina vegera alozî û tundûtûjiyê bo herêmê de roleke girîng lîstine.”
Daxuyanî wiha hate bi dawî kirin: “Her wiha em weke niştecihên Qamişlo tevahî êrişên li ser herêmê şermezar dikin û bang li hemû aliyan dikin ku berpirsiyariyên xwe bigirin ser xwe û li şûna bikaranîna hêzê, serî li çareseriyên siyasî û diyalogê bidin. Di vê çarçoveyê de, em tekezî li ser yekîtiya navxweyî, hevgirtina civakî û piştgiriya hêzên ku herêmê diparêzin dikin û em tekez dikin ku qonaxa heyî ji bo parastina ewlehî, aramî û pêşeroja zarokên me hevgirtinek mezintir hewce dike.”







