Viyan Egîd/Qamişlo
Malbatên şehîdan diyar kirin ku hêza QSD’ê xwedî vîn, bawerî, hunera pisporiya şer û ezmûna bi salan e, lewma tecrûbeya wê dikare hemû Sûriyê biparêze û gotin, “Çawa QSD’ê çeteyên DAIŞ’ê tune kir, wê van çeteyên girêdayê hikumeta demkî û dagirkeriya Tirk jî tune bike.”
Hêzên Sûriya Demokratîk ji roja yekem a damezrandina xwe ve, armancên ku dixwazin bi dest bixin, bi awayekî zelal eşkere kirine. Di heman demê de isbat kirine ku hêza herî bi disîplîn û bibandor e, li ser rûbera Sûriyê. Herwiha ezmûnên leşkerî yên mezin jî derbas kirin ku tê de karîbûn serkeftinên ku hatine piştrastkirin bi dest bixin û bandoreke erênî li seranserî Sûriyê bikin.
Di derbarê piştgiriya QSD’ê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Cîhan Gulo û Mehmed Xelîl ji Rojnameya me re axivîn.

‘Em piştgirê QSD’ê nê’
Cîhan Gulo diyar kir ku QSD’ê parazvanê hemû netewan e û wiha got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em hemû pêkhate welatparêzê vê axê ne. Em hemû di bin sîwanan Rêveberiya xweser de jiyan dikin, tu kes nikare ferq û cudahiyekê bixe navbera pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Êzidî û hwd… Ji ber em hemû li ser vê xakê xuişk û birane, yên ku me diparêze jî QSD’ê ye. Hêza QSD’ê bi berxwedaniyeke bêhempa DAIŞ’ê têk bir û bû bersiva li pêşiya dijmin. Di heman demê de QSD’ê ax, av û welatê me parast. Niha dijminê me dixwaze şerekî taybet di nava gel de bide meşandin, da ku pêkhateyên Ereb li dijî QSD’ê rabin. Em ji wan re dibêjin pêkhateyên Ereb tu carî li dijî QSD’ê ranebe. Ji ber em hemû yek in û me xwe li ser fikrê xwişk û biratiya gelan bi rêxistin kiriye. Sûriye ya hemû pêkhateya ne û em ê Sûriyek Demokratîk bi hev re ava bikin. Me dît ku çawa QSD’ê ax û rûmeta me parest û tevahî Sûriyê ji destên çeteyên DAIŞ’ê xilas kirin. Em tu caran hêza xwe bernadin, em ê her tim bi QSD’ê re bin. Her û her em bêjin em QSD’ê ne. Çawa QSD’ê çeteyên DAIŞ’ê tune kir, wê van çeteyên girêdayê hikumeta demkî û dagirkeriya Tirk tune bike. Hêviyên me mezin in û em ê heya dawiyê piştgiriya hêza xwe bikin.”
‘Em ji her êrişekê re amade ne’
Cîhan Gulo di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Gelên vê xakê bi salan e xwe ji aliyê leşkerî, siyasî, îdarî bi rêxistin kirine û ji her bûyerê re amade ne. Ev gel mîna berê bê îdeolojî, rêxistin, bawerî û bê hêz tune ye. Civakê êdî xwe ji aliyê fikir, paradîgma, îdarî, bawerî, îrade û leşkerî ve bi rêxistin kiriye, bûye xwedî hêzekî mezin. Û dijmin nikare vê hêza me bişkîne.”

‘QSD’ê xwedî vîn, bawerî û hunera pisporiya şer û ezmûna bi salan e’
Di heman çarçoveyê de Mihemed Xelîl di destpêka axaftina xwe de da xuyakirin ku QSD’ê vîn û baweriye û wiha pê de çû: “Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ji bo siberoja Sûriyê tevahî mînaka demokrasî, wekhevî û azadiyê ye. Ji ber ku ew di nava xwe de hemû pêkhateyên Sûriyê dihewîne, bi felsefeya azadiyê û li ser bingeha Netewa Demokratîk tev digere. Her çiqasî dijminê li hemberî me xwedî teknîk û çekên pêşketî be, hêzên QSD’ê jî xwedî vîn, bawerî û hunera pisporiya şer û ezmûna bi salan e. Gelekî qehreman û xwedî bawerî, vîn û cesaret jî li pişt QSD’ê hene. Hêzên Sûriya Demokratîk bi desteka gelê xwe yê berxwedêr wê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bide û wê her tim serkeftinê bi destê bixe.”
‘Pêkhateyên Sûriyê bi hev re ji bo xaka xwe şer dikin’
Mehemed Xelîl axaftina xwe wiha qedand: “Bi destê QSD’ê wê Sûriyê hemû bê parastin, ji ber ew hêza xwedî tecrûbe ye. Herwiha bi pêşengiya Kurdan civak hemû ji bo parastina xaka Sûriyê li ber xwe dide, şer dike. Em gelên Sûriyê xwişk û birayên hev in û xwediyê vî welatî ne.”






