Esma Mistefa/Qamişlo
Gelê Kantona Cizîrê ji sînorê Nisêbînê bigere heyanî sînorên Başûrê Kurdistanê, gel bi hezaran li ber sînoran e û ji bo piştgirî û parastina Şoreşa Rojava li benda gelê welatparêz yên Başûr û Bakur in.
Di cend rojên dawiyê de Hikumeta Demkî ya Şamê hemû peyman û hewildanên lihevkirinên ku ji aliyê QSD’ê ve hatine kirin, bin pê kiriye. li ser wî esasê jî ji Tepqa, Reqa, Dêre Zor û berê xwe daye Hesekê ku dixwaze îrade û hebûna Şoreşa Rojava di şesê hêzên QSD’ê de têk bibe.

Bi hezaran û bi milyonan gelê Kurd ji her aliyê Kurdistanê û Ewropayê deng, rih û hebûna xwe ji bo parastina destkeftî û Şoreşa Rojava kirine yek û dacetine qadan, vê carê îradeya gelê Kurd ji hemû deverên cîhanî derketiye pêş û muhra xwe li guhertina dengeyên siyasî kriiye. Li sedr vê esasê Gelê Kobanê û Kantona Cizîrê ji danê êvarê ve li qadan e û yek helwestiya xwe li hember hemû cure êrişan nîşan didin.

Her wiha di saetên êvarê de bi hezaran gelên Kantona Cizîrê ji Qamişlo heyanî Dêrikê berê xwe dan sînorên Bakur û Başûrê Kurdistanê, ev yek bi hemdemiya bangawazî û amadekariyên ku ji Bakurê û Başûrê Kurdisatnê hatiye kirin da ku gel bi yek rihî tevlî cenga hebûnê bibe. Bi sedan ciwan û gelê Bakur û Başûrê Kurdistanê berê xwe didin sînorê Rojavayê Kurdistanê.






