Navenda Nûçeyan
Hediya Yûsif bang li keç û xortên Bakur û Başûrê Kurdistanê kir ku sînoran derbas bikin û bikeve Rojava û parastina gelê ku di qirkirinê re derbas dibe bikin.
Hediya Yûsif bang li her kesî kir ku tev li seferberiya giştî bibin û şerê niha şerê hebûn û xwe isbatkirinê ye.
Hediya silavên xwe ji gelê Kurd ê li Bakur û Başûrê Kurdistanê re şandin û destnîşan kir ku li dijî Rojava êrişên giran tên kirin, lê li beramber wê berxwedana mezin û lehangane ya şêniyên herêmê heye.
Hediya bal kişand ku armanca êrişan û şerê heyî qirkirina Kurdan û jiholêrakirina hebûna wan li Sûriyeyê ye. Aliyê li pey van êrişan çeteyên DAIŞˊê ye, lê di bin navê hikumeta demkî de tê kirin. Nîşaneya herî mezin ew e ku DAIŞˊê bi xwe êrişî girtîgehên girtiyên çeteyên DAIŞˊê yên li Reqa û Şedadê kir da ku wan berdin.
Hediya bang li keç û xortên Bakur û Başûrê Kurdistanê kir ku rahêjin çekan û parastina Kurdên Rojava bikin.
Hediya got vê carê jî Kurd bi tenê hatin hiştin, ew jî komployeke navneteweyî ye, ji lew re seferberiya giştî hat ragihandin. Hediya bang li hemûyan kir ku sînor derbas bikin û bi gelê herêmê re tev li parastinê bibin.
Di dawiyê de Hediya anî ziman ku ew ê heta kêliyên dawiyê li ber xwe bidin, destkeftiyên xwe biparêzin û di oxira wan de tê bikoşin.






