Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî êrişan çalakî

19/01/2026
in NÛÇE
A A
Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî êrişan çalakî
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Li bakurê kurdistan û tirkiyeyê bi  hezaran kes di çarçoveya banga serferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojava de kom bûn û banga mezinkirina têkoşînê û parastina destkeftiyên Rojava kir.

Êrişên li hemberî Rojava li Amed, Semsûr, Enqere û Stenbolê bi çalakiyan hat şermezarkirin û berxwedan hat silavkirin.

Amed

Li Amedê bi boneya piştgiriya Rojava meşeke girseyî hate li darxistin di meşê de. Meşa Platforma Saziyên Demokratîk bi armanca piştgiriya Rojava û şermezarkirina êrişên çeteyên HTŞê pêk anîn rastî êrişa polîsan hat. Di encama êrişan de girse li nav Parqa Qoşuyoliyê belav bû, bi sloganan bersive êrişan da. Bi hezaran kesên ketin kolanan bi sloganên, “Her der Rojava, her der berxwedan”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Rojava rûmeta me ye” berz kirin.

Li gelek kolanan polîs bi bombeyên gazê êrişî girseyê dikin û girse jî bi berzkirina dirûşman berxwedana xwe didomîne.

Semsûr

Platforma Saziyên Demokratîk a Semsûrê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Daxuyaniya çapemeniyê li Parka Mîmar Sînan a li navenda bajêr hate dayîn û pêkhateyên platformê beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîş welatiyên sivîl hedef digirin, jîngeh û binesazî bi awayekî sîstematîk tên bombekirin û ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Her wiha hate destnîşankirin ku êrîş ne gelê Kurd di heman demê de hemû etnîk û baweriyên li herêmê jî hedef digirin. Platformê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev êrîş lawazkirina îradeya pêkvejiyana gelan a wekhev û aşitiyane û tasfiyekirina tecrûbeyên rêveberiyên xwecihî yên demokratîk armanc dikin. Her wiha hate îfadekirin ku li gel êrîşên berdewam dikin di serî de Elewî, Durzî, Suryanî, Ermenî û Ereb binpêkirinên li dijî mafên civakên cuda kûrtir dibin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de êrîşên li ser Rojava û polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê hatin redkirin û peyama ku têkoşîna gelan a ji bo jiyaneke birûmet û aşitiyane nayê çewisandin, hate dayîn.

 Enqere-Stenbol

Înîsiyatîfa Jinan a Hewcehiya Min Bi Aşitiyê Heye, li hemberî êrîşên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê hatin destpêkirin û li hin bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin li Enqere û Stenbolê banga çalakiyan kir.

Jin wê sibehî bi daxwaza sekinandina êrîşa li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Yuksel a Enqereyê û li Stenbolê jî li pêşiya Konsulxaneya Sûriyeyê çalakiyan li dar bixin.

Êlihê

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, li Êlihê bi hezaran kes li ser bangawaziya seferberiya neteweyî ya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê hatin cem hev. Girseya li ber Peykerê Mafên Mirovan a Kolana Gulitanê kom bû, bi berzkirina dirûşm û çepikan piştgiriya xwe ya ji bo Rojava nîşan dide. Girseya xwest dest bi meşê bike rastî astengiya polîsan hat.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.