Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berdevka YPJê Roksan Mihemed: Ji bo parastina Rojava rabin ser pêyan

19/01/2026
in NÛÇE
A A
Berdevka YPJê Roksan Mihemed: Ji bo parastina Rojava rabin ser pêyan
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Berdevka YPJê Roksan Mihemed diyar kir ku êrişên mezin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku ji bo parastina Rojava rabin ser pêyan.

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Roksan Mihemed bi peyamek vîdeoyê banga xwedîderketina li Rojava kir. Roksan Mihemed bi bîr xist ku ji bo mirovahiyê biparêzin wan bêyî teredût canê xwe feda kiriye û anî ziman ku îro dora parastina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Roksan Mihemed ev peyam da: “Yên êrîş dikin ne mirovahî ne jî exlaq li gel wan heye. Niha êrişên giran didomin. Êrişên ji aliyê HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk e ve tên kirin. Ev êriş ne tenê ji bo Bakur Rojhilatê Sûriyê dê ji bo hemû mirovahiyê bibe bela. Me bêteredût canê xwe feda kir ku em mirovahiyê biparêzin. Bêdengiya hêzen navdewletî jî rê li ber van êrişan vedike.”

‘Êriş dê bi şerê gelê şoreşgerî bên têkbirin’

Di berdewama peyama xwe de Roksan Mihemed got ku bi têkoşîna şerê gelê şoreşger çawa li Kobanê, Tişrînê, Reqa û Baxozê çete têk biribin dê cardin bi şerê gelê şoreşgerî li ber xwe bidin û serbikevin. Roksan Mihemed wiha axivî: “Divê em îro Kurd û dostên wan bi hev re li qada cengê û berxwedanê bin. Ji ber ku ev sedsal sedsala misogerkirina azadiya gelan e. Em dibînin gelê me hem li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li cîhanê û bi taybet li Bakurê Kurdistanê her tim li ser pêyan bûye. Li çar perçeyên Kurdistanê divê gelê me rabe ser piyan û têkoşînê mezin bike. Tu êriş nikarin hêza gelek ji bo azadiyê têdikoşe, têk bibe. Banga me li hemû gelê me û dostên me ye ku ji bo parastina Rojava rabin ser piyan.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.