Solîn Mihemed/ Qamişlo
Rêveberê têkiliyên Heyva Sor a Kurd Sîpan Xelîl diyar kir ku ji duh ve 540 û malbatên Efrînî careke din koçberî kantona Cizîrê bûne û got, ‘Çi ji koçberan re pêwîst Bike em ê pêşkêş bikin’
Êrişên çeteyên hikumeta demikî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Di destpêkê de êriş li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate kirin. Piştî êrîşên li ser van taxan, yekser çeteyan berê xwe dan gelek bajarên din yên wekî Dêr Hafir û Meskene û êrişên xwe li wir jî pêk anîn. Paşê şer ber bi bajarên din ve çû wekî Tebqa, Reqa û Dêra Zorê, li kêlek van êrişan şaneyên çeteyên DAIŞ’ê jî ketine tevgerê, heya niha jî ev rewş berdewam dike. Di encama êrîşan de gelek malbatên koçber yên Efrînê ku ji ber êrişên koçberî Tebqa û Reqayê bibûn, piştî êrişên çeteyan yên dawî çareke din koçberî Kantona Cizîrê bûn. Heyva Sor A Kurd ji bo peydakirina pêwîstiyên koçberan û destekdayîna wan ketin nava liv û tevgerê.
Di derbarê alîkariya Heyva Sor a Kurd ji koçberan re, rêveberê têkiliyên Heyva Sor a Kurd Sîpan Xelîl ji Rojnameya me re axivî.
‘540 malbat koçberî kantona Cizîrê bûne’
Sîpan di axaftina xwe de bal kişand li ser hejmara malbatên koçberkirî û wiha got: “Ji duh ve 540 malbat koçberî kantona Cizîrê bûne. Ji xwe 400’ malbat li Qamişlo, herwiha 100’ malbat jî çûne kampa Newroz li Dêrikê û 40’ malbat jî çûne Amûdê. Malbatên ku koçberî Qamişlo bûne di 33’ê dibistanan de bicih bûne. Herwiha navên dibistanên ku tê de bicih bûne dibistana Hatim, Seyfedîn, Hesen Mehmûd Xelef, li gundê Tenûrî ya amadeyî û seretayî, li Hîmo dibistana amadeyî û seretayî, Sewra, Bols, Wefa, Ibin Sîna, Elmaza, Huriya, Wîam, Lewai, Menaf Xindo, Ehmed Meriyûd, Ehmed Sebirî, Ehmed Şewqî, Hetîn, Mihemed Elî Zînal, Mûsa Bin Nesîr, Ebid Elwehab, Ên Calût, Seqir Qirêş, Qamişlo, Şerîf Elredî, Salih Ebdê, Mihemed Hisên Mistefa, Ferhan Elî, Mehmûd Es’ad, Ibrahîm Henano amadeyî û seretayî.”
‘Me duh 250 sele xwarin pêşkêş kir’
Sîpan Xelîl diyar kir ku wan duh seleyên xwarinê pêşkêşî koçberên di dibistanan de kirin û wiha bidawî kir: “Em wek Heyva Sor a Kurd me duh 200 û pêncî sele xwarin li ser 33’ê dibistanên ku koçber tê de pêşkêş kir. Herwiha me du Kilînîkên hejî li stadiyoma 12’ê Adarê çalak kirine ji bo saziyên Hîwa da ku ev herdû Kilînîkên hejî li saziyan bigerin û xizmetên bijîşkî pêşkêş bikin. Di heman demê de emê Kilînîkên hejî yekê li Hesekê jî çalak bikin ji bo saziyên Hîwa li wir. Ji xwe sed kesên ku çûne kampa Newroz li wir jî nexweşxaneyên me hene ji bo alîkariyan. Herî zêde li kampa Newroz ji ber sermaya zivistanê her roj nexweşan pêşwazî dikin. Niha jî li gor nirxandinên me ku çi pêwîst dike ji bilî xwarinê weke mazot, sope û hwd li gorî derfetên ku em dikarin emê pêşkêş bikin.”






