Dîlan Mulhim\Qamişlo
Rêveberiya Xweser a Demokratîk li kantona Cizîrê tevlîbûna xwe ji bo seferberiya giştî bi daxuyaniyekê li bajarê Qamişlo ragihandin.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk li kantona Cizîrê, ji bo parastina gelên herêmê û destkeftiyên şoreşê, tevlîbûna xwe ji bo seferberiya giştî bi daxuyaniyeke nivîskî li pêşiya avahiya Encumena Cîbcîkar a kantona Cizîrê ya li bajarê Qamişlo ragihandin. Di daxuyaniyê de, hevserok û endamên Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê beşdar bûn. Herwiha daxuyanî bi zimanê erebî û Kurdî hat xwendin.
‘Em têkoşîna gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê ve bilind dinirxînin’
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê, bi serbilindî û rûmeteke mezin fedakariyên şehîdên xwe yên nemir bi bîr tînin û li himber wan bejna xwe ditewînin. Em têkoşîna gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê ve bilind dinirxînin, wan gelên ku di nava mercên herî dijwar de, bi vîna xwe, bi biratiya jiyana hevpar û bi edaleta civakî, ezmûneke demokratîk a pêşeng afirandin e. Herwiha em weke Rêveberiya Xweser a Demoqratîk li kantona tevlêbûna xwe ji bo seferberiya giştî radigihînin. Ev seferberî erkekî neteweyî û exlaqî ye ji bo parastina gel û destkeftiyên şoreşa me. Di salvegera 13’an a damezirandina Rêveberiya Xweser de, em bang dikin ku ruhê berxwedanê û parastina rewa ya li ser ax û rûmetê bibe hişmendî, rêxistinbûn û berpirsiyariyeke kolektîf.”
‘Ji bo parastina rawe her dem em amade ne’
Daxuyanî wiha hat berdewamkirin: “Em pabendbûna xwe ya xurt bi parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava û 19’ê Tîrmehê re dubare dikin, ew şoreşa ku berhema berdêlên giran û têkoşîna dijwar a li dijî zilm û terorê bû. Em radigihînin ku em ê her dem bibin aliyekî çalak di her pêvajoyeke çareseriyê de ji bo krîzên Sûriyê. Baweriya me bi diyalogê wekî vebijarkeke stratejîk heye û em çareseriya siyasî ya demokratîk û nenavendî wekî misogeriya mafên hemû pêkhateyan û bingeha aramî û aştiyê dibînin. Her çend em bangewazên aştiyê bin jî, em di heman demê de radigihînin ku aştiya rastîn bêyî Parastina Cewherî pêkan nayê. Ger şer li ser me were ferzkirin, an hebûn û mafên gelê me bibe armanc, em bi her awayî amade ne ku parastina xwe ya rewa bikin.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Mafê destûrî yên rewa yê hemû pêkhateyan, mafên resen û bingehîn e, ev maf ne cihê înkarê ye û nabe bibin mijara tu peyman û tawîzên siyasî. Em daxwaz dikin ku ev maf di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk û piralî de be, pêwîst e di destûrê de mafê hemû pêkhateyan were misoger kirin. Li Kantona Cizîrê, em careke din dibêjin ku hêza me di yekitiya pêkhateyên me de ye. Em Kurd, Ereb, Suryan û Aşûrî di dirêjahiya dîrokê de bi hev re jiyan kirine û em ê di pêşerojê de jî bi hev re bijîn. Xwîna şehîdên me li ser vê axê bi hev re ye û her kesî mil bi mil ji bo azadî, rûmet û jiyana hevpar xwe feda kirin e. Em soza xwe nû dikin ku em ê heta dawiyê li ser prînsîpên Rêveberiya Xweser dilsoz bimînin. Di heman demê de, em wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, heta ku rewşa ewlehiyê li herêmê bi cih bibe, di seferberiya giştî de berdewam in.”






