Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di nav 15 rojan de li Rojava çi qewimî?

19/01/2026
in NÛÇE
A A
Di nav 15 rojan de li Rojava çi qewimî?
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Di van 15 Rojên dawiyê de Dewleta Tirk ya dagirker, çeteyên DAIŞ’ê û hêzên hikumeta demkî bi awayek hovane êrîşê herema Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kirin, heremên ku herê zêdê bi êrîşan re rû bi rû man û bûn armanc Heleb, Dêr hafir, Tişrîn, Dêrezorê, Reqa û Tepqayê bûn.

Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên DAIŞ’ê ku îro qilifê xwe guhertine û xwe wek parazvanên Sûriyê îlan kirine, ji bo têkbirina projeya netewa demokratîk bi hemû hêza xwe, hewil didin destkeftiyên ku gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di nav 14 salan de bi dest xistine, têk bibin.

Hikumeta demkî ya Şamê li ser maseya diyalogê li pişt perdê komplo amade dikir

Di 4’ê Çileya 2026’an de Şandeyek ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, endamên Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo pêk dihat, li ser esasê nîqaşên Entegrasyona demokratîk ya leşkerî bi Rêveberiya Şamê ya demkî re hevdîtin pêk anîn, mixabin berya ku civîna şandeyê bi dawî bibe, hêzên hikumeta demkî li pişt perdeyê komplo li ser her dû taxên Helebê çêkiribûn ku nehîştin civîna şandeyê dawî bibe. Lê li gore daxuyaniyê rayedarên QSD’ê civîna Şamê êrînî derbas dibe, di demek ku protokol ji aliyê her dû hezan ve bê îmzekirin rayederên hikumeta demkî didin diyarkirin ku ew niha ne amadene û dibêjin ku” 8’ê mehê em carekedin civînê çêbikin”. Di heman rojê de li Parîsê civînek jî bi beşdariya Firansa, NY, hikumeta demkî û rayaderên Tirkiyê ve, li ser esasê wê komployek çawa li ser Rojava pêk bînin lidar xistin. Bi erêkirina wan hêzan di 6’ê Çileyê de êrîş li ser Şexmeqsûd û Eşrefiyê pêk hatin.

Berxwedaniya gel ya 6 rojan  

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi nave hemzat, emşat û yên DAIŞ’ê ku îro kilifê xwe guhrtine bi nave HTŞ’ê xwe rêxistin dikin, di 6’ê Çileya 2026’an de bi çekên giran, katûşa, tank, top û balafirên bê mirov yê dewleta Tirk ya bi cûra Bayraktar, bi giştî 42 hezar çete ku ji Firqeya 60, 80’ê, dîsa firqeya 72 û 76 êriş birin ser 300 şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelê ku li Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dijiyan. Ruxmê ku di 1’ê Nîsana 2025’an de peymanek hatibûn îmzekirin, lê wezareta parastinê ya Sûriyê bi awayekî fermî operasyona leşkerî li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ragihand, tevî ku hêzên QSD’ê xwe ji herdû taxan vekişandibûn jî, di bin navê ku hêzên QSD’ê li her dû taxan in êrîşeke hovane birin ser gel. Ne tenê şerê leşkerî heman demê de bi rêya çapemeniyê jî şereke taybet û pîsoklojîk jî li ser gel dan meşandin, lê rûxmê wan hemûyan jî gelê herdû taxan di nav 6 rojan de li hemberî 42 hezar çeteyan û balafir û tang û topan berxwedaniyeke bê hempa dan meşandin. Berxwedana şervanan û gel heta direngiya şevê ya 10’ê Çileyê dewam kir.

Piştê ku gel û şervana bi awayek fedaiyane şer kirin, lê êdî êrîş gihaştibû asteke ku gel tenê di nexweşxanê de asê mabû ji bo xilasiya gelê ku di dorpeçê de mabûn. Bi Hewldanên dîplomasî ya Fermandarê Giştî yê QSD’ê û Rêveberiya Xweser ya bi aliyên navneteweyî re, gihiştin encama îlankirina agirbestekê. Saet 14:00’ê roj biryara rawestandina şer hate girtin.

Fermandarê QSD’ê bi daxuyaniyekî da diyarkirin ku -“Bi hevkariya navneteweyî ji bo rawestandina êrişan ya li ser Helebê gihiştîn agirbestekê.” Piştê lihevkirina agirbestê, şervanên hêzên ewlekariya hûndirîn, birîndar û cenazeyên şehîdan, gelê ku di dorpeçê de asê mabûn korîdor hat vekirin. Berxwedaniya ku  Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hatî, dîrokek û destaneke nû ya şervanan û gel ya bi ramanên Rêber Apo bû. Di vê berxwedanê de gelek şervan û welatiyên berxwedêr şehîd û birîndar bûn.

Ev kesên ku di aliyê netewî de di lîsteya terorê de cîh digirtin û li Helebê li hemberî gel qetlîaman pêk dianîn ev in:

Firqeya 62 (Silêman Şah-El Emşat)

Firqeya 72 (Sutlan Murad)

Firqeya 76 (El Hemzat)

Firqeya 80 (Tevgera Nûredîn Elzingî) .

Şerê Taybet û pîsoklojîk

Di demekê ku Rojava di nav şer û berxwedaniyeke de bû, komên girêdayî Şam û Tirkiyeyê kampanyayek şerê taybet û dezenformasyonê ya dijwar dan meşandin. Li dijî vê şerê psîkolojîk û taybet ku armanc dikir serkeftin û destkeftiyên gel têk bibin, çîrokên serkeftinê yên derewîn û bêmoralkirinê di nav civakê de diafirandin. Heta niha jî ji bo ku di navbera pêkhateyan de alozî û şer bidin çêkirin li ser malper û çapeniya xwe de gelek îdîayên derew davêjin ortê.

Binpêkirina peymanê ji aliyê hikûmeta demkî ve  

Hikumeta demkî soza xwe ya îmzekirina peymana 10’adarê û peymana 1’Nîsanê bi êrîşên xwe binpêkirin. Û herî dawiyê jî di 16’ Çileyê de peymanek ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn amadekirin û Colanî dixwand ku di wî peymanê de jî dide diyarkirin ku mafê kurdan wê bê dayîn lê hê peyman neket raya giştî êrîşê Dêrhafir û bendava Tişrînê kirin.  Di heman şevê de fermandarê QSD’ê jî ragihand ku wê hêzên xwe ji Dêr Hafirê vekişînin rojhilatê firatê, şervanên ku li milê Dêrhafir ji bo parastina heremê hatibûn bi cîh kirin li ser banga fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdê di dema derketinê de ji aliyê hêzên hikumeta demkî û çeteyên Dewleta Tirk ve ketin kemînê. Di kemîna çeteyan de şervana derbeyên giran li çeteyan da hijmarek zêde kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Di şerê 3 rojan de li Dêr Hafir, Reqa û Tepqayê çi çêbû?

Dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê  yên ku li Enqerê bi destê dewleta Tirk hatibûn perwerdekirin. Di şeva 15’ê Çileyê de bi awayek hovane êrîşê Dêr Hafir û Bendava Tişrînê kirin. Roja16’ê Çileyê li Dêr hafirê civîneke di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û şandeya Koalîsyona Navneteweyi de hat lidarxistin, heman demê de di haman rojê de civîn li Reqayê jî pêk hat. Tişta balkêş ew e ku çima piştê dewriyeya ku hat kirin êrîşên çeteyan li Dêr hafir zêde bû. Bi domandina êrîşan re hijmareke zêde gel ji cîh û warên xwe koçber bûn. Çeteyên hikûmeta demkî komeke welatî û birîndarên berê xwe didan Hesekê li nêzî gundê Sebah El Xeyr ê gundewarê Reqayê girtin û gule li wan barandin. Di encama êrişên li ser Tebqa, Reqa û gundewarê wê de nêzî 3 hezar malbatên koçberên Efrîn, Şehba û Tebqa ji ber êrişên çeteyan berê xwe dan kantona Cizîrê.

Di 16,17,18 Çileyê de şereke pir dijwar di navbera çeteyan HTŞ’ê û hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) YPJ’ê de domkir,  bersivên tund yên şervana êrîş têk bêr, ji ber îxaneta ku ji aliyê Eşîrîn Begara de li hemberî şervanan pêk hat, çete derbasî bajarê Tepqa bûn. Heta şeva 18’ê çileyê jî şer di navbera şervan û çeteyan bi awayek dijwar didomiya. Gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Çalakî û îlankirina bangên seferberiyê

Gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji 6’ê çileyê ve meş û mîtîngên rûmetê û ji bo piştgiriya QSD’ê, heman demê ji bo şermezarkirina kiryarên ku li Helebê dihatin meşandin, hatin lidarxistin. Rêveberiya Xweser ya demokratîk di 7’ê Çileyê de ji bo piştgiriya gelê Şexmeqsûd û Eşrefiyê yên ku di dorpêça çeteyên dewleta Tirk û HTŞ’ê de mabûn banga seferberiyê îlankir. Her wiha di 18’ê Çileyê de carekedin li seranserê Bakûr û Rojhilatê sûriyê banga seferberiyê hat îlankir, hûnermend, Eşîrên Kurd û beşên civakê yên sivîl bi daxuyaniyan beşdarê îlana seferberiyê bûn.

Peymana ku Tirkiyê nivîsand Colanî li ser navê QSD’ê îmze kir

Di şeva 18’ê Çileyê de serokê hikumeta demkî Colanî peymaneke ku ji 14 xalan pêk dihat ji raya giştî re diyar kir ku ev peyman ji aliyê hikumeta demkî û fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdê ve hatiye erêkirin li di rastiyê de derket ku ji bo rawestandina şer hindek lihevkirin hatine çêkirin, lê ew peyman yek alî hatiye nivîsandin.

Mazlûm Ebdî peyam da û di peyama xwe de got: “Ji bo gel were parastin û şerekî navxweyî çênebe me qebûl kir ji Dêrazorê û Reqayê ber bi Hesekê ve vekişin. Ji bo wê û ji rawestandina şer me peymanek qebûl kir. Piştî em ji Şamê vegerin em ê naveroka peymanê ji gelê xwe re şîrove bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.