Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bangewaziyeke mirovî ji bo koçberan kir

19/01/2026
in NÛÇE
A A
Komîteya Koçberên Serêkaniyê bangewaziyeke mirovî ji bo koçberan kir
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Komîteya Koçberên Serêkaniyê, derbarê rewşa mirovî ya koçberên ji Heleb, Reqa û Tebqayê hatine, bangewaziyek mirovî ya lezgîn kir.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê piştgiriya xwe bi hemû koçberan re ragihand û bangewaziyeke mirovî ya lezgîn ji bo koçberan kir.

Komîteyê di bangewaziya xwe de wiha gotibû: “Ji ber rewşa mirovî ya xirab a piştî bûyerên leşkerî yên dawî li Reqa, Tebqa û Dêra Zorê û operasyonên koçberkirinê yên berê ku bandor li xelkê me yên Efrîn, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir, em Komîteya Koçberên Serêkaniyê di vê rewşa mirovî ya karesatbar de ku roj bi roj xirabtir dibe, piştgiriya xwe ya tevahî bi koçberên xwe re radigihînin. Pêlên koçberiyê yên li pey hev bi hezaran malbatên koçber anîne kantona Cizîrê. Ev koçber jî bi şert û mercên jiyanê yên pir dijwar re rû bi rû ne, digel kêmasiyên giran ên stargeh, xwarin, av û pêdiviyên bijîşkî, herwiha pêdiviyên bingehîn ji bo zarok, jin û extiyaran. Ev malbat di şert û mercên nebaş de dijîn, bi çavkaniyên sînorkirî û bersiveke mirovî ya ne têrker re rû bi rû ne.”

Komîteyê bang li her kesî kir ku bi berpirsyariya xwe ya exlaqî rabin û wiha anî ziman: “Ji ber berpirsiyariya xwe ya mirovî, em bang li koçberên xwe yên ji Serêkaniyê li herêm û bajarên Kantona Cizîrê û hemû kes, sazî û xêrxwaz, herwiha rêxistinên mirovî û mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî dikin ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û mirovî bi cih bînin û bi lez û bez hemû alîkarî, tibbî û mirovî peyda bikin. Rewşa heyî bi hemû pîvanan karesatbar e û her derengmayîn di bersivdayînê de dê tenê êşa bi hezaran sivîlên bêguneh girantir bike.”

Komîteyê di dawiya bangewaziya xwe wiha got: “Her çend em piştgiriya xwe ji bo mirovên koçber ên ji herêmên cûda, hem ji ber sedemên mirovî û hem jî ji ber sedemên qanûnî, tekez dikin jî. Di heman demê de em bang li her kesî dikin ku tavilê li ser erdê tevbigerin, ji ber ku rizgarkirina van mirovên koçber û sivikkirina êşên wan erkekî mirovî ye ku nayê paşxistin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.