Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bavê Teyar bû sembola vîna azad’

19/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Bavê Teyar bû sembola vîna azad’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Şanogerê Kurd şehîd Cûma Ibrahîm( (Bavê Teyar) ku li Kurdistanê bi şanoya xwe bibû mêvanê her malekê û di dilê gel de cih girtibû, li Bendava Tişrînê cihê xwe di nava berxwedaniya gel de girt û di encama êrişeke hovane de di 19’ê Çileya 2025’an de şehçd bû.

Cûma Xelîl Îbrahîm, ku bi navê xwe yê şanoyê Bavê Teyar tê nasîn, di sala 1961”an de li bajarê Qamişlo ji dayik bû, zêdetirî 30 salan di şanoya Kurdî de roleke çalak lîst. Bi nivîs û berhemên xwe, têkoşîna gelê Kurd anî ser dikê. Ji temenê xwe yê biçûk ve ji bo şanoyê, heweseke xurt pêş xist. Wî di salên 1980’î de dest bi xebatê kir û di demek kurt de bû kesayetiyek girîng di şanoya Kurdî de û bi tevliheviya xwe ya bêhempa ya komedî û şîroveyên civakî,  cihê xwe di dilê gelê Kurd e çêkir. Di seranserê xebatên  xwe ya zêdetirî 30’an de, Bavê Teyar bi şanoyên xwe pirsgirêkên civakî, di nav de mijarên nasnameya Kurdî, berxwedan û têkoşîna ji bo parastina çandî, nîqaş dikirin. Şîyana wî ya berhevkirina komîkî bi peyamên dilşewat ên li ser welatparêzî û edaleta civakî wî kir kesayetiyek hezkirî di nav derdorên çandî yên Kurdî de.

Şanogerê Kurd Cûma Xelîl Îbrahîm ku weke Bavê Teyar dihate naskirin, di 17’Çileyê de berê xwe dabû Bendava Tişrînê û tev li çalakiya nobetê ango berxwedana gel bibû. Di 18’ê Çileyê de sivîlên li Tişrînê bi êrişa bomberanê ya dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter re rû bi rû mabûn. Di encama bombebarana balafirên Bêmirov û Biçek (SÎHA) de Cûma Xelîl jî bi giranî birîndar bibû. Cûma Xelîl ku rakiribûn nexweşxaneyê, di 19’ê Çileyê de şehîd bû. Herwiha li gel Cûma Xelîl 5 welatiyên din jî şehîd ketin. Derbarê Şehadeta Cuma Xelîl de Şanoger û Rêhevalê wî Umer Hesen ji Rojnameya me re axivî.

‘Cuma bi xebat, huner û helwesta xwe, her tim li kêleka gelê xwe bû’

Şanoger Omer Hesen ku bi navê din (Teyaro) tê naskirin da zanîn ku rêhevalê wî Cuma Xelîl di tevahiya jiyana xwe de her tim li gorî nirxên welatê xwe jiya. Tu carî tawîz neda, qet paşve gav neavêt û wiha got: “Cuma bi xebat, huner û helwesta xwe, her tim li kêleka gelê xwe bû. Şehîdên wî hebûn, bavê gerîlayên hêja bû û bi heman rihê welatparêziyê malbata xwe mezin kir. Xwe bi malbata xwe ve sînordar nekir, bi hunera xwe li her maleke Kurd mêvan bû û berpirsiyariya mamostetiyê di belavkirina hişmendiya welatparêziyê de girt ser xwe û di vê rêyê de meşiya. Gelek zarok, ciwan, jin û mêr ji huner û helwesta wî ya welatparêziyê bandor bûn, xwe perwerde kirin û helwesta xwe di berjewendiya gel de hilbijartin. Cuma ji bo gelê Kurd çavkaniyek mezin a hêz û moralê bû. Mirina Bavê Teyar şopeke kûr li ser şano û civaka Kurdî hişt. Ev windahî, di dema êrîşên li ser Bendava Tişrînê de, careke din aliyê mirovî yê pevçûnên li herêmê ronî kir. Her gav bi hişyariyeke mezin û baldarî nêzî karê xwe dibû. Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû û gelek dilnizim bû. Bavê Teyar ji bo min her tim mînakek bû û ji ber sekin û girêdanbûyina wî girêdaniyeke min ji bo wî çêbû. Civakê jî gelek jê hez dikir, bi herkesî re danûsitandinên wî hebû.”

‘Me 28 salan bi hev re kar kir’

Umer Hesen anî ziman ku ji dema wî dest bi şanogeriyê kir, Cuma naskir û wiha got: “Di sala 1997”an de ez tevlî koma Cuma a Botan bûm, ji wê demê ve heta şehadeta wî, me bi hev re şano pêşkêş dikirin. Di destpêka sala 2000”an de me dest bi çêkirina fîlman kir, ji wan ên şer, komîdiya û pêkonek bûn. Me 28 salan bi hev re şano û fîlm pêşkş dikir. Em rastî gelek zehmetiyan di karê xwe de hatin, lê Cuma moralê wî hertim bilind bû û kesayetek berxwedêr bû ku tiştek li pêşiya karê xwe nedikir asteng. Dema ku şoreşa Rojava dest pê kir ez û Cuma me cihê xwe tê de girt, Cuma di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih girt û min jî di nava YPG’ê de cih girt, lê tevî wilo jî me valahî di şanoyên xwe de çênekir û karê xwe berdewam kir. Beriya şehadeta Cuma, di berxwedana Bendava Tişrîn ku di 8’ê Kanûna 2024”an de dest pê kir, me weke koma Botan li wir fîlmeke leşkerî pêşkêş kir, herwiha wî fîlmeke sînema ê cîhanî jî çêkirbû ku ew bi hesret bû ev fîlm li cîhanê belav bibe û xelatan bi dest bixe. Dema ku em çûne Bendava Berxwedanê me weke erkekî li ser xwe didît ku em biçin tevlî berxwedana gel bibin, lê belê di encama êrişan de di 19’ê Çile 2024”an de Bavê Teyar(Cuma Xelîl) jiyana xwe ji dest da. Şehadeta wî bandorek kûr li min kir, lê belê ez soz didim ku ez li ser şopa wî berdewam bikim û çawa Cuma ken xist dilê her kurdekî ku lê temaşe dikir ez ê jî ken têxim dilê wan de li cihê xemgîniyê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.