Ronahî Sadûn/Qamişlo
Rêveberê Nexweşxaneya Dil û Çav Mûaz Ebdulkerîm diyar kir ku wan bangewaziya komkirina hemû cureyên xwînê kir ji bo vê rewşa awarte, welatiyê bi navê Şêrezad Enter jî da zanîn ku wî li ser bingeha bangewaziyê berê xwe da nexweşdaneyê, da ku xwîna xwe bide û weke welatî erka xwe pêk bîne.
Nexweşaxaneya Dil û Çav a bajarê Qamişlo ji bo giştî rewşên awerte yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên jiyankirin, banga dana hemû cûreyên xwînê kir, da ku di amadekariyên rewşê de bin.
Derbarê vê yekê de, Rêveberê Nexweşxaneya Dil û Çav Mûaz Ebdulkerîm û yek ji welatiyên bajarê Qamişlo Şêrezad Ibrahîm Enter ji Rojnameya me re axivîn.

Mûaz Ebdulkerîm diyar kir ku wan bangewazî ji bo dana hemû cureyên xwînê û wiha got: “Me bangewazî kir ji bo dane xwînê, li ser wê bangewaziyê praniya gelê Qamişlo berê xwe dan nexweşxaneyê, da ku xwîna xwe bidin. Bi rastî jî asteke baş ji xwînê hate komkirin, ji ber gelek kes hatin û hetanî ku rê nemabû ji daneyên xwînê re. Heta niha jî gel li pêşiya avahiya nexweşxaneyê rawestiyaye, ji bo ku xwîna xwe bidin. Ev xwîn ji bo pêwîstiyên nexweşên ku di şer û êrişan de birîndar bûn. Di heman demê de ev yek di çarçoveya tedbîrgirtinê de ye. Niha hemû nexweşxane ji bo hemû rewşên awarte jî di amadekariyê de ye. Hemû xebatkarên nexweşxaneyê di hişyariyê de ne. Herwiha komkirina xwînê ne li nexweşxaneyê Dil û Çav tenê tê komkirin, lê di heman demê de li nexweşxaneyên taybet û ne taybet jî ger pêwîst bike, li wir jî milet xwînê dide, em jî ku pêwîst dike didin nexweşxaneyên din. Beriya niha jî rewşên bi awayî li ser me derbas bûne ku gel di seferberiyê di hemû awayan de xwe berpirsyar dibînin.”
‘Em hemû Ziyad in’

Yek ji welatiyên bajarê Qamişlo Şêrezad Ibrahîm Enter anî ziman ku îro di seatên sibehê de bangewazî li hemû nexweşxaneyên Qamişlo çêbûn ji bo dana xwînê, li ser wê bingehê wan jî berê xwe dan nexweşxaneya Dil û Çav û wiha got: “Em wek gel Qamişlo ereke li ser milê me ye ku em xwe di vê rewşê de berpirsyar bibîn, ji ber di rewşên ne awarte de jî em xwe berpirsyar dibînin. Lê îro şervanên me yên aşiqê azadiyê, tenê ji ber aşiqê azadiyê ne komên tundrew, xwînmij û yên mirovahiyê nas nakin êrişî wan dikin û wan birîndar dikin. Em jî ji bo birîndarên xwe weke gel herikî nexweşxaneyan ku herî kêm ev ji me hat xwestin em xwînê bidin wan, eger çi jî bê xwestin em amade ne. Em îro li Qamişlo li ser axa xwe ne, me êriş tu kesî nekiriye, heger hêza cîhanê jî bi me re em êrişî kesî nakin, heger hêza cîhanê hemû jî li ser me kom bibe, nikare bi me, ji ber em xwedî proje ne. Ev jî mixabin zora kesên tundirew diçû bi vê yekê û êrişî me dikir. Berî çend salan şervanên me DAIŞ tune kir li vê derê, li şûna cîhan heqê van şervanan li wan vegerînin, mixabin li pêşiya çavên wan bi xwîneke sar birîndar û şehîd dibin, ew jî xwe dikin nebihîstî. Lê em a di aliyekî de şer bikin, aliyê din de jî gel wê bi erkê xwe rabe. Em li ser axa xwe ne, çi dibe bela bibe, dengê şehîd Ziyad Heleb hîna di guhê me de ye, dibêje çi dibe bela bibe, em dev ji axa xwe bernadin, em jî hemû Ziyad in, me azadî dîtiye tama wê xweş, îro em hebin sibe em tunebin ne pirsgirêke, wê azadî hebe û gel hebe.”






