Navenda Nûçeyan
Di 19’ê Çileya 2026’an de Rêveberiya xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li hemberê êrîşan bi daxuyaniyeke ragihand ku ji bo parastina rojava seferberî îlan kir. Bi banga Rêveberiya xweser re gelek hunermend, Eşîr û hêzên sivîl jî beşdarê îlana seferberiyê bûn.
Koma cûdî
Endamên Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê û Koma Cûdî, hêza sivîl ya gundê zihiriyê û tevlî seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihandiye bûn. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberiya giştî ragihand û diyar kir ku pêwîst e gel li kêleka HSD û YPJˊê bisekinin û banga berxwedanê li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir. Bi armanca bersivdana banga Rêveberiya Xweser endamên Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê û Koma Cûdî ya Dêrkê ya kantona Cizîrê tevlî seferberiya giştî bû û li kêlek HSDˊê û YPJˊê sekinî.
Amûdê
Bi armanca bersivdana seferberiya gitşî, eşîra Deqorî bi daxuyaniyekê tev li seferberiya giştî bû. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Em şêniyên eşîra Deqorî ya Amûdê û gundewarê wê radigihînin ku tev li seferberiya giştî bibin û parastina Kurdistanê bikin, ev beşa li Sûriyeyê beşek herî girîng e, xaka bav û kalên me ye, rûmet û nasnameya me ye.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku “Em yekitiya xwe li hember gefan bikin yek, berjewendiya Kurdistanê di ser her tiştî re bigirin. Parastina xakê û rûmetê erkekî pîroz e.”
Dêrîk
Bi armanca bersivdayina seferberiya giştî hijmarej jin û ciwan yên gundê zehiriyê bi daxuyaniyeke ragihandin ku ewê heta dawiyê ji bo parastina axa xwe bikin. Bi şev û roj xebatên xwe bimeşînin. Heman deme de wê li kêleka hêzên QSD’ê û YPJ’ê bin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin” em wek hêzên sivîl yên gundê zihiriyê bi hemû hêza xwe tevlî banga seferberiyê dibin. Û bang li hemû kesên azadî xwez kirin ku beşdarî seferberiyê bibin, parastina gund û bajarên xwe bikin.






