Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîst e raya giştî li hemberî van êrişan bêdeng nemîne’

18/01/2026
in NÛÇE
A A
‘Pêwîst e raya giştî li hemberî van êrişan bêdeng nemîne’
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Şêniyên bajarê Qamişlo êrişên ku ji aliyê çeteyên hikumeta demkî ve li ser bajarên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin, şermezar kirin. Herwiha şêniyan tekez kirin ku ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin şervanên xwe û gotin, “Pêwiste raya giştî li hemberî van êrişan bêdeng nemîne.”

Di 6’ê Çileya 2026’an de êrişeke hov a çeteyên hikumeta demkî bi piştgiriya dewleta Tirk ve li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyên ên Helebê pêk hat. Piştî êrişa li ser van taxan, yekser çeteyan berê xwe da Dêr Hafir û Meskenê, li van her du deveran li hemberî Hêzên Sûriya Demokratîk şer dan destpêkirin. QSD’ê biryar da ku hêzên xwe ji Dêr Hafir û Meskenê vekşîne, lê çeteyan lihevkirinên heyî binpêk kir ku hîna şervanên QSD’ê li wir bûn, êriş gur kirin. Pê re jî şer ber bi bajarên din ve çû wekî Tebqa, Reqa û Dêra Zorê, li kêlek van êrişan şaneyên çeteyên DAIŞ’ê jî ketine tevgerê, heya niha jî ev rewş berdewam dike. Li hemberî hemû êriş û şerê heyî hêzên QSD’ê bersivdayîna êrişan dide û berxwedaniyê dide meşandin. Herwiha QSD’ê banga agirbest kiriye, da ku rewş aloztir nebe û tevahî Sûriyê nekeve nava agirê şer de. Di heman demê de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve seferberî hatiye ragihandin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li ser daxwaz rawestandin şer û tekezkirina piştgiriya wan ji hêza QSD’ê re daketin qadan û destnîşan kirin ku ew bi hêza QSD’ê re ne.

Derbarê vê mijarê de, rêveberê rêxistina PYD’ê ya Qamişlo Salih Omer û endama Meclisa Malbatê Şehîdan  Şemsêxan Gulo ji Rojnameya me re axivîn.

‘Çeteyên hikumeta demkî tu pîvanên mirovahiyê nas nakin’

Salih di axaftina xwe de bal kişand li ser êrişên ku tên kirin û wiha got: “Em îro li qadan derketin meşê û bertekên xwe li hemberî van êrişên hovane ku ji aliyê çeteyên mirovahiyê nas nakin û fêm nakin li ser me tên kirin, nîşan didin. Ev çete bi hovitî kiriyarên dijmirovahiyê li ser mirovan didin meşandin, bi taybet li hemberî gelê Kurd. Ev hemû sûc jî bi alîkariya dewleta Tirk ve tê kirin, ji ber ew sedê salan li hemberî gelê Kurd siyaseta qirkirinê dide meşandin û êriş dike, îro jî bi heman rengî dîsa destekê dide çeteyên hikumeta demkî û êriş dike.”

‘Pişta me bi şervanên me xurte’

Salih eşere kir ku lihevkirina ji bo Dêr Hafir û Meskenê ji aliyê çeteyan ve hat binpêkirin û wiha domand: “Ji xwe lihevkirinek hate çêkirin di rêya dewletên navnetewî re ku li ser esasekî hêzên me xwe ji Dêr Hafir û Meskenê bikişînin. Lê hîna QSD’ê xwe vedişkişand û çeteyan careke din êriş kirin ku neşhiştin bi temamî hêz xwe ji wir vekişîne û xwestin wan dorpêç bike. Hemû berpirsyarî jî li ser milê hêzên navnetewî yên ku di lihevkirinê de beşdar bûn, ji ber ew di bêdengiyê de mane, ev jî derfet da çeteyan ku êrişên xwe berfireh bikin û ber di bajarên din ve bibin. Em ê jî li hemberî van êrişên ku li ser me tên kirin, heya dawiyê li ber xwe bidin û li hemberî wan çeteyan bisekinin. Destekdayîna gel jî tenê ji bo QSD’ê ye ya ku ew bi salane vî gelî diparêz e.”

‘Kurdistan wê ji çeteyan re bibe goristan’

Şemsêxan Gulo diyar kir ku armanca wan ji meşê û daketina li qadan ku ji cîhanê giştî re bidin nîşandan ew bi hêzên QSD’ê re ne û wiha got: “Ev dewletên ku dibêjin hemû tişt di bin destê medeye û bêyî me tiştek nabe. Lê dîsa xiyanetê li dijî Kurdan dikin, em jî vê yekê şermezar dikin. Herwiha bang û hêviya me ji bo raya giştî ew e ku şer were rawestandin, êdî rê li ber kuştin û koçberiyê bê girtin. Di heman demê de hêviya me ew e jî ku Sûriyê û giştî Kurdistanê ji van çeteyan re bibe goristan. Bila her kes zanibe jî ku tucarî em devij ji axa xwe bernadin. Dema ku me got wekhevî, demokratî lê wan ne wekhevî û ne jî demokratiyê dixwazin, ew mirovên nejadperestin û xwînmijên dîrokê ne. Îro xort û jinên me gihiştine bawerîkê ku xwe di dilê wan de diteqînin, bila baş zanibin her mûyek ji porên wan jinan hêjayî dewleta wan. Em jî her tim li ber xwe bidin û piştgiriyê bidin şervanên xwe ku tola van Kurdên me yên hatin şehîdxistin ji van çeteyên hovane rakin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.